• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: 8 rojnamegerên jin girtî ne

Amed / AW

7 ÇILE 2025 - 15:58
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
MKGê rapora xwe ya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2024an eşkere kir û diyar kir ku di 2024an de 30 rojnameger rastî êrîşan hatine û 49 rojnameger jî hatine binçavkirin. MKGê da zanîn ku 8 rojnamegerên jin girtî ne.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a sala 2024an bi daxuyaniyekê parve kir. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Nûçegihana JINNEWSê Rojda Aydin bi kurdî, rojnameger Arjîn Dîlek Oncel jî bi tirkî rapor xwend.

Rapora MKGê wiha ye:

“Sala 2024an bû serdemeke ku zextên li ser rojnamegeran kûrtir bûne û ji bo çapemeniya azad xetereyeke cidî ava kiriye. Gelek endamên çapemeniyê, bi taybetî rojnamegerên jin, ku hewl didin pîşeya xwe bimeşînin, li qadê û hawirdora dîjîtal bi êrişên fîzîkî, tirsandina qanûnî û cudakariya zayendî rû bi rû dimînin. Ev zext gihiştine asteke ku ne tenê şert û mercên xebatê yên rojnamegeran, mafê civakê yê agahdarkirinê û pêvajoyên demokratîk jî dixe xeterê.

Di sala 2024an de yek ji mînakên herî berbiçav ên tundiya li dijî rojnamegeran qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên êrişên li ser Qereqozaq û Bendava Tişrînê dişopandin bû. Di 19ê Kanûnê dema êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMOyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, bi SÎHAyên Tirkiyeyê ve hedef hatin girtin. Li gel ku li ser wesayîtên wan bi zelalî ‘PRESS’ hatibû nivîsandin jî dîsa hatin bombebarankirin. Ev êrişa ku li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de pêk hat, binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên endamên çapemeniyê nîşan da.

Lazime rojnameger bêne parastin

Ev êriş ne tenê êrişeke li dijî rojnamegeran e, di heman demê de li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî û azadiya çapemeniyê jî binpêkirineke eşkere ye. Bertekên ku piştî bûyerê ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve hatin nîşandan, careke din pêwîstiya hişyarkirina cîhanê ya li ser pêwîstiya parastina rojnamegeran anî rojevê.

Pîvaneke din a zexta li ser rojnamegeran êrişên sîstematîk ên li ser platformên dijîtal e. Rojnameger, bi taybetî yên ku li ser mijarên hestiyar ên wekî mafên jinan, herêmên pevçûnan û mafên mirovan dixebitin, bûne hedefa kampanyayên nefretê yên organîze, eşkerekirina agahiyên şexsî û tacîza sîber. Ev cureyê tundiya dijîtal ne tenê karê rojnamegeran di karê xwe de zehmet dike, lê di heman demê de dibe mekanîzmayek ku ewlehiya wan a derûnî û laşî dixe xetereyê.

Gelek rojnameger hatin darizandin

Zextên hiqûqî weke amûreke sîstematîk a bêdengkirina rojnamegeran berdewam kir. Di tevahiya sala 2024an de, gelek rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên rexneyî hatin darizandin û bi pêvajoyên dozên dirêj rû bi rû hatin hiştin. Ji aliyekî din ve, piraniya tawanbarên gef û êrişan li dijî rojnamevanan bêceza man û vê yekê jî çandeke bêcezakirinê ava kir ku tundiya li dijî endamên çapemeniyê zêde kir. Bikaranîna mekanîzmayên qanûnî ya li dij parastina mafên rojnamegeran weke amûreke tirsandinê tê bikaranîn, ji bo çapemeniya azad xeteriyeke cidî ye.

Bi rêk û pêk çapemeniya azad dikin hedef

Dema zextên fîzîkî, dijîtal û hiqûqî yên li ser rojnamegeran tên cem hev, xeteriyeke sîstematîk a ku çapemeniya azad dike hedef derdikeve holê. Rojnameger, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, ne tenê di gihandina agahiyan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, di heman demê de dema ku pîşeyê xwe dimeşînin li ser ewlehiya jiyana wan jî xetere heye. Ev gefên li ser çapemeniya azad ne tenê mafên rojnamegeran binpê dike, her wiha mafê civakê yê bidestxistina agahiyên rast û bêalî jî binpê dike. Her rojnamevanekê/î ku tê bêdengkirin, beşeke êrişa li dijî mafê civakê yê wergirtina nûçeyan û hînbûna rastiyê ye.

Pêwiste tedbîrên lezgîn bêne girtin

Ji bo dawî li êrişên li dijî rojnamegeran û parastina çapemeniya azad bê kirin divê tevdîrên lezgîn bên girtin. Beriya her tiştî divê mekanîzmayên edaletê bi awayekî bi bandor bixebitin da ku êrişkarên li hemberî rojnamegeran bêceza nemînin û bersiva darazê ya li hemberî van binpêkirinan bi awayekî zelal bê diyarkirin. Divê li dijî êrişên sîber û kampanyayên nefretê yên ku di hawîrdora dîjîtal de têne kirin tedbîrên bihêztir bêne girtin. Divê mekanîzmayên navneteweyî ji bo misogerkirina ewlehiya rojnamegeran, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, bêne danîn û destûr were dayîn ku rojnameger bi ewlehî li van herêman erkên xwe yên çavdêrên bêalî pêk bînin. Her wiha gelek girîng e ku rêxistinên navneteweyî yên ku azadiya çapemeniyê diparêzin binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran zelaltir bikin û li dijî van binpêkirinan gavên berbiçav bavêjin. Rakirina zextên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo parastina mafên takekesî, ji bo pêşeroja civakên demokratîk jî pêwîstiyek e.

Êrişên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo komeke profesyonel pirsgirêk e, lê belê qeyraneke ku pêşeroja civakên demokratîk dixe xetereyê. Her rojnamegerê ku dema hewl dide pîşeya xwe bimeşîne, mîna rojnamegerên li Qereqozaq û Bendava Tişrînê bûne hedef, sembola têkoşîna çapemeniya azad e. Van sembolan careke din tînin bîra me ku parastina mafê civakê ya bidestxistina agahiyên rast, çiqas girîng e.

Daneyên binpekirinan wiha ne:

Daneyên binpêkirinên mafên rojnamegerên jin ên sala 2024’an wiha ne;

‘Binpêkirinên mafê jiyanê

* Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 30

* Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin: 10

* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 49

* Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin: 8

* Rojnamegerên der barê wan de biryara girtinê hatine dayin: 3

* Rojnamegerên hatine girtin: 4

* Rojnemegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane: 45

* Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin: 17

* Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin: 40

*Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 8

Binpêkirinên mafê raman

* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 37

* Rojnamegerên der barê wan de doz hatine vekirin: 29

* Rojnamegerên hatine cezakirin (Hejmara kesan): 25

* Cezayê girtîgehê: 52 sal û 9 meh û 17 roj

* Cezayê pereyan: 21 hezar û 240 TL

* Rojnamegerên darizandina wan didome: Ji 105 dosyeyan bi giştî 183 rojnameger

* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha): 5

Binpêkirinên mafên aborî

* Rojnamegerên dawî li karê wan hatiye: 6

Rojnamegerên girtî yên 2024an

* Elîf Ersoy – Berpirsa Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê

* Gulistan Dursun – Rojnameger

* Hatîce Duman – Midûra Karên Nivîsan û Xwediya Rojnameya Atilimê

* Lutfiye Burcu Kara – Rojnemeya Yekitiya Têkoşînê

* Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê ya berê

* Selamet Turan – Rojnameger

* Serpîl Unal – Rojnemeya Yekitiya Têkoşînê

* Pinar Gayip – Ajansa Nûçeyan a Etkînê

Rojnamegerên di 2024an de hatin berdan

* Bîrcan Yildirim

* Derya Ren – Nûçegihana JINNEWS’ê

* Dîcle Muftuoglû – Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê

* Dîlan Oynaş – Xebatkara Azadiya Welat

* Esra Solîn Dal – Ajansa Mezopotamyayê (MA)

* Nazli Ilicak

* Ozlem Seyhan – Rojnameger

* Sîbel Mûstafaoglû

* Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê”

Etîket: 2024binçavkiringirtiJinMKGRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

30 ADAR 2026
‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

30 ADAR 2026
Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

28 ADAR 2026
Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026
Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (22)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne