Amed – Rêveberên PÎA û DDKDê diyar kirin ku heke hemû kurd li daxwaza kurdên Rojava yên neteweyî xwedî derkevin ev ê bibe sedema sekinandina êrîşên li ser Rojava û destnîşan kirin ku hewce ye kurd zimanê xwe bikin yek û meseleya temsîliyetê çareser bikin.
Di 27ê Mijdarê de Heyet Tahrîr el Şam li Idlîbê ber bi Helebê ve êrîşeke berfireh da despêkirin. HTŞê piştî 12 rojan di 8ê Kanûne de Şam jî di nav de gelek bajarên Suriyê yên di bin kontrola Rejîmê de bidest xist û desthilatdariya Esad hilweşand. Di heman demê de hêza paramîlîter SMO ya ku di bin kontrola Tirkiyê de ye jî êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava kir. Di van demên dawiyê de him van hêzên paramilîter him jî yekser Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmê zêde kirin. Dewleta Tirk bi taybet bi SÎHAyan piştgiriyê dide SMOyê û her roj Bendava Sirînê û Pira Qereqozaxê bombebaran dike.
Li Bakûrê Kurdistanê jî gelê kurd bi meş û nobetên li ser sînoran li berxwedana Rojava xwedî derdikeve, êrîşên Dewleta Tirk şermezar dike. Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û Cîgirê Serokê Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD) Abdûlhey Okûmûş têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava axivîn.
Pêşketina HTŞê ji hêzên emperyalîst qut nîn e
Ahmet Kaya destpêkê bal kişand ser têkiliya HTŞê û hêzên emperyalîst û wiha got: “Mesela Suriyeyê di destpêkê de heta roja îro bi destê hêzên weke Amerîka, Îran û Rûsyayê bû, destê wan di nav de hebû. Bi mudaxeleya van hêzan pevçûn, gengeşî û aloziya li Sûriyê derket. Ev pêşketina HTŞê jî ji van hêzan qut nîn e. Tu bibêjî tekiliya HTŞê, bi van geşedanên dawiyê bi van hêzan re tune ye ew tê wê wateyê ku mirov ji dinyayê tu tişt fêhm nekiriye.”
Kurd pir kedkar û têkoşer in
Ahmet Kaya di berdewamiya axaftina xwe de li ser têkoşîn û berxwedana kurdan sekinî û bal kişand ser encamên van berxwedan û têkoşînan. Ahmet Kaya axaftina xwe wiha domand: “Di dîroka kurdan de dîroka têkoşînê bi rastî jî serfiraz e, serkeftî ye. Lê mixabin di aliye encamgirtinê de mirov nikare heman tiştî bibêje. Yanê kurd pir kedkar in, têkoşer in, bedel didin lê dema tê encamgirtinê mixabin tişta ku kurd heq dikin bidest naxin. Yanê ev di berê de wisa ye; di serhildana Şêx Ûbeydilah Nehrî de wisa ye, di Şerê Cihanê yê Yekemîn de wisa ye. Kurdan piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn li Lozanê, li ser maseyê winda kir. Ev xetere hê jî li pêşiya kurdan e. Ji bo ku ev rewş xwe dubare neke pêwîst e kurd bi mêjiyekî û bi yekgirtiyeke xurt, bi helwesteke zelal nêzîkatî nîşan bidin.
Hewce ye kurd meseleya muxatabiyê çareser bikin
Ahmet Kaya, bal kişand ser girîngiya yekitî û muxatabiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Du tişt pir girîng in, yek; gere kurd zîmanê xwe bikin yek, ya duduyan jî mesela temsîliyetê çareser bikin. Yanê li ser navê kurdan kî dê bibe muxatab. Dema ku aliyek tenê muxatab be yê din dibê ez qebûl nakim. Bi vî awayî be ew hêzên ku bi kurdan re bikevin têkiliyê dê kê qebûl bikin. Ji ber vê pêwîst e temsîliyet bibe yek. Nayê wê wateyê ku partiyek tenê vê temsîliyetê bike. Di vê temsiliyetê de dibe her îdeolojî, partî û bawerî hebin. Bi vî awayî temsîliyeteke xurt bê avakirin ku îtiraz neyê kirin. Divê em kurd ji vê lêgerîn, xebat û hewldanên avakirina yekitiya kurdan dev bernedin.”
‘Divê kurd li ser nirxên neteweyî têkiliyên xwe bimeşînin’
Cîgirê Serokê Giştî yê DDKDê Abdûlhey Okûmûş jî li ser heman mijarê nirxandin kir û wiha got: “Bêguman di Dewleta Tirk de fobiyek li hember kurdan heye. Ji ber vê fobiyê jî li ku derê kurd mafekî bidest bixin, ji kurdan re derfetek derkeve, Dewleta Tirk hemû hêz û derfetên xwe li hember vê rewşê bi kar tîne. Çi bi dîplomasiyê, çi bi pergala xwe ya perwerdeyê, bi çapemeniya xwe û bi hêza xwe ya leşkerî li hember nirxên kurdan helwesteke tund raber dike. Ji ber vê jî tu carî bi kurdan re lihevkirinekê naxwaze. Lê divê kurd dîsa jî di vî warî de bi israr bi helwesteke neteweyî, li ser nirxên neteweyî têkiliyên xwe bimeşînin.”
‘Divê kurd berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin’
Abdûlhey Okûmûş, da zanîn ku niha li Rojhilata Navîn ji bo kurdan derfetek derketiye holê û wiha berdewam kir: “Kurd divê ji Lozanê ders derbixin û di vê kaosa li Rojhilata Navîn de berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin û statuya xwe bidest bixin. Ji ber vê yekê jî gere partî, rêxistin û saziyên Bakur jî hesas tevbigerin û alikariya Rojava bikin. Ev ê him ji bo Rojava bibe çavkaniya moral û motîvasyonê, him jî dê di qada navneteweyî de, di dîplomasiyê de nîşan bide ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derdikevin. Ev yek jî dê di vê pêvajoyê de dikare bibe bingehê geşedanên erenî ji bo nirxên kurdan.”
‘Pêwîste li ser nirxên neteweyî li hev bikin’
Abdûlhey Okûmûş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha PYD û ENKS li Rojava du partiyên bingehîn in. Di vê pêvajoyê de pêwîst e ev her du partî nakokiyên xwe, meseleyên îdeolojîk deynin aliyekê û li ser nirxên neteweyî li hev bikin û li wan xwedî derkevin. Bi vî awayî him bibin muxatabê hêzên emperyalîst him jî bibin muxatabê desthilatdara Sûriyeyê ya nû. Di vê muxatabiyê de bi hev re nirxên xwe yên neteweyî biparêzin. Ger ev her du hêzên bingehîn bikaribin hêza xwe bikin yek, di vê meseleya neteweyî de bikaribin helwesteke hevpar nîşan bidin. Ev yek dê di qada navneteweyî de êrîşên li ser wan bide şikandin û dê ji wan re bibe bingehê derfeta serkeftinê. Ger hemû kurd li daxwaza kurdên Rojava ên neteweyî xwedî derkevin ev ê bibe sedema sekinandina êrîşên li ser Rojava, dê hinceta êrîşên dewletên herêmê yên li ser Rojava ji holê rake.”