AKPê rapora xwe ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ku ji 63 rûpelan pêk tê radestî Komîsyona Meclîsê kir. Di rapora AKPê de “Mafê hêviyê”, rewşa girtiyên siyasî yên Kurd û daxwaz û mafên gelê Kurd cih negirt.
Komîsyona Meclîsê ya ku di çerçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de hatiye avakirin piştî qedandina guhdarîkirina beşên cuda yên civakê, ji bo pêvajoya çêkirina qanûnan dest bi berhevkirina raporên partiyên siyasî kir. Partiyên siyasî ku di Komîsyonê de cih digirin raporên xwe radestî Komîsyonê dikin. Herî dawî jî AKPê rapora xwe ya ji 63 rûpelan pêk tê radestî Serokatiya Komîsyonê kir.
Piştî ku Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Tayyîp Erdogan raporê nirxand, rapor radestî Komîsyonê hate kirin. Di raporê de “Mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî cih negirt. Her wiha ji bo rewşa girtiyên siyasî yên Kurd, endamên Tevgera Azadiyê, daxwaz û mafên gelê Kurd di rapora AKPê de cih negirt.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku qanûn piştî hemû gerîlayan çek danîn û Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî Peymana 10 Adarê tev li hikumeta Şamê bibe dê bên çêkirin. AKPê bi vî awayî rewşa HSDê weke şertek di raporê de diyar kir.













