Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 11 sal berê dema şande diçûn Îmraliyê gotibû “Ji bo pêvajo bi erênî pêş bikeve divê berî her tiştî girtiyên nexweş bên berdan û destkeftiyên Kurdan bên parastin.”
Piştî 9 salan şandeya ku ji Pervûn Bûldan û Sirri Sureya Onder pêk dihat, di 28ê Kanûna 2024an de çû Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyeta DEM Partiyê di 29ê Kanûnê de peyamên Rêbêrê PKKê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê bi raya giştî re parve kirin. Beriya wê heyeta BDP û HDPê di mijdara 2013an de çûbûn Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan dîsa hin pêşniyar û rexneyên xwe li hikûmetê kiribû.
Serokwekîlên Koma BDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê yê ji pêvajoya çareseriyê û muzakerayan berpirsiyar Sirri Sureyya Onder, di 9ê mijdara 2013an de çûbûn Girava Îmrali bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Îdrîs Balûken, piştî hevdîtinê naveroka hevdîtinê bi ajansa DÎHAyê re parve kiribû û bal kişandibû ser nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo berdana girtiyên nexweş û tifaqa gelê kurd û tirk.
Îdrîs Baluken diyar kiribû ku pêvajoya jêre “Pêvajoya çareseriyê” tê gotin hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn derî li pêşveçûnên dîrokî vedike û diviyabû heta niha mekanîzmayên vê pêvajoyê hatibana avakirin û gotibû: “Me got ku divê di çûnûhatinan de perîyodên diyarker bên destgirtin. Yanî me gelek caran anî ziman ku divê ji 15 rojan carekê malbat, her hefte jî parêzer biçin Îmrali. Lê belê der barê vê de tiştek nehat kirin.”
Îdrîs Baluken, anîbû ziman ku bi nasnameya xwe ya nû yanî bi nasnameya HDPê cihgirtina Sirri Sureyya Onder a di nav heyetê de girîng û bi wate ye û wiha anîbû ziman: “Ne tenê HDP, partiyên din jî dibin, wek CHP û AKP. Ango dibe bi mekanîzmayeke wiha serdan çêbibin. Mafekî esasî yê parastinê heye. Hîn jî parêzer ku nikarin biçin giravê mezinûna bêhuqûqiyê nîşan dide. Di heman demê de divê doktor jî biçin. Çûyîna heyetên serbixwe jî girîng e. Ji bo Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe bi rêya wan kanalên ragihîne.”
Abdullah Ocalan: Dewletê gavên pêwîst neavêtin
Îdrîs Balukên nêrînên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi van gotinan gotibû: “Birêz Ocalan diyar kir ku nêzî salekê ye 24 saetên xwe ji bo ev pêvajo veguhere aştî û çareseriyek mayînde xerc dike. Lê anî ziman ku hikûmet û dewletê hesasiyeta pêwîst nîşan nedane û gavên pêwîst neavêtine, pêvajo hîn zêdetir li ser îradeyeke aştiyê ya yekalî şekl digire.”
Abdullah Ocalan: Hikûmet di demokratîkkirana Tirkiyeyê de kêm ma
Îdrîs Baluken wiha berdewan kiribû: “Birêz Ocalan destnîşan kir ku nêzîkatiyên dewletê yên di çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de heta niha kêm maye. Birêz Abdullah Ocalan sedema ku pêvajo heta niha dirêj bûye bi mijara ku dewlet bingeheke qanûnî ya li vê îradeyê xwedî derkeve amade nekiriye ve girêdide. Birêz Abdullah Ocalan ji destpêka pêvajoyê heta niha bendewariyên xwe yên ji hikûmetê wiha anî ziman, ‘Dema vê pêvajoyê dest pê kir, em li bendê bûn zîhniyeteke ku bi salan a li ser prensîba hegemonîk şekil girtiye bê guhertin, diviyabû wisa bûya. Heta ku ev zîhniyeta hegemonîk dewam bike hem di aliyê pêvajoyê de rîskên ciddî wê bihewîne û hem jî gotinên partiya desthilatdar ên ji gel re gotine wê vala derkevin.’ Ji ber vê yekê diyar dike ku pêwîst e şoreşeke zîhniyetê, nêzîkatiyeke veguhertinê esas bê girtin.”
‘Ji bo aştiyê divê sînor bên rakirin’
Îdrîs Baluken anîbû ziman ku divê şoreşa zîhniyetê û nêzîkatiya bi prensîb a Birêz Abdullah Ocalan pir bi girîngî bê destgirtin û gotibû: “Birêz Ocalan, Şoreşa Rojava ji bo hêzên herêmê û gerdûnî wek qadeke şerê desthilatdariyê yê li ser Rojhilata Navîn dinirxîne. Birêz Ocalan di vê qadê de ji bo kurdan bidestxistina destektiyan û xistina bin garantiyê pir girîng dibîne. Birêz Ocalan xwedîderketina li wan destketiyan ji bo pêvajoyê jî guncaw dibîne. Pêvajoya di hundir de berê wek tifaqa kurd-tirk terîf kiribû û tespîta, ‘Di rewşeke wiha de eger hûn bi têl û sînoran nêzîk bibin wê bê wê wateyê ku wê ev pêvajo fêm nekiriye.” Birêz Ocalan dibêje ku pêwîst e êdî Tirkiye têkildarî kurdan dest ji huqûqa dijminatiyê berde. Birêz Ocalan pir zelal diyar kir ku eger aştî pêk bê divê êdî têl û sînor bên rakirin, nêzîkatiyên der barê Rojava de yên wek xeta sor tên terîfkirin ji bo pêvajoyê bi talûke û hewldanên fetisandina îradeya kurdan e.”
‘Abdullah Ocalan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş’
Îdrîs Baluken anîbû ziman ku Rêberê PKKê Ocalan bal kişandiye ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivîbû: “Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin, neberdana girtiyên nexweş ji bo pêvajoyê jî xeter e û pirsgirêkên di girtîgehan de ji aliyê gelê kurd ve jî nayê qebûlkirin. Di rojên pêşiya me de em di wê baweriyê de ku hikûmet hin avan biavêje. Ji ber ev mijareke însanî ye. Ne siyasî ye. Eger we biryara aştiyê dabe divê hûn mijareke wiha însanî ji xusûsa bazariyê derxin.” Baluken diyar kir ku pêwîst e hikûmet li pey gavên ku baweriyê ava bikin de be û tevî girtiyên nexweş wekîlên girtî jî di vê çarçoveyê de ne.”