Bedlîs – Mela Îmadeddîn Reşpojan ku ji navçeya Xîzan a Bedlîsê ye, 11 zimanan dizane û di jiyana xwe de 27 pirtûk nivîsandine. Di vê serdemê de nivîskarekî klasîk e û li pey şopa Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî diçe. Li ser Wêjeya Kurdî û dîrokê xebat meşandiye û dîwan, fetwa hwd. nivîsandiye.
Li herêma Bedlîsê bi taybetî navçeya wê ya Xîzanê, mazûvaniya gelek alim, nivîskar û helbestkarên mezin kiriye. Ji aliyê fiqih û tesavûfê ve gelek alim li vir jiyan e û jiyaneke Kurdewar esas girtine. Heta mirov dikare bibêje ku beyî polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, li vir Kurdiyeke gelekî resen heye. Taybetî beyî ku alfabeya Latînî bê bikaranîn, alim, mela û nivîskarên ji vê herêmê berhemên xwe piranî bi tîpên Erebî lê belê bi Kurdî nivîsandine. Yek ji van kesan Mela Îmadeddîn Reşpojan e ku li gor gotina wî 27 pirtûk bi tîpên Erebî nivîsandiye.
Kesayeteke pir dilnizm û pirzana ye
Mela Îmadeddîn Reşpojan, di sala 1944an de li gundê Hêrvês yê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê di nava malbateke “malmela” de hatiye dinê. Bav û bapîrê wî jî mela bûne û gelek feqî (şagirtên medreseyan) perwerde kirine. Ew bi xwe jî di 9-10 saliya xwe de li ber destê dayika xwe hînî xwendina Qûranê bûye û dû re heta sala 1966an li cem bavê xwe perwerde bûye. Mela Îmadeddîn Reşpojan kesayetek pir dilnizim û pirzanaye û jiyaneke mutewazî dijî. Li gund, maleke wî ya bi mîmariya kevn a Kurdan heye û bi hevjîna xwe ve di vî xaniyê kevin ê dîrokî de dimîne. Di odeya wî ya nivîsandin û xwendinê de pirtûkxaneyeke wî ya mezin heye û bi sedan pirtûk di vê pirtûkxaneyê de cih digirin. Mela, dolaba pirtûkên xwe bi perdeyeke bi rengê helesor (rengê gula hişkbûyî ankû zûhabûyî) girtiye û ev perde atmosfereke gelek otantîk dide odê. Mela Îmadeddîn Reşpojan, di vê serdemê de nivîskarekî klasîk e û li pey şopa Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî diçe. Wî li ser Wêjeya Kurdî û dîrokê xebat meşandine û dîwan, fetwa whd. jî nivîsandiye. Ew bavê 6 kur û 3 keçan e, lê belê li gund bi hevjîna xwe re tenê dijî.
Heta niha li ser Mela Îmadeddîn Reşpojan ti kesî ti nûçe çênekirine, tenê Kovara Nubihar di sala 2019an de beşek ji bo Mela veqetandiye û jiyana wî nivîsandiye. Di vê nûçeyê de gelek agahî ji nivîsa wan hatine girtin.
30 salan zêdetir muftitiya fermî dike
Mela Îmadeddîn Reşpojan, piştî perwerdehiya li cem bavê xwe, diçe ba Seydayê Caferê Balekî ku wê demê li Bedlîsê alimekî binavûdeng bûye û piştre diçe cem Mela Muhyîddînê Hawilî/Bayqanî. Li ber destê Mela Muhyîddînê Hawilî li ser gelek mijaran perwerdehiyê dibîne û ji destê wî bawername (îcazat) werdigire. Di sala 1968an de li gundê xwe Hêrvês bi navê xwe medreseyekê (Medreseya Îmadiye) ava dike û bi sedan feqiyan digihîne. Di heman demê de dibistan û fakulteya Îlahiyatê ya fermî ya dewletê jî diqedîne û cihên weke Omerlî, Bazîd, Motkî, Şax, Hezo, Denîzlî, Erzîngan û herî dawî jî li Elbakê 30 salan zêdetir muftitiya fermî dike. Di sala 2002yan de malnişîn dibe û heta erdheja 2011an li Wanê bi cih dibe. Piştî erdhejê dîsa vedigere gundê xwe.
Seyda 11 zimanan dizane
Mela Îmadeddîn Reşpojan; tevî Kurdî, Îngîlîzî, Rûsî, Erebî, Farisî û Tirkî 11 zimanan dizane û zaravayê Kurdî Soranî jî hîn bûye. Ji berhemên Soranî gelek sûd girtiye û lêkolîn û vekolînên xwe berfirehtir kiriye. Mela, li Rojava û Suriyê jî geriya ye û bi helbestvanê mezin Cegerxwîn re jî çend caran hevdîtin kiriye. Her wiha ji bilî Suriyê; heta Îran, Îraq, Ewropayê jî çûye û derbarê dîrokê de vekolîn kirine, şexsiyetên mezin ên cîhanê naskiriye. Gelek pirtûk nivîsandine, lê mixabin ji bilî 2 heban ti pirtûkên wî nehatine weşandin. Gelek ji wan pirtûkan winda bûne û nayên dîtin. Seyda, tevî temenê xwe jî, serê sibê zû radibe û dinivîse, li gor çavderiyên me eşqeke mezin ya Mela Îmadeddîn Reşpojan ji bo nivîsandinê heye. Gava bi me re jî diaxivî, behsa mijarekê dikir, derbarê wê mijarê de pirtûk derdixistin û nîşanê me dida.
Bi dehan pirtûk nivîsandiye
Li gorî Kovara Nubiharê, Mela Îmadeddîn Reşpojan; 6 Dîwanên Kurdî, 5 Dîwanên Erebî, Dîwana Mulemme’an, Ger Beq Nequre dê Bidire, Tesrîfa Kurdî/Gulzara Zarokên Kurdan, Dîroka Edebiyata Kurdî, Dîroka Zimanê Kurdî, Evdalê Zeynikê, Şakiro, Yilmaz Guney, Ferhenga Îngîlîzî-Kurdî, Helbestên Tirkî, Fetewa, Hezîmetul Eşwak-Fî Tarixil Ekrad we Mehde Kurdistan, Şînname û Heyatû Ehmedê Xanî we Dîwanîhî nivîsandiye. Di nava van berheman de pirtûka herî balkêş Yilmaz Guney e. Mela Îmadeddîn Reşpojan kesayetekî mela û alim e û piranî li ser tesavufê ankû olê nivîsandiye. Lê li ser jiyana Yilmaz Guney jî ku weke Marksîst-Lenînîst tê zanîn, pirtûk nivîsandiye. Ev yek helwesta Mela Îmadeddîn Reşpojan ya neteweyî jî radixe ber çavan. Lê mixabin pirtûka li ser Yilmaz Guney nivîsandî jî weke pirtûkên din winda ye.
‘Kesê ku dîroka xwe nezane, ne mirov e’
Di hevdîtinê de Mela Îmadeddîn Reşpojan ji bo hînbûna dîrokê gelek şîret li me kirin û got ku bixebitin û lêkolîn bikin. Mela Îmadeddîn Reşpojan, di dawiyê de got, “Kesê dîroka xwe nezane, ne mirov e” û bi vê gotina xwe bal kişand ser giringiya dîrokê.