Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî serdana Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag, daxuyaniyê da. Sirri Sureya Onder anî ziman ku bi qasi şer zimanê “Dê welêt parçe bikin’ jî zerarê dide û got: “Divê her kes berpirsiyar tev bigere. Dertê me aştî ye. Divê em zimanê toksît/jahrînî bidin aliyekî”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk tê, çûn Girtîgeha Kocaeliyê û bi Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag û wekîla HDPê Semra Guzel re hevdîtin kirin.
Li ser navê heyetê Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder daxuyanî da û wiha got: “Em bi Hevseroka xwe Fîgen Yuksekdag û wekîla me Semra Guzel re axivîn. Tenduristiya wan û morale wan baş bû. Silavên wan ji raya giştî re hebû. Dê sibê li ser hesabê xwe bi berfirehî agahî bide. Xwestin em parve bikin ku em li pişt pêvajoyê ne û çi bikeveser milê wan dê bikin. 5 sal berê ez ji vê girtîgehê derketibûn. Niha disa li ber deriyê vê girtîgehê diaxivim. Vî welatî 10 salên dirêj winda kir. Du tiştên ku mirov nikaribe şûna wan tijî bike çûn. Yek jê canên ku me winda kirin. Ya din jî me dem winda kir. Gelek gazî û şehîdên vî welatî çêbûn. Diyariya herî mezin ku em bidin wan, divê em vî şerî bidawî bikin û li şûna wê aştiyê pêş bixin.”
Wîcdanê gel rastiyê nîşan dide
Sirri Sureya Onder anî ziman ku aştî bi nerîna li çavên zarokên xwe dikarin ava bikin û wiha got: “Ji ber ku zarok mîrateya şer heq nakin. Divê em li gorî berpirsiyar, wicdan û mirovahiyê welatiyekî aştiyane diyarî wan bikin. Bawer bikin zimanê ku dibêje ‘Dê welat parçe bibe, cot al, cot ziman” bi qasî şer û çeke zerarê dide me. Tiştekî wisa di rojeva me te tune ye. Me tiştekî wisa niqaş nekir û neanî rojevê. Tişta ku em dixwazin ava bikin aştî ye. Yên ku fikarên wan, pirsên wan û nerînên wan hene em amade ne ku li wan guhdar bikin û bi wan re niqaş bikin. Hem wekî partî û hem jî wekî heyet em amade ne. Tişta em rica dikin vî zimanê toksît/zeng dînin aliyekî. Du mifteyê vê meseleyê hene. Yek cîddîyet û ya din jî samîmîyet e. Ev mesele ne ya Ahmet, Pervîn û ya min e. Ev mesele, derdê hemû welêt e. Em li benda her kesî ne ku piştgiriyek erênî bidin. Em zimanê xwe naguherînin. Her çend kesên bi zimanê êrîşkar nêzîk bibin jî em zimanê xwe naguherînin. Dê gel samîmîyeta wan diyar bike. Hefteyek e em di rêyan de ne. Em dibinin. Yên me hembêz dikin. Yên dibêjin bi lez bikin hene. Wekî her carê wîcdanê gel rastiyê nîşan dide. Em tu beşên civakê li dervê vê pêvajoyê nahêlin. Derdê me avakirina aştiyê ye.”