Hegel, di şexsê împaratorê fransî Napolyon de pergala netew-dewletê wekî “meşa xweda ya li ser rûye erdê” pênase dike. Ev meş bêguman du sed sal in bênavber didome. Lê niha li Kurdistan û Rojhilata Navîn xetimiye û difetise.
Tê zanîn qada şaristaniya serdestiya dewlet û desthilatdariyê Kurdistan e. Li ser vê axê; şer, qetlîam, komkujî, bêexlaqî û dij-civakiyê şaristanî saz bûbû. Piştî bi hezaran salan, li Kurdistanê bi heman rengî şaristaniya serdest li dijî gelan şer dike, komkujiyan dike, li dijî jin û xwezayê ye û dij-civak e.
Napolyon, hemû daneheviya şaristaniyê di kesayeta xwe de berhev dike û xwe wekî nûnerê xweda îlan dike. Lewre xwe wekî hêza qiralê Romayiyan Sezar û împaratorê Makedonî Îskender didît. Di sala 1802an de li Fransayê baweriyê vê hêza xwe tîne û pergala netew-dewlet ango “meşa xweda ya li ser rûyê erdê” tîne ziman. Du sed sal in ev meşa xweda di destpêkê de li Ewropa û piştre jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn, her deverê ku diçe ji bilî qetlîam, komkujî û dij-civakbûyîn tiştek nekiriye. Qiralên Sumeriyan çawa ku xwe wekî xweda pênase dikirin û gel kole û xizmetkarên xwe didîtin, bêguman pergala netew-dewlet jî li ser vî bingehî ji devê Napolyon hatibû ziman.
Gelên Îsraîlî, ango Cihû di pirtûka pîroz a Tewratê de xwe wekî “Gelê ji aliyê xwedê ve hatine bijartin” pênase dikin. Ev gotin di qirna 19emîn de di rastiya pergala netew-dewletê de rê li bîrdoziya nîjadperest vedike. Lewre ji bo her netewî dewletekê ferz tê dîtin. Di kîjan welatî de kîjan netew serdest be dewlet li ser navê wan tê avakirin. Bi vî rengî şerên li Ewropayê û nemaze şerê yekemîn û duyemîn ên cîhanê rû didin.
Tê zanîn ku li Almanyayê di sala 1933an de Hîtler di encama dijberî û nefreta xwe ya li dijî Cihûyan hatibû ser desthilatdariyê. Gotina Cihûyan a “Em ji aliyê xwedê ve hatine bijartin” herî zêde zirarê dide wan bixwe. Hîtler gelê Alman jî bi heman gotina Cihûyan wekî “Nijadê serdest” pênase dike. Bi vî rengî bi milyonan Cihû di komkujiyê re derbas kir. Lewre îro çawa ku li Tirkiyeyê tê gotin “Tirkiye ya Tirkan e”, li Almanyayê jî dihat gotin ku Almanya ya Almanan e. Ev gotin çiqas dişibe gotina Cihûyan.
Li Kurdistanê di şexsê Tirkiye û Îranê de sed sal in meşa Napolyon didome. Desthilatan li Tirkiyeyê tirk, li Îranê fars, li Sûriye û Iraqê jî ereb wekî milletên ji aliyê xwedê de hatine bijartin, dîtin. Ji ber van polîtîkayên yekperest di sala 1915an de gelê ermen û suryan di komkujiyê re derbas kirin. Li dijî gelê kurd jî bi heman polîtîkayan sed sal in bi hemû cureyên êrîşan pêk tînin. Li dijî çand, huner, ziman, civak û siyaseta kurdan polîtîkayên îmha û înkarkirinê xistin meriyetê. Hem dewleta tirk hem jî dewleta Îranê bi polîtîkayên netew-dewlet ango yekperest gelê kurd di her qadê de bi tunekirinê re rû bi rû hiştin.
Di şerê cîhanê ya yekemîn û duyemîn de bi milyonan mirov ji ber van polîtîkayan hatin qetilkirin. Di encama van polîtîkayên pergala netew-dewletê modela Yekitiya Ewropayê wekî çareseriyekê hat jê girtin. Bi komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin re jî şerê sêyemîn a Cîhanê hatiye destpêkirin. Armanc heman saziyek wekî Yekitiya Ewropayê li Kurdistan û li Rojhilata Navîn ava kirin bû. Dema ku ev bihata kirin dê pergala kapîtalîst bihata restore kirin. Ango pergala kapîtalîst armanc dikir ku di Kurdistan û Rojhilata Navîn de meşa Napolyon nûjen bike. Lê Rêber Abdullah Ocalan û PKK ji bo wan asteng bû û bi vî rengî Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin.
Rêber Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî û xwediyên vê pergala îşkenceyê modelek nû ava kir. Di ferqê de ye ku pergala kapîtalîst û modela wê ya netew-dewletê îflas kiriye. Li dijî hemû saziyên kapîtalîst alternatîfa modernîteya demokratîk bi pêş xist. Her wiha li dijî modela netew-dewletê modela konfederalîzma demokratîk bi pêş xist.
Bêguman meşa Napolyon a niha di şexsê Tayyip Erdogan de li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn berdewam dike. Erdogan ji xwe zûde ye xwe wekî nûnerê xwedê yê li ser erd îlan kiriye. Ji Napolyon zêdetir xeyalên împaratoriya cîhanî dike. Lê asteng Tevgera Azadiya Kurd e. Ji ber wê jî ji nefret û dijberiya Kurdetiyê di raya giştî de wekî nexweşekî rihî tê bi navkirin.
Erdogan bixwaze û nexwaze jî meşa Napolyon a li Kurdistan û Rojhilata Navîn qediya. Lewre Hîtler ji nexweşiya li dijî cihûyan xwest cihê Napolyon bigire. Lê piştî 12 salan ji vê nexweşiyê xwe bi xwe kuşt. Li Iraqê Sedam jî heman xeyal dikir. Bi têkçûyîna Hîtler li Ewropayê şerê duyemîn a cîhanê bi dawî bibû û modela netew-dewletê têk çû. Bi têkçûyîna Sedam ve jî hat dîtin ku li Rojhilata Navîn jî ev model îflas kiriye. Erdogan jî nexweşek ji Hîtler û Sedam xerabtir e. Statuya li Rojava û hêza PKKê ev nexweşiya wî zêdetir kiriye. Di encamê de Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê li dijî pergala netew-dewlet, tevî vê li dijî şaristaniya serdest alternatîfa şaristaniya demokratîk pêş xist û niha ev şaristanî careke din li ser kokên xwe şîn dibe.