Serokê Giştî yê CHPê bertek nîşanî biryara “butlana mutlaq” da û got: “Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku li her derê li dijî vê biryarê bertek nîşan bidin. Em teslîm nabin û hemû pêşniyarên bêexlaqî red dikin.”
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li dijî biryara îstînafê ya “Butlana mutlaq” li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Parlamenter û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê jî di daxuyaniyê de cih girtin. Dema Ozgur Ozel ket hundirê cihê civîna çapemeniyê parlamenterên CHP û endamên partiyê bi çepikan pêşwazî kirin.
Ozgur Ozel bertek nîşanî biryarê da û wiha axivî: “Divê partiya me rexnedayînek bidana û li dijî partiya me bertekeke mezin hebû. Me jî got divê CHP biguhere û em ketin rêyekê. Me xwest em guherîneke pêkbînin. Em piştî 47 salan bûn partiya yekemîn û cara yekem AKPê têk bir. Sûce me ew bû. Li dijî vîna gel şer dan destpêkirin û di serî de Ekrem Îmamoglu girtin û êrişên wan berdewam kir. Ji me re gotin dev jî Ekrem berde, li Enqereyê bisekine û tenê li Enqereyê siyasetê bike û bi wî awayî kar bike. Min jî ew red kir.”
‘Em teslîm nabin’
Di berdewama axaftina xwe de Ozgur Ozel destnîşan kir ku ew ê li dijî biryarê li ber xwe bidin û wiha pêde çû: “Heke min bigota Ekrem çû ez li vir im tiştek nedikirin lê em ne ew kes in. Ew mesele ne ya me ye ya gel e. Ew şer ne li dijî me ye lê li dijî gel e. Her wiha li dijî vîna gel e. Mexdûrê vê yekê gel e. Em ê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Bilind bidin û daxwaza sekinandina biryara tedbîrê bikin. Divê dadgeh vê biryara tedbirê rake û vê tabloya xirab bi dawî bike. Hemû partiyên muxalefetê bi telefonê geriyan û piştgiriya xwe anîn ziman. Hemû Tirkiye xwedî li demokrasiyê derketin. Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku li her derê li dijî vê biryarê bertek nîşan bidin. Em teslîm nabin û hemû pêşniyarên bêexlaqî red dikin.”
Ozgur Ozel pirsa rpjnamegran “hûn bi Kemal Kiliçdaroglu re li ser telefonê axivîn an na?” wiha bersiv da: “Birêz Kemal Kiliçdaroglu geriya lê min bersiv nedayê. Ez ê çi bêjim? Helbet em ê bersiv bidin lê ew bersiv dê nebe pejirandina biryara rejîmê.”
Her wiha Ozgur Ozel li ser pirsan diyar kir ku ew ê heta dawiyê li partiya xwe bin û dê dev jî bernedin.
















