Şirnex – Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê bi lêv kir ku di qonaxa nû ya Sûriyeyê de destê kurdan ji aliyê siyasî û lêşkerî ve xurt e û wiha got: “Tirkiye dixwazê di qonaxa nû ya Suriyeyê de kurdan dervê bihele. Lê ew ne pêkan e. Destê kurdan li herême xurt e.”
Li Sûriyeyê piştî ku Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) dawî li rejîma Baas anî û hikûmeteke demkî ava kir qonaxeke nû dest pê kir. Di heman wextê de komên çekdar ên weke SMO ku giredayî Tirkiyeyê ne, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Êrişên wan hê jî li herême berdewam dikin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyekî ve li dijî êrişên komên çekdar parastina herême dike û ji aliyê din jî bi hikumeta Suriyeyê ya nû re di nav tekiliyê de ye. Sûriye ku piştî şerê navxweyî yê 2011an ku hê jî êriş û alozî ranewestiya ne, di qonaxa nû de ye. Qonaxa nû ya Suriyeyê, dê bandoreke çawa li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bike, jî ji aliyê rayagiştî ya Kurdistanê û cihanê ve ji nêz ve tê şopandin.
Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê ku ji eslê xwe ji Qamişloyê û geşedanên li herême jî ji nêz ve dişopînê rewşa herême ya siyasî ji Ajansa Welat re nirxand. Alan Pîrê tekildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê bi lêv kir ku Tirkiye naxwaze Suriye di qonaxa nû de ber bi başiyê ve biçe û got: “Tirkiye dixwazê berjewendiyên xwe li ser herême ferz bike û nahelê pirsgirêkên Sûriyeyê bi diyalogê çareser bibe. Hezên Suriye ya Demokratîk (HSD) daxuyanî dabû ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêya demokrasiyê bên çareserkirin. Pêkhateyên Sûriyeyê yên din jî dibêjin heta rewş zelal nebe ew çekan bernadin. Tirkiye jî di vir de roleke neyînî dilîzê û weke desteke hegemon dest danî ser Sûriyeyê.”
‘Tirkiye dixwazê kurdan tune bike’
Alan Pîrê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku berjewendiyên Tirkiyeyê ne li gor dewletên navneteweyî ne û ev tişt gotin: “Ya ku dixuyê, planên Tirkiyeyê pêk nayên. Ji ber ku hem Wezareta Karên Derve ya Fransayê û hem jî ya Almanyayê serdana Şamê kirin û li wir gotin ku heke kurd û xirîstiyan cihê xwe di rêveberiya nû de nebinin ew hikumeta nû naçe serî. Ji bo wê ez bawer nakim ku destûrê bidin planên Tirkiyeyê. Ji aliyê din ve jî heke hikumeta Şamê ya nû li gor daxwazên Tirkiyeyê tevbigerin û kurd û pêkhateyên li Suriyeyê dervê bihelin şereke navxweyî wê pêk were. Kurd jî pêkhateyên din jî wisa hesan çekên xwe radestî Şamê nakin. Tirkiye bi destê çeteyan êrişî kurdan dike û dixwazê kurdan tune bike. Yanî armanca wan ne HSDyê bi tevahî kurd in.”
‘Destê kurdan xurt e’
Alan Pîrê balkişand ser bandora hikumeta nû ya Sûriyeyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serkeftina HTŞ ne serkeftina wan bû. Li hevhatineke navdewletî di wir de hebû. Wan li ser têkçûyina Baas li hev kiribûn. Ji ber wê ne serkeftineke lêşkerî bû. Rusya û Îran jî vekişiyan. Arteşa Sûriyeyê jî yek guleyek jî neavet. Heta niha ya ku dixuyê HTŞ êrişî herêmên kurdan nake. Jixwe armanceke wan a wisa tune ye. Heta niha hêzên navdewletî û dewletên ereb ku name ji HTŞê re şandinê em dibinin ku dixwazin kurd di rewşa nû ya Suriyeyê de cihê xwe bigrin. HTŞ jî heta niha li dijî Rêveberiya Xweser tu hewldan û gotinên wan ên xirab nebûn. Ew jî dixwazin bi Rêveberiya Xweser re bikevin diyaloge. Ji aliyê din ve jî destê kurdan li herême xurt e. Çekên kurdan hene, peywendiya kurdan bi Emerîqa re heye, li dijî DAIŞê şer dikin û girtiyên DAIŞê di destê Rêveberiya Xweser de ne. Ew her çar xal destê kurdan li herême xurt dike. Dewletên navnetewî jî bi awayekî vêkirî piştgiriya kurdan dikin. Lê Tirkiye dixwazê li gor berjewendiyên xwe naxwazê Kurd di Suriyeya nû de cih nagre. Lê ya ku Tirkiye dixwazê li Sûriyeyê ava bike ne pêkan e. Dibe ku di demên pêş de hêzên navdewletî ji Tirkiyeyê re jî bêjin karê wê li Sûriyeyê tuneye û derkevin.”
Girîngiya yekitiya neteweyî
Alan Pîrê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo kurd di qonaxa nû de cih bigirin û destkeftiyên xwe biparêzin divê yekitiya xwe avabikin û wiha bi dawî kir: “Baweriya gelê herême ya bi HSDê re, taybet jî piştî van êrişan xurt bû. Li derdora HSDê kom bûn. Ya girîng divê di vê qonaxê de em yekitiya xwe ava bikin. Dibe ku nerînên cuda di nav kurdan de hebin. Lê ji bo destkeftiyên herêmê bê mîsogerkirin divê em yekitiya xwe ava bikin. Divê li her derê mafê kurdan ê hiqûqî, çandî û rêveberî bê naskirin û em li hev bikin. Niha Sûriye bi awayekî mezin diguhere. Divê em jî di vê guherînê de cihê xwe bigirin. Ez ji bo pêşerojê pir bi hevî me. Ji ber ku destê kurdan ji aliyê siyasî û aliyê lêşkerî ve xurt e. Ji ber wê pêşeroja me jî baş xuya dike. Helbet dibe ku zahmetî hebin. Lê bi giştî pêşeroja kurdan baş xuya dike.”