• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Alî Oremar: Divê di qonaxa nû de Tirkiye jî gavekê biavêje

Mahmût Altintaş / AW

9 TÎRMEH 2025 - 08:25
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Şîrovekarê siyasî Alî Oremar bi lêv kir ku piştî çekdanîna komeke endamên PKKê pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû dibe û wiha got: “Pêvajo bi yek alî nameşê pêwîstê piştî vê gava PKKê avetiyê Tirkiye jî gavekê biavêje.”

 

Bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê derbasî merheleyekê bû û PKKê jî ji bo piştgiriya bangê biryara fesixkirina xwe ji raya giştî re aşkera kiribû. Komeke endamên PKKê piştî biryara fesixkirinê amadekariyên çekan û danînê dikin. Tê payîn ku di rojên pêş de komeke endamên PKKê dê li başûrê Kurdistanê çekan bişewitînê. Çavê rayagiştî ya çar aliyên Kurdistanê û dinyayê jî li başûrê Kurdistanê û geşedanên li wir diqewimine. Di nava van geşedanan de Serokê MÎTa Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî serdana başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û hin hevdîtin pêkanîn. Tê payin ku piştî şewitandina çekan a ji aliye endamên PKKê ve dê pêvajoya çareseriyê jî derbasî merhaleyeke nû bibe.

Şîrovekarê siyasî Alî Oremar ku li başûrê Kurdistanê geşedanan ji nêz ve dişopînê derbarê rewaşa dawî ya herêmê û pêvajoya hatiyê destpêkirin de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Pêvajo derbasî qonxeke nû dibe’

Alî Oremar anî ziman ku bi çekdanîna komeke endamên PKKê pêvajoya çareseriyê wê derbasî qonaxeke nû bibe û ev tişt gotin: “Di navbera PKKê û Tirkiyeyê de pêvajoya çareseriyê ber bi encameke nû ve diçe. Piştî peyama birêz Abdullah Ocalan PKKê jî kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryara fesixkirinê ragihand. Helbet ev pêvajo girêdayî geşedanên di Rojhilata Navîn de diqewimin pêşket. Pêvajoya aştiyê qonaxên baş derbas kiriye. Niha jî amadekariya çekberdana komeke gerîlayên PKKê tê kirin. Tê payîn ku ev yek dê di van rojan de pêk were. Piştî vê gavê bêguman çavdêrî hene ku dewlet jî pêngavekê biavêje û pêvajo bikeve merheleyeke nû. Ev geşedan di asta cihanê de bandoreke mezin dikin. Her wiha banga birêz Abdullah Ocalan jî dengek mezin veda. Diyar bû ku gelê Kurd çawa girêdayî Serokê xwe ye. Di vê pêvajoyê de başûrê Kurdistanê jî roleke mezin dilîze. Heke tu astengî dernekevin pêvajo wê derbasî qonaxeke nû bibe. Têkoşîna çekdarî jî wê derbasî têkoşîneke siyasî û demokratîk bibe.”

‘Divê lêşkerên Tirkiyeyê li herême vekişin’

Di berdewama axaftina xwe de Alî Oremar bal kişand ser serdanên Serokê MÎTa Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin a li Başûr û Iraqê û wiha pê dê çû: “Serokê MÎTa Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin serdana başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û hin hevdîtin pêkanîn. Di vê qonaxê de helbet peywendiyên wan jî wê hebin. Danîna çekan wê bandoreke çawa bike û ew çek wê radestî kê bên kirin, rola Iraqê wê çi bibe. Ji bo wê jî Îbrahîm Kalin hin hevdîtin pêkanîn. Tirkiyeyê heta niha PKKê weke hincet nişan dida û bi zêdeyî 80 baregeh û navendên çekdarî li başûrê Kurdistanê ava kirin. Piştî pêvajoya aştiyê bi pêş ket rewşa wan wê çi bibe. PKKê amade ye çekên xwe deyne. Heke gefa çekê li ser dewleta Tirk tune be divê Tirkiye jî hezên xwe vekişîne. Ji ber wê rola Iraqê jî di vê pêvajoyê de girîng e. Divê dewleta Iraqê jî rola xwe bilîzê û piştî çekdanîna PKKê ji Tirkiyeyê re bêjin divê lêşkerên Tirkiyeyê vekişin sînorê Tirkiyeyê. Niha jî guftûgoyên vê yekê tên kirin. Serdana Îbrahîm Kalin jî bi vê yekê ve jî giredayîye. Ya girîng piştî çekdanîna komeke gerîlayên PKKê dê dewlet çi bike. Pêvajo bi dû alî dimeşe bi yek alî nameşe. Divê dewlet jî gavekê biavêje.”

‘Welatî û partiyên Başûr piştgiriya pêvajoyê dikin’

Alî Oremar diyar kir ku welatiyên herême û partiyên siyasî eleqeyeke mezin nişan didin û piştgiriya pêvajoye dikin. Alî Oremar destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de yekitiya partiyên Kurd pir girîng e û wiha axivî: “Raya Giştî ya başûrê Kurdistanê jî piştgiriya pêvajoyê dike lê fikarên wan jî hene. Ji ber ku gelek caran dewleta Tirkiyeyê di pêvajoyê de bi paş ve gav avetiye û astengî derxistine. Bendewariya rayagiştî ya başûrê Kurdistanê jî ew e ku pêvajo encam bigire û êrişên Tirkiyeyê yên li ser herême jî raweste. Beriya 2 rojan jî Tirkiyeyê çoltara Amediyê topbaran kir. Tevî ku zêdetirî meheke ku PKKê biryara fesîhê girtiyê û piştgiriya pêvajoya aştiyê kiriyê jî êrişên Tirkiyeyê ranewestiya ne. Partiyên siyasî yên Başûr jî piştgiriya pêvajoyê dikin û li bendê ne ku kongreyeke netewî ya Kurd pêk were. Ji bo zêdetir bandor li ser pêvajoyê bikin û destkeftiyên Kurd.”

‘Pêdiviya Kurdan jî ya Tirkiyeyê jî aştiyê heye’

Alî Oremar bi lêv kir ku divê Tirkiyeyê jî ji bo bi pêş ve çûna pêvajoyê gavan biaveje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî biryara fesixkirinê ya PKKê dronên dewleta Tirkiyeyê li ser herême kêm bûn lê êrişên Tirkiyeyê bi temamî ranewestiyan. Lê diyarê rayedarên Tirkiyeyê jî dixwazin pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe. Taybet piştî van bûyerên dawî ku çend lêşkerên Tirk di tunelan de mirin jî ji aliyê rêyedarên Tirkiyeyê ve bertekeke tund nehat nişan dan. Ew jî diyar dike ku çawa ku pêdiviya Kurdan ji aştiyê heye ewqas jî pêdiviya Tirkiyeyê jî aştiyê heye. Heke pêvajo bi pêş bikeve ji bo Tirkiyeyê jî baş e û ji bo destkêftiyên Kurdan jî baş e. Ji ber wê jî her dû aliyan jî pêdivî bi pêşketina aştiyê heye. Lê heta niha Tirkiye gaveke erênî neavetiyê. Divê ji niha şûn ve Tirkiye jî gavên erênî baveje. Helbet ya herî girîng jî divê Kurd di vê pêvajoyê de yekitiya xwe ava bikin û piştgiriyeke xurt bidin pêvajoyê.”

Etîket: Abdullah OcalanAli Oremardewleta Tirkpêvajopkk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tîryakî: Em dipên ku komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike

Tîryakî: Em dipên ku komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike

27 TEBAX 2025
Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

25 TEBAX 2025
Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

21 TEBAX 2025
Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

17 TEBAX 2025
Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

15 TEBAX 2025
‘Ma wazenê mezelanê Goristanê Sîsê newe ra virazime’

Goristana rûxandî di nav pûş de maye: Malbat dixwazin goran jinûve çêkin

15 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (391)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne