Alî Dogan bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got: “Îtîqat û kultirê me da can êşandin, can girtin, xwînrijandin neheqî ye. Qomê me her daîm alîgirê hevkirinê ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kiribû. Vê bangê li cîhanê deng veda. Sazî û komele, gelê Kurd û dostên wî piştgirî didin banga dîrokî. Kurê Ocaxa Pîr Sewdîn Alî Doganê ku li Dêrsimê dijî ji ajansa me (AW) re axivî. Alî Dogan ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dilxweşîya xwe nîşan da û wiha got: “Îtîqat û kultirê me da can êşandin, can girtin, xwînrijandin neheqî ye. Qomê me her daîm alîyê hevkirinê ne.”
‘Qomê (qewmê) me her daîm alîgirê hevkirinê ye’
Alî Dogan aştî û wekhevîyê bi çand û kultura Dêrsimê ra girê dide û wiha dibêje: “Seba wê dîyarî (Dêrsim) şarê (gelê) me digot çi? Digot dîyarê ewlîyan, zîyaretan, nîşangehan, dara ûlî û kanîyan. Mekanê Xizir e digotin. Di wî dîyarî da bi îtîqat, kultur û înanç xweşîya xwe dida ajotin. Nika yê pêşîn qet qalê mekine. Çend sal in kû ne zîyareta me ma, ne dara ûlî ya me ma, ne kanîya me ma, ne ewlîyayên me man. Her tiştê me kulî bêxwedî man û çûn. Gund kulî wala bûn, têda xanî neman. Wê pêvajoyê da dîyarê me zêde êşên giran kişand. Tenê şarê me nekişand, ewliyayên me, ziyaretên me, dar û berê me kişand. Zilmeke giran bû. Qomê me hat talankirin û çû. Niha jî qala hevkirinê tê kirin. Dibên domkirina vî şerî rind nîne, bila bê sekinandin. Ji xwe di îtîqat, înanç û kultira me da can êşandin, can girtin, xwînrijandin neheqî ye. Nayê qebulkirin. Qomê me her daîm alîgirê hevkirinê ye. Hevkirin, lihevhatin, her kes bi zimanê xwe, bi înanc û îtîqata xwe jîyana xwe bidomîne pir baş e. Ew jî bila bikeve nava yasayan, qanunê baş çê bibin.”
‘Em di dil da ji bo aştiyê dua dikin’
Alî Dogan anî ziman ku ew bûne nebûne Elewî ne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heta darbeya Kenan Ewren ya 80yan di welatê me de camî tunebûn. Kenan Evren bi zorê 70-80ê camî da çêkirin. Yên ku diçin camîyê ez înanç û îtîqatê wanan ra tişt nabêjim. Niha ew camî hemû valanin. Heyf nîne? Gotina min ew e ku hinek gundên me hinek navçeyên me sedî sed Elewî ne, tu çima dibî li van deran camî çêdikî. Bav û kalên me kes neçûye camîyê. Diçin zîyaretan, diçin ewliyayan, xweşiya me ew bû. Em di dil da ji bo aştiyê dua dikin. Em dixwazin hevkirin hebe. Ev şerê ku hatîye ajotin gere êdî bi biratîyê, bi îqrarê bê rakirin. Di îtîqatê me da dema di navbera du alîyan de şer çêdibû, mirov diketin navbera wan, ew dianîn ba hev û di navbera wan da îqrarî çêdikir. Xirabî û şer ji ortê radikirin. Her du alî lihev dihatin.”
“Cihê ku neheqî lê heye li wir Heq tuneye”
Alî Dogan diyar kir ku ew dixwazin her du alî bên gel hev û vî şerî bidin sekinandin û got: Bila heqê hev û din nas bikin. Lihevhatin yek alî nabe gere du alî be. Her dû alî bên gel hev û qanûnan daynin. Qanûnên rind. Bila neheqî têda tunebe. Ew daxwaz û omidê me ye. Di îtîqatê me da, jîyana bav û kalên me da tê zanîn ku dema hevkirin hebe, neheqî tuneye. Heq yek e. Cihê ku neheqî lê heye li wir heq tuneye. Heq di biratîyê da ye. Heq di îqrarê da ye. Biratî çîye? Birtî hev û din nas kirin e. Înanc, îtîqat, ziman û kulturê hev û din naskirin e. Herî zêde hewcedarîya me bi biratîyê heye. Çawa kû erd bêbaran dimîne û dixwaze ku baran bibare, rahmeta Heq dixwaze û erd ji wî rahmet dibîne; qomê me jî ewqas hewceyê biratî û aşitiyê ye. Heke ev biratî tiştekî xweş tîne meydanê, wê çaxê çi dikeve ser milê me em hazir in. Em piştgiriyê didin, quweta xwe tevlê dikin. Biratî wekî baranê ji bo me hewce ye. Biratî yek alî nabe. Wekî misaîbtîya me Elewiyan parvekirin û bi hev ra di rê da çûyîn e.”