Dadgeha Destûra Bingehîn, serlêdana Hamîlî Yildirim ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin a ji bo mafê axaftina bi telefonê, qebûl nekir.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana şexsî ya Hamîlî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin ku ji bo mafê axaftina bi telefonê kiribû, biryara xwe da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê, di 7ê Îlona 2020’ê de ji bo Hamîlî Yildirim biryara qedexeya mafê hevdîtina li ser telefonê ya 6 mehan dabû. Ji bo hinceta biryarê jî ev îdiaye hatibû kirin: “Dibe ku Yildirim bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêwendiyên rêxistinî deyne.” Rêveberiya Girtîgehê, di 8ê Îlona 2020an de biryar teblîxî Yildirim kir. Yildirim, di 9ê Kanûna 2020an de serî li 1emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da û xwest mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar bîne. Dadgeriyê, bi îdiaya ku serlêdan di dema xwe de nehatiye kirin, ev daxwaz qebûl nekir.
Hamîlî Yildirim, li dijî biryarê îtîraz kir. 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî di 21ê Kanûna 2020an de biryar da û îdia kir ku “biryar li gorî usûlê ye” û bi vê îdiayê daxwaza Yildirim qebûl nekir. Yildirim, di 21ê Çileya 2021ê de bi sedema “Mafê agahîgirtinê hatiye binpêkirin, di şert û mercên şewbê de bisînorkirina mafê telefonê bêpîvan e” serî li AYMê da.
AYMê, bi hinceta ku rêyên serlêdanê li gorî usûlan nehatine kirin, ji bo serlêdanê biryara “Nayê qebûlkirin” da.
Hamîlî Yildirim, tevî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Yildirim, di 29ê Adara 2015an de birin Girtîgeha Îmraliyê. Heta niha tenê yek carê jî nekariye bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Di nava 8 salan de tenê du caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Hevdîtina rû bi rû ya herî dawî, di 12ê Tebaxa sala 2019an de hate kirin. Di 27ê Nîsana 2020an û di 25ê Adara 2021an de tenê du caran bi malbata xwe re li ser telefonê axivî. Ji 25ê Adara 2021an heta niha tu agahî jê nayên girtin.