Wan – Nûnerê DFGê yê Wanê rojnameger Adnan Bîlen bi boneya salvegera kuştina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar axivî û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî rojnamegeran û got: “Ji Orhan heta Nazim, ji Apê Mûsa heta Cîhan di polîtîkayên dewletê de tiştek neguheriye.”
Li Wanê di 19ê çileya 1993yan de belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Orhan Karaagar re 30 sal derbas bûn û ev 30 sal in kiryarên Orhan Karaagar ku êvarekê gava diçû malê ji aliyê hin kesên çekdar ve hat qetilkirin, nehatine eşkerekirin. Bi dehan caran bi mirinê gef lê hat xwarin, lê Orhan Karaagar tevî hemû gefan jî dest ji karê xwe berneda. Orhan Karaagar, di dema darbeya 12ê Îlonê de 2 sal û nîvan di Girtîgeha Amedê de dimîne û piştî tê berdan li Wanê bû yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD).
Nûnerê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) yê Wanê Adnan Bîlen bi boneya salvegera kuştina 32yemîn a Orhan Karaagar ji Ajansa Welat re axivî û behsa heqîqeta Çapemeniya Azad kir.
Adnan Bîlen bi bîr xist ku Orhan Karaagar xebatkarekî çapemeniya azad bû û got ku tevî hemû zehmetiyên salên 1990î jî Orhan û hevalên weke wî hatin qetilkirin dev ji karê xwe bernedan. Adnan Bîlen anî ziman ku Orhan Karaagar wênekêşa hevalên xwe yên hatin qetilkirin avête milê xwe û dest bi xebatên çapemeniya azad kiriye. Adnan Bîlen diyar kir ku bi dehan caran ji hêla hêzên tarî yên dewlet û desthilata wê çaxê ew mezin kirî ve gef lê hatin xwarin û wiha berdewam kir: “Gef li Orhan Karaagar dixwarin û jê re digotin ‘vî karî berde’. Wî jî li dijî van gefan serî li gelek saziyên fermî dan, lê ti encam bi dest nexistin. Gef berdewam kirin û gelek caran jî hat binçavkirin. Lê Orhan ti caran li hember van gefan ser netewand û got ‘ez ê di vê rêyê de canê xwe bidin, lê ez vê rojnamê nahêlim’.”
‘Gava Orhan hatiye kuştin di bin milê wî de rojname hebûn e’
Adnan Bîlen destnîşan kir ku Orhan Karaagar heta roja hatiye qetilkirin jî rojname di destê wî de li kolanên Wanê digeriya û rojname belav dikir. Adnan Bîlen da zanîn ku gava li Taxa Îkî Nîsanê hatiye kuştin jî di bin milê wî de rojnameya Ozgur Gundemê hebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên Orhan kuştin hêzên tarî bûn, lê dewletê dizanî ka ew kî ne. Ji xwe piştî çend salan kesên weke Mûrat Îpek û çend kesên ku kujerên Orhan bûn îtîraf jî kirin. Kujerên Orhan yek û yek gotin. Malbatê ji bo kujerên Orhan bên cezakirin gelek serlêdan û xebat kirin, lê hêj jî kujerên wî nehatine dîtin. Niha dest û milên xwe dihejînin û li van bajaran digerin.”
‘Dewletê bixwe piştgiriya hêzên tarî dikir’
Adnan Bîlen bi lêv kir ku kujeran piştî kuştina Orhan Karaagar jî komkujiyên xwe berdewam kirin û gelek kes kuştin, gelek cih bombebaran kirin. Adnan Bîlen bi bîr xist ku kesên li Şemzînanê Pirtûkxaneya Ûmûtê bombebaran kirin jî heman kes bûn û wiha got: “Gelek bûyerên li Kurdistanê qewimîn ji hêla van kesên tarî ve hatin kirin. Dewletê bi xwe piştgiriya van kesan dikir, amûrên kuştinê dida wan, rê nîşanê wan dida, lîsteya kesên bin kuştin dida destê wan. Ev komkujî û bûyer li pêş çavên dewletê hatine kirin. Kuştina Orhan Karaagar jî bêxebera dewletê nebû, walitiya wê çaxê heta ewlehiyê hemû rayedaran dizanî wê Orhan bê şehîdkirin. Ji xwe pêşiya vê jî deh caran zêdetir jê re gotibûn ku ew dê wî bikujin.”
‘Dîroka Çapemeniya Azad dîroka şehîdan e’
Adnan Bîlen anî ziman ku piştî Orhan gelek kes hatin ku karê Orhan bigirin li ser milên xwe û rojnameyê belav bikin. Adnan Bîlen got ku Adnan Işik ê 6 meh piştî Orhan hatiye kuştin jî, ji kuştina Orhan bi bandor bûbû û dest bi xebata çapemeniya azad kir. Adnan Bîlen bi domdarî ev tişt got: “Adnan Işik, Orhan Karaagar nedîtibû, nas nedikir, lê piştî kuştina Orhan hat barê Orhan li erdê nehêla û da li ser milên xwe. Dîroka çapemeniya azad dîroka şehîdan e. Di cîhanê de ti çapemeniyan bi qasî Çapemeniya Azad a Kurd, şehîd nedane. Çapemeniya azad tevî van şehîd û bedelan jî li ser pêyan maye û hê jî karê xwe didomîne. Hemû hevalên me nirxên van şehîdan parastin û bilind kirin.”
‘Tiştek neguheriye’
Adnan Bîlen destnîşan kir ku di hemû saziyên çapemeniya azad de wêneyên şehîdên çapemeniyê hene û got ku her roja ew wan wêneyan dibînin bi moraleke mezin karê xwe dikin. Adnan Bîlen anî ziman ku hevalên wan ên jiyana xwe ji dest dan, ew zindî hêlane û wiha axivî: “Her roja ku em deriyên saziyên xwe vedikin wêneyên van şehîdan me pêşwazî dikin, lewma şehîdên me her roj me zindî dike. Lê mixabin em hêj jî şehîdan didin. 32 sal li ser şehadeta Orhan re derbas bûye, jiyan guheriye, cîhan guheriye, xweza guheriye, hemû tişt guheriye, lê zilma dewlet û desthilatdariyên Tirkiyeyê û dijminatiya li ser Kurdan neqediya ye. Ev dijminahî her roj bi zêdetir bûye û heta roja îro hatiye. Mehek beriya niha hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Tişrînê bi SÎHAya Tirkiyeyê hatin kuştin. Tu ji Orhan bigirî heta Nazim, tu ji Apê Mûsa bigirî heta Cîhan her salê, her demê me şehîd û bedel dane. Polîtîkayên dewletê neguheriye. Di salên 90î de dikuştin, niha jî diavêjin zîndanan, sirgun dikin, krîmînalîze dikin. Tiştek neguheriye.”
‘Bi dehan rojan eziyet li cenazeyên wan kirin’
Adnan Bîlen bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û bi bîr xist ku kesên dixwazin rojnamegerên hatine kuştin bi bîr bînin, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Adnan Bîlen behsa nehiştina anîna cenazeyên Cîhan û Nazim kir û wiha pêde çû: “Nehiştin malbat biçin cenazeyên zarokên xwe bînin li bajarên xwe veşêrin. Mafên wan ên herî însanî, exlaqî û wijdanî binpê kirin. Bi dehan rojan eziyet li canezeyên hevalên me kirin, eziyet li malbatên wan ên ku li deriyê sînor disekinîn kirin. Çawa Orhan mirin da ber çavên xwe û heqîqet û rastî kûçe kûçe gerandin, Cîhan û Nazim jî heman tiştî dikir. Li wir çi diqewime, Tirkiye li wir çi tîne serê Kurdan hevalên me ji cîhanê re radigihandin. Ti kesan newêra ku dagirkeriya li ser axa wan bîne ziman, her du hevalên me vegotin. Ti rojnamevanên din naçin Rojava ku buyerên li wir ragihînin. Em tenê li wir in.”
‘Wê rojekê mirad û meqsedên wan bê cih’
Adnan Bîlen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çapemeniya Azad li ser nirxên şehîdên çapemeniyê xwe ava kiriye. Ti kes êdî nikare xwe li ber vê lehiyê bigire, êdî nikarin pêşiya çapemeniya azad bigirin. Wê rojek bê, xeyalên hevalên me, mirad û meqsedên wan bê cih. Em ê herin li ser gorên wan û ji wan re bibêjin ‘vaye ev tişta ku we dixwest pêk hat û li Kurdistanê şîn dibe’. Ez bawerim ku dê rojek wiha bê.”