Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji Kongreya Meclisa Ciwanan a BDPê ya Asayî ku di 30ê mijdara 2013an de pêk hat re, peyam şand û got: “Ciwan ji bo civakek ku bixwaze pêş bikeve û xwe biparêze xezîneya jêveneger e. Parastina civakê di her serdemê de peyvira ciwanan a sereke ye. Heta ku civak neyê parastin siyaset jî nayê kirin. Divê li gel parastina rewa siyaseta demokratîk û cewherê polîtika demê be.”
Meclisa Ciwanan a DBPê di 30ê mijdara 2013an de 1emîn Kongreya xwe ya asayî li Amedê pêk anîbû. Bi hezaran ciwanên kurd û ji Tirkiyeyê û ji derve hatibûn beşdarî kongreyê bûbûn. Di kongreyê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwendin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Ciwan ji bo civakek ku bixwaze pêş bikeve û xwe biparêze xezîneya jêveneger e. Parastina civakê di her serdemê de peyvira ciwanan a sereke ye. Heta ku civak neyê parastin siyaset jî nayê kirin. Divê li gel parastina rewa siyaseta demokratîk û cewherê polîtika demê be.”
Abdullah Ocalan di berdewama peyamê de anî ziman ku di çarçoveya Kurama Modernîteya Demokratik de 3emîn avakirina xwe ya mezin pêk anîne û wiha got: “Di vê pêngava welidandina pêngava 3emîn de ez vê 1emîn Kongreya we Mezin a Asayî bi heyecan û coşek mezin a Şoreşgerî silav dikim. Civakek ku bixwaze xwe pêş bixe û mezin bike ciwan xazîneya wê ya herî mezin e. Wekî meclisa ciwanan xwedî rol û peyvirek dîrokî û rojane ya girîng in. Li gorî peyvir û berpirsiyariyê divê di qada bîrdozî, politik, rêxistinî û mirovahiyê peyvir û erkên ku pêk bînin hene. Di vê pêvajoya 35 salan bi qazî avakirin û welidandinê mezinkirina vê têkoşînê jî bi jan û êşên mezin heta îro hat. Em bi israra “Jiyana Azad” hatin heta iro û me hebûna xwe îspatkir. Hîm û faktora herî mezin a Jiyana Azad ku heta îro hatiye jî ciwan in. Xal û faktora girîng jî perwerdehî ye.
Perwerdehî, ji bo me erk û peyvira herî mezin a ji bo hebûnê ye. PKK, wekî tevgera ciwan û perwerdehiyê ye. Bi perwerdekirinê xwe pêş xistiye û bûye tevgera gel. Ji perestgeha Sumerên Rahîp heta niha hemû rêxistin, pergal û dewlet li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe kadroyan ava dike.
Kes di saziyên dewletê de di bindestiya çînên serdest de vedigerin kesên bê îrade. Hemû hewldanên dewletê bi van saziyan kesên bê vîn û kadroyên di xizmeta xwe de ava bike. Ji ber vê yekê divê hûn şoreşa bawerî, bidin famkirin bidin agahdarkirin û hişmendiyê pêş bixin. Divê hûn li dijî hemû ferasetên îxtîdar, nijadperest, zayendîparêz, kol, oldar û liberal rawestin û ji wan dûr bikevin. Divê hûn bi derdê heqîqeta mezin têkevin rê. Ev hewldan dê bibe wesileya azadiya mezin û rêhevaltiya mezin. Lêgerîna kesên azad, vîn, fikra azad, jiyana kolektîf ku de bibe lêgerîha heqîqetê.”
‘Hûn nikaribin xwe xurt perwerde bikin hûn nikarin civakê jî biparêzin’
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di berdewama peyama xwe de anî ziman ku rêya herî sereke ya kesayetiya azad perwerdehiye û wiha berdewam kir: “Ger ku hûn xwe xurt perwerde nekin, hûn dê nikaribin civakê biparêzin. Perwerdekirin û birêxistinkirin peyvira sereke ya ciwanan e. Heta ku civak neyê parastin siyaset jî nayê kirin. Parastina cewherî cewherê siyaseta demokratik û cewherê politikayê ye. Ji ber ku demokrasî zimanê gerdûnê ye.
Peyvira demokrasiyê divê bibe hêza îfadekirina civakê. Divê karibe civakê bi rêxistin bike û tev li pêvajoyê bike. Îxtîdar li gorî demê û pevajoyê zimanê xwe diguhere. Divê polîtîkaya ciwanan jî li dijî wê xwe pêş bixe. Divê polîtîka li her derê pêş bikeve. Divê li her cihê ku polîtîka lê hebe ciwan jî li wir hebin. Gelê kurd di dîrokê de dema herî metin a polîtîkbûnê dijî. Ciwanên kurd jî netew dewlet derbas kiriye û modernîteya demokratik ava dike. Dê pêşengiya wê jî bike. Dê li dijî moderniteya kapîtalîst sincê ideolojik-politik, û rêxistina civakî pêş bixe.
Çiwan dê peyvira xerçê ya di navbera nasnameya kurd a hatiye bidestxisti nû jiyana azad pek bîne. Peyvir, xwezaya civakê, nirxên kesayediya azad, moderniteya demokratik, neteweya demokratik, aboriya demokratîk, jiyana ekolojîk, bi awayekî zanistî, felsefî, hunerî azad, wekhev, bikin malê gel. Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi ser bikevin. Bi vê hişyariyê em kongreyê pîroz dikin. Ez silavên xwe yên şoreşgerî ji kongreyê re dişînim.”