• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 21Ê COTMEHA 2025AN

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Pêşengeha pirtûkan di roja 3yemîn de berdewam dike

    Pêşengeha pirtûkan di roja 3yemîn de berdewam dike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 21Ê COTMEHA 2025AN

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Pêşengeha pirtûkan di roja 3yemîn de berdewam dike

    Pêşengeha pirtûkan di roja 3yemîn de berdewam dike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Banga birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide’

Fexredîn Kiliç - Bîlal Guldem / AW

10 TÎRMEH 2025 - 15:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Kenan Kirkaya bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev serdem ne tenê ji bo Kurdan ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî rêya çareseriyê nîşan dide.” Parlamenter Serhat Eren jî wiha got: “Pêwîste ku di warê hiqûqî de gav bên avêtin. Ev astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin. Ji ber vê jî divê bi lezgînî komîsyonek bê avakirin.”

 

Komeke endamên PKKê dê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe merasîma çek şewitandinê li dar bixe. Komeke ku siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û endam û rêveberên saziyên sivîl di nav de li Amedê kom bûn û îro ber bi bajarê Silêmaniyê ve bi rê ketin. Rojnameger Kenan Kirkaya û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî di nava vê komê de cih digirin. Kenan Kirkaya û Serhat Eren banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma çek şewitandinê ya komeke endamên PKKê nirxand.

Rojnameger Kenan Kirkaya diyar kir ku merasîma çek şewitandinê ya komeke endamên PKKê gaveke dîrokî ye û wiha got: “Ev yek dê guherîneke mezin çêbike. Hem li ser siyaseta Tirkiyeyê hem li ser rewşa Kurdan hem jî li Rojhilata Navîn dê bandoreke mezin bike. Bêguman ev gavên dîrokî bi îradeya birêz Abdullah Ocalan tên avêtin. Birêz Ocalan înîsiyastîf girt di 27ê Sibatê de bangawaziyek kir, piştî 26 salan duh me dengê wî bihîst, rayagiştî dîmenê wî dît. Ev bi tena serê xwe geşedanek pir mezin e.”

‘Em ê di rojên pêş de bandora bangê hîn zelaltir bibînin’

Kenan Kirkaya da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û wiha domand: “Li gel vê yekê jî bandora xwe li ser siyasetê li ser geşedanên Rojhilata Navîn didomîne bi her du bangawaziyên wî deriyên tecrîdê hineke din vebûn. Du caran bangawazî kir, van bangawaziyan atmosfera siyasetê guhert. Ji ber vê yekê em dibînin ku bandora birêz Ocalan hem ji bo çareseriyê hem ji bo avakirina rê û rêbazên nû çiqas mezin e xwedî bandoreke çawa ye, ev cardin hate misogerkirin. Bêguman di daxuyaniya wî de tespîtên girîng hene. Behsa pêvajoyeke nû, serdemeke nû dike. Ev serdem ne tenê ji bo Kurdan ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn rêya çareseriyê dide nîşandan. Ji ber vê yekê girîng e û em ê di rojên pêş de bandora vê yekê hîn zelaltir bibînin.”

‘Pêwîste di warê hiqûqî de gav bên avêtin’

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî diyar kir ku di banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelek daxwaz hebûn û wiha got: “Peyamên wî hem ji dewletê re hem ji rêxistina xwe re hem ji siyaseta demokratîk re hem ji partiya me û rayagiştî re hebûn. Du xalên girîng jî hebûn. Digot ‘Em êdî şûna şerê çekdarî siyaseta demokratîk esas digirin’ lê ji bo wê jî pêwîste ku di warê hiqûqî de jî gav bên avêtin. Ev astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk, têkoşîna demokratîk divê bên rakirin. Ji ber vê jî divê bi lezgînî komîsyonek bê avakirin. Ev komîsyon qanûnên azadiyê derxîne. Ev çi ne. Ji bo kesên çek berdidin tev li civak, jiyan û siyaseta demokratîk bibin divê qanûn bên derxistin. Ev xala yekemîn e. Lazim e em şênber bikin ka rol û mîsyona Meclisê çi ye. Ya duyemîn divê polîtîkayên qeyûm bên terikandin. Her wiha ji bo xwe îfadekirinê gelek astengî hene. Di warê xwe bi rêxistinkirinê de jî gelek astengî hene. Lê di pêşerojê de astengî li pêş siyaseta demokratîk bên rakirin ku pişt re merheleyeke din dest pê bike. Ew jî di warê ziman, nasname û çandê de jî hinek gav bên avêtin. Asta sêyemîn jî ji bo destûra bingehîn a sivîl bê afirandin divê gav were avêtin. Lazim e piştî vê saetê ne tenê parlamento partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, rayagiştî herkes vê pêvajoyê biparêze û ji bo ku ev pêvajo bigihe encamekê ji destê kê çi were divê bike.”

‘Divê dewlet qanûnan derxîne ku gerîla tev li siyaseta demokratîk bibin’

Serhat Eren bal kişand ser merasîma çek şewitandinê ya komeke endamên PKKê û wiha domand: “Komeke gerîla dê di merasîmê de bêjin ‘ji bo ku em bibin bersiva banga birêz Ocalan me biryara çekberdanê daye, em dixwazin tev li siyaseta demokratîk bibin lê qanûn nehatine derxistin em nikarin werin em dixwazin werin lê derfetên me nîne. Divê dewlet qanûnan derxîne ku em tev li siyaseta demokratîk bibin’. Ji bo ku tev li merasîmê bibin daxwaza 300 kesên ku endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî hebûn ku ji bo tev li merasîmê bibin lê bi rastî derfet ewqas nîne. Ji bo wê nêzî 130 kes nûnerên saziyên sivîl û endamên partiyên siyasî em ê bi rê bikevin û bibin şahidê vê roja dîrokî. Em ê sibê dora saet di 10.30an de bigihin cihê merasîmê.”

 

 

Etîket: Banga Abdullah OcalanBaşûrKoma Amedêmerasîma çekdanînêSilêmanî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

PDKê li ser sînorê Rojava dest bi lêkirina dîwar kir

PDKê li ser sînorê Rojava dest bi lêkirina dîwar kir

28 ÎLON 2025
Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

Li Başur di mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi gumanbarî mirin

4 ÎLON 2025
Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

3 ÎLON 2025
Di teqîna li Silêmaniyê de kesek mir

Di teqîna li Silêmaniyê de kesek mir

2 ÎLON 2025
Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

7 TEBAX 2025
Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

6 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (360)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne