awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe’

Şirnex / AW

8 ÇILE 2026 - 15:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê têkildarî êrişên li dijî taxên Şexmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê daxuyaniyek da. Newroz Ûysal a di daxuyaniyê de axivî destnîşan kir ku tişta li taxên Helebê tê kirin sûcê mirovahiyê ye û got: “Em dizanin tiliya dewleta Tirk di van êrîşan de heye. Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêx Mexsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê ya Şirnexê daxuyaniyek hate dayîn. Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên demokratîk û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku êrişên çeteyan ên li dijî taxan hatin şermezar kirin de beşdaran bi yek dengî diruşmên, “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava Rûmeta me ye” û “Rojava Rojhilat Kurdistan e yek welat” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Ûysal di daxuyaniyê bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir ku ji bo rawestandina êrîşan dengê xwe derxînin û bertek nîşan bidin.

‘Divê ev êriş demildest rawestin’

Parlementer Newroz Ûysal Aslanê jî bertek nîşanî êrîşên li ser taxên Eşrefiye, Şêxmeqsûd û Benî Zêdê da û wiha got: “Gelê me yê li van taxan ev 12 sal in li hember hemû hêzên çetewarî li ber xwe dide û pergalek demokratîk ava kiriye. Em ji vê derê dibêjin, ev êrîş planek be, lihevkirineke çeteyan û hin dewletan be, çi bibe bila bibe tişta tê kirin sûcê mirovahiyê ye. Tişta ku li Helebê diqewime li hember hemû gelê Sûriyeyê ye. Kesên ku li Helebê li ber xwe dide em bi wan re ne. Em dizanin tiliya dewleta Tirk di van êrîşan de heye. Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe. Em careke dibêjin gelê Kurd wê biserkeve û divê ev êrîş demildest rawestin.”

Daxuyanî bi berzkirina durişma, “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Welatî li Taxa Yafesê bi girseyî meşiyan

Li aliyê din li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê jî bi sedan welatiyan bi diruşma, “Bijî berxwedana Rojava” meş lidarxistin. Piştî ku girse li nava kolanên Cizîrê meşiya, polîsan xwe li meşa girseyî ranegirt û êrîşî girseyê kir. Welatiyên li kolanan jî bi çepikan piştgirî dan meşê.

Polîsên ku êrîşî girseyê kirin, 3 welatî bi tundiyê binçav kirin. Polîsên ku ji rojnamegerên çalakî dişopand re xeber gotin, bi binçavkirinê tundî li wan xwar.

Etîket: daxuyanîÊrişên çeteyanPlatforma Saziyên Demokratîkşermezar kirinŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

22 GULAN 2026
Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

21 GULAN 2026
Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

21 GULAN 2026
TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

21 GULAN 2026
Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne