• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dengbêjî civak bi xwe ye’

Mahmût Altintaş /AW

28 MIJDAR 2024 - 08:46
Kategorî: ÇAND, ROJANE
A A
Şirnex – Dengbêjî di çanda Kurdistanê de xwedî rolek mezin e. Bi xêra çanda dengbêjiyê dîrok, çand û serpêhatiyên kurdan zindî mane û kurdan hebûna çanda xwe parastiye. Dengbêj Mihyedîn Dûymak dibêje dengbêjî civak bi xwe ye. Li gorî wî dengbêj dîroka zindî ye.

Kurdistan xwedî dîrokeke kevnar e. Gelek çand û folklor di nava demê de derketinê holê û heta îro hatine. Tevî zex, zordarî, dagirkerî û polîtikayên pişaftinê yên dewletên serdest jî ew çand hatine parastin. Yek ji van çandan jî dengbêjî ye. Dengbêjî xwedî dîrokeke kevnar e. Li dijî polîtikayên pişaftinê yên dewletên serdest li ser erdnîgariya Kurdistanê; dengbêjiyê çand, ziman û dîroka Kurdan parastiyê û bûye çavkaniya hebûn û xwebûna neteweya Kurd. Bûyerên ku di nava civakê de jiyane, geşedanên dîrokî ku pêk hatinê, rewşa ku Kurd di nav de dijîn bûye çîrok û ew çîrok ji aliyê dengbêjekê/î ve hatiyê ziman. Denbêja/ê ku wê çîrokê bi dengekî efsûnî bi maqamekî vedibêje tenê stranekê nabêje di heman demê de, dîrokekê vêdibêje. Ew yek jî tevî bindestî û dagirkeriyê jî bîra Kurdan a dîrokî zindî dike û ziman û çanda Kurdî derbasî nifşên nû dike.

Dengbêjî di nava xwede li gor herêman û bajaran taybetmendiyan dihewînê. Dengbêjiya her herêm û bajarekî xwedî taybetmendiyek e. Dengbêj Mihyedîn Dûymak ku di sala 1963’an de li gundê Deşta Lalê ya giredayî Şirnexê ji dayik bûye ji zarokiya xwe dest bi dengbêjiyê kiriyê. Mihyedîn Dûymak li herêma Botan dengbêjiyê dike û li ser dengbêjiyê xebatên wî yên lêkolîniyê hene.

Tasek ava dengbêjiyê vexwariye

Em li parqa Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dengbêj Mihyedîn Duymak re hatin ba hev. Mihyedîn Dûymak ji mere dema xwe veqetand û qala dengbêjî û taybetmendiya dengbêjiya herêma botanê kir.
Mihyedîn Duymak ku her tim cil û bergên Kurdî li xwe dike, ewil qala çêkirina Birca Belek kir û ket nava pêlê dîrokê. Em li wir ji bo hevpeyvînê derbasî Saziya Çand û Ziman a Birca Belek bûn. Li ser banê avahiya saziyê ku li wir bircên dîrokî jî xuya dikin me dest bi hevpeyvîna xwe kir. Mihyedîn Dûymak ji aliyekî ve tizbiya xwe dikşînê û ji aliyê din ve çawa dest bi dengbêjiyê kiriyê vêdibêje. Mihyedîn Dûymak diyar kir ku bavê wî jî dengbêj bû û wî dengbêjî ji bavê xwe hîn kiriyê. Dûymak ku ji zarokiya xwe dest bi dengbêjiyê kiriyê û niha newiyên xwe ferî dengbêjiyê dike. Mihyetîn wiha qala serpêhatiya xwe û dengbêjiya xwe dike: “Di nava malbateke Kurdewar û oldar de mezin bûm. Dema ez biçûk bûm li gundê me şevbuhêrk û civat çêdibûn. Dayik û bavê min jî ez bi xwe re dibirim civatan. Min jî li wir guh dida civatê û ew temaşe dikirin. Di wan civatan de dengbêjî jî dihatin gotin. Hezkirina min a dengbêjî jî wisa destpêkir. Dikarim bejim ku min çavê xwe li jiyanê vekiriyê û tasek ava dengbêjiyê vêxeriyê. Bav û bapîrê min jî dengbêj bûn. Hem malbata bav û hem jî ya dayika min denbêj bûn. Wan jî bandor li min kir. Piranî jî min bavê xwe dengbêjî hîn kir. Bavê min mamosteyê min e yekem bû. Ez hê biçûk bûm. Bavê min bang li min kir û got were li cem me û ji me re stranekê bibêje. Wê deme civaka li wir jî ji bo min gotin ew ê bibe dengbêj. Piştî wê rojê min dest bi dengbêjiyê kir. Di civat, dawet û şevbuhêrkan de min dengbêjî dikir.”

‘Me gelek êş dîtin’

Bindestî û dagirkeriya li ser êrdnîgariya Kurdistanê bûye sedema êşên mezin ji bo gelê Kurd. Mihyedîn Dûymak jî ji van êşan para xwe girtiye. Piştî ku ew ji ber zext û zorên dewletê neçarî koçberiyê dibin neçar dimînê ku navberê bide dengbêjiyê. Mihyedîn Dûymak ku êşa wan rojan hê di dilê wî de ye zext û zorên ku kişandinê wiha tîne ziman: “Di salên 1984-1985’an de ji ber zext û zordariyan dewletê em neçar man ku koçberî Nisebînê bibin. Wê demê min jî navber da dengbêjiyê. Wê deme me gelek êş û zext dîtin. Piştrê em dîsa vegeriyan gundê xwe. Lê gundê me piştî ku hat vala kirin em vê carê koçî Cizîrê bûn. Berê em li gundan azad dijiyan. Lê piştî salên 1984’an zext û zora dewletê zêde bû. Min jî ji wan zext û zoran para xwe girt. Ez her tim di nava kar û xebatên çand û civakî de bûm. Di 2011’an de bi hinceta KCK hatim girtin. Sedem jî kar û xebatên dengbêjiyê bû. Jixwe di dosyaya min de jî cih girtibû. Piştî 8 mehan hatim berdan û min di nava kar û xebatên ziman û çandê de cih girt. Niha jî cih digrim. Niha jî li Cizîrê di saziya Çand û Ziman a Birca Belek de xebatên xwe didomînim.”

Pirtûka li ser dengbêjiyê amade dike

Mihyedîn Dûymak di heman deme de bi karê nivîsê re jî alaqadar dibe û bi Ruşen Demîr ve pirtûkeke bi navê “Lêhîstokên herêma Botanê” jî çapkiriyê. Her wiha li ser dengbêjiyê jî lêkolînan tomar dike û amadekariya pirtûkeke dike. Mihyedîn Dûymak bi van gotinan balê dikişîne ser xebatên xwe: “Ez li ser lêhîstokên zarokan, çîrokên zarokan û dengbêjiyê dixebitim. Min pirtûka lêhîstokên zarokan çap kiriyê. Lê yên din jî di destê min de ne û di demekê nêz de wê bên weşandin. Bi van xebatan dixwazim çanda me ya dîrokî derbasî nifşa nû bikim. Ji bo kevneşopî û dengbêjiya me winda nebe min xwest xebateke bi vî rengî bikim. Dengbêjiya Botanê xwediyê taybetmendiyekê ye. Payizokên herêmê bi nav û deng e. 18 makamên folklorik ên taybetmendiya dengbêjiya Botanê heye. Li ser vê jî min xebatek kiriyê û di demekê nêz de weke pirtûk wê bê çapkirin.”

‘Dengbêj dîrokê zindî dihêle’

Mihyedîn Duymak bal kişand ser rewşa dengbêjiya îro û xemgîniya xwe bi van gotinan tîne ziman: “Divê em li dengbêjiyê xwedî derkevin.” Mihyedîn Dûymak destnîşan dike ku dengbêjî ji bo civakê xwedî wate û girîngiyeke mezin e û wiha girîngiyê vedibêje: “Berê civak bi hev re bû. Parvekirinek hebû. Hemû kar jî bi hev re dihat kirin. Ji ber wê jî stran derdiketin holê. Lê mixabin niha ew civakbûn ji holê rabû ye. Ji ber wê jî weke berê dengbêjî dernakeve pêş. Dema dengbêjek diçê ser dîlovaniya xwe dîrokek jî bi wî re winda dibe. Mixabin xwedîderketina dengbêjan jî tuneye. Dengbêjî ne tenê dengbêjî ye. Di heman deme de çîrok e, jiyan e. Bûyerên ku rojanê çêdibin dibe çîrok û weke dengbêjî tê gotin. Dengbêjî ne karekî ji rêze ye. Dengbêjî civak bi xwe ye. Ji ber wê jî divê xwedî lê derkevin. Dengbêjî tu car winda nabe. Niha ez newiyên xwe hînî dengbêjiyê dikim. Lê heke em xwedî dernekevin dê qels bibe.”

Çîroka strana westanî

Dengbêj Mihyedîn Dûymak di navberê de balê dikişîne ser çîroka stran a Westanî wiha dibêje: “Ew stran di sala 1596’an de ji hela jina bi navê Eyşexan hatiyê gotin. Dema Hûsta Heno kevirên Birca Belek datînê (Ji ber ku kevirên bircê reş û sipî ne jê re dibêjin Birca Belek) Eyşexan dixwazê bi vê stranê êş û jana dilê xwe ji Hûsta Heno bide femkirin. Eyşexan li Cizîrê ji malbateke Mîran e û hevjînê wê ji ber ku jin û mertî bi wî re tunê bû ye Eyşexanê bi gotina, “Masî di binê heft baranê de hewceyî avê ne” dixwazê derdê xwe ji Hûsta Heno bide fehmkirin.”

Mihyedîn piştî qala çîroka stranê kir, tizbiya xwe kişand serê xwe kir ber xwe û bi dengekî dilşewat ew stran got: “Hey mala min hey mala a min/ Westanî jê re dibejine xweş Westanî Westanî êjê re dibêjine xweş Westanî lê ê ê hey lê lê êê/ Hosta Heno li Çiyayê Dêra kursiyo birîne e, va şagirtiya li ser avamezin, bi kelekû gemî û qayika anîn lê hey lê ê ê hê êê. Sala paşî Hosta Heno li ser sekinî ê ê, eva şagirtiya kursiyo birine banî, Nikana Hosta Heno esasê Birca Belek danî lê ê ê hey lê êê Hosta wo o ez ê ketime bextê te û xwedê da a ,tu wê kulekên qazan û qumriya lê vekeraserî vî şertyanî lê ê hey mala min heylo li min xeribo oo. Hey lo dinyayê pîçû betalê ê, feleka me xayîn e ji kesî re namînê lê ê ê hey lê lê êê.

Hey mala min hey mala aa min, ji sikê heya sere meydanê ê, hosta wo tu yê bisekine li ser xezînê ê ê. Tu yê ji xezînê kelek zêr derine ji zêrê Hindistanê ê, Tu yê deyne li ser sidanî bide li ber çarkûçik û mezrebanî lê êê. Tu w? xezêm û bazinekê çêke bikişîne bi ezmaní, Tu yê bike du gustilkên aşiq û mehşüga li qeysa destê Eyşexanê lê lê hey lê ê lê êê. Da rojên eyd û seyrana xelk û alem bibêjine e, piroz be li xweyi û xwedani lê ê hey mala min heylo li min xerîbo o. Hey lo dinyayê piç û betalê ê, Faleka me xayîn eji kesî re namine lê ê ê hey lê lê êê. Hey mala min hey mala aa min, Serikê Quranê Elif û bê ê ne, binê Quranê Elif û bê ê ne. Dibêjine sekir û nebat ji Hinde ê ê ne, Xendek û Cirehiya mala xweyî şewiti li pêsberi Dêrê êê ne…. û stran berdewam dike.

 

Etîket: çandfolklorKurdistanMihyedîn Dûymak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

24 ADAR 2026
Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

24 ADAR 2026
Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

21 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

21 ADAR 2026
Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne