• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ji bo aştiyê amade ne’

    ‘Em ji bo aştiyê amade ne’

    Perspektifa Îmraliyê ji bo her kesî çareserî ye

    Perspektifa Îmraliyê ji bo her kesî çareserî ye

    Ji Goristana Herekolê ya PKKyiyan tiştek nemaye!

    Ji Goristana Herekolê ya PKKyiyan tiştek nemaye!

    Nezahat Teke: Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye

    Nezahat Teke: Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye

    ROJEVA 22ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 22ê TÎRMEHA 2025an

    Li Silopya û Cizîrê civînên gel hatin lidarxistin

    Li Silopya û Cizîrê civînên gel hatin lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    ‘Em ji bo aştiyê amade ne’

    ‘Em ji bo aştiyê amade ne’

    Perspektifa Îmraliyê ji bo her kesî çareserî ye

    Perspektifa Îmraliyê ji bo her kesî çareserî ye

    Ji Goristana Herekolê ya PKKyiyan tiştek nemaye!

    Ji Goristana Herekolê ya PKKyiyan tiştek nemaye!

    Nezahat Teke: Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye

    Nezahat Teke: Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye

    ROJEVA 22ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 22ê TÎRMEHA 2025an

    Li Silopya û Cizîrê civînên gel hatin lidarxistin

    Li Silopya û Cizîrê civînên gel hatin lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga Ocalan despêka Ronesansa Rojhilata Navîn e

Navenda Nûçeyan /AW

20 ADAR 2025 - 10:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Halit Alaçatî di quncikê xwe de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev bang wekî destpêka Ronesansa Rojhilata Navîn pênase kir.

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Halît Alaçatî di quncikê xwe yê vê hefteyê yê Rojnameya Xwebûnê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya. Nivîskar Halît Alaçati, destnîşan kir ku ev bang li dijî modernîteya kapîtalîs a cîhanê û mirovahiyê ber bi felaketinê ve dibe, banga modernîteya demokratîk û jiyana hevpar, wekhev û demokratîk e û wiha nivîsî: “Ligel hewildanên dewleta tirk ên berovajîkirinê jî, vê bangê ji niha ve bandorek mezin çêkir. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bang wekî pêlekê li tevahiya cîhanê deng veda. Ev çend hefte ne bandora Ocalan li çar aliyên cîhanê tê nîqaşkirin. Li gel pergala îşkenceyê ya deh salên dawiyê jî dewleta tirk nekarî deng, fikir û ramanên Birêz Ocalan asteng bike. Ji ber ku Ocalan rêberek ji rêzê nîne. Kesayeteke ku ji hezaran salan carekê tê ser rûyê erdê ye. Bêguman gelek pêşengên riya mirovahiyê vekirîn di dîrokê de hene. Lê kêm ji wan hemû aliyên pêşengtiyê di kesayeta xwe de hewandine. Rêber Abdullah Ocalan ji van cudatir hemû cureyên pêşengiyê yên wekî felsefîk, îdeolojîk, dîrokî, siyasî, çandî û civakî di kesayeta xwe de hewandine.”

Nivîskar Halît Alaçatî da zanîn ji bo wê feksefe, nêrîn û ramanên wî bandorek mezin li hêzên dewletî û civakî dike û wiha li nivîzê zêde kir: “Rêberekî di ser neteweyan re ye. Çareserî û modelên ku bersivê dide pêwistiyên hemû mirovahiyê diafirîne. Rêberekî gerdûnî ye. Her civak dikare xwe di fikir, raman û felsefeya wî de bibîne. Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên mêjok berevaniya tevahiya bindestên cîhanê dike. Bi vê boneyê hêzên modernîteya kapîtalîst bi komploya navneteweyî û pergala tecrit û îşkenceyê ya Îmraliyê xwestin ramanên Abdullah Ocalan bifetisînin. Li gel hemê cureyên tecrît û îşkenceyê deshilatdaran nekarîn ramanên Ocalan asteng bikin. Her wiha ligel hemû rêbazên îmha û înkarê jî nekarîn Tevgera Azadiyê tune bikin. Di ancama tecrîda bênavber û êrîşên bêsînor ên deh salên dawiyê de; hem dagirkeran hem jî xwediyên wan neçar man ku biçin ber piyên Abdullah Ocalan û lavayên çareseriyê bikin.”

Nivîskar Halît Alaçati, li ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Rêberê Gelan Ocalan jî ev firsat bikar anî û hewil dide serdemek nû bide destpêkirin. Navê serdemê jî Serdema Aştî û Civaka Demokratîk e. Abdullah Ocalan di vî warî de hem bi raman û modela xwe, hem jî bi tevgera xwe û hem jî bi gelên bindest bawer e. Berî niha jî pêvajoyên çareserî û agirbestan da despêkirin. Tevger û gelê ji van pêvajoyan tevan serkefî û bi hêz derxist. Ji xwe qediyana van pêvajoyan jî tirsa dagirkeran a mezinbûna Tevgera Azadiyê û gelê kurd û bindestan bû. Ocalan niha cardin ji dagirkeran re dibêje ku hûn dest ji şideta leşkerî berdin, em jî dê dest ji bikaranîna çekan berdin. Banga têkoşîna bi rêbazên demokratîk dike. Qasî dewlet ji şidetê dûr be dê rêbazên demokratîk berdewam bikin, lê dewlet serî li şidetê bide dê berxwedanê li hemberî xwe bibîne.”

Halît Alaçatî der barê naveroka banê de jî wiha nivîsî: ” Abdullah Ocalan bi vê pêvajoyê dixwaze şer û têkoşîna ramanan bide destpêkirin. Ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û bindestên cîhanê, vê felsefeye pêşniyar dike. Hewil dide ji tevkujî, komkujî, şer û xitimîna Rojhilata Navîn re riyek nû veke. Bi hêza ramanê dixwaze civaka demokratîk saz bike. Pêşengiya Ronesansa Rojhilata Navîn bike. Vê erdnîgariyê ji hemû qirêjî, paşverûtî, kirêtî û hişkbaweriyên hezar salan xilas bike. Bi vê boneyê banga Rêber Ocalan wekî firsend û şansek hezaran salan ku carekê tê rûyê dînyayê ye. Şensek ji bo hemû gelên herêmê û mirovahiyê ye.”

Halît Alaçatî anî ziman ku ev bang li dijî modernîteya kapîtalîs a cîhanê û mirovahiyê ber bi felaketinê ve dibe, banga modernîteya demokratîk û jiyana hevpar, wekhev û demokratîk e û wiha berdewam kir: “Ligel hewildanên dewleta tirk ên berovajîkirinê jî, vê bangê ji niha ve bandorek mezin çêkir. Li Suriyeyê gelê kurd bi rejîma nû ya Suriyê re peymanek îmze kir. Ku mûdaxaleyên darbeyî çênebin Suriye dê ji nexweşiyên hişmendiya netew dewletî rizgar bibe. Gelê kurd û gelên li Suriyeyê dê bikaribin pergalek demoktarîk ava bikin. Ev yek dê di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de bibe despêka serdemek nû. Ev di heman demê de destpêka Ronesansa vê erdnîgariyê ya bi ramanên Abdullah Ocalan e.”

Nivîskar Halît Alaçatî, herî dawî li ser bandora peyamê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Ji serkeftina vê Ronesansê berpirsyariyek mezin dikeve ser milê hemû kes û hêzan. Ev pêvajo dê bi serê xwe û bêtêkoşîn pêş nekeve. Cihê têkoşîn lê nebe, pêşketin pêk nayê. Cihê têkoşîn nebe, tu maf nayên bidestxistin. Di vê serdemê niha de li Sûriyeyê destkeftinek mezin bi dest xistiye. Hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo hemû gel û baweriyên Suriyeyê serkeftin e. Li Tirkiye û Îranê jî dê heman bandor derkeve holê. Di serî de gelê kurd û hemû cudahî dê mafên xwe yên nasname, ziman, mafê perwerdehiyê û xwerêvebirinê bi dest bixin. Ku ev maf neyên nasîn û di makezagonê de cih negirin, di serî de şerê çekdarî hemû cureyên têkoşînê dê berdewam bin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Em xwezayê neparêzin xweza jî me naparêze

Em xwezayê neparêzin xweza jî me naparêze

22 TÎRMEH 2025
Medreseya Feqiyê Teyran bi tunebûnê re rû bi rû ye

Medreseya Feqiyê Teyran bi tunebûnê re rû bi rû ye

22 TÎRMEH 2025
Komeleya MED-DERê dest bi atolyeyên axaftinê dike

Komeleya MED-DERê dest bi atolyeyên axaftinê dike

22 TÎRMEH 2025
‘Em ji bo aştiyê amade ne’

‘Em ji bo aştiyê amade ne’

22 TÎRMEH 2025
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê dewlet jî demildest gavan biavêje

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê dewlet jî demildest gavan biavêje

22 TÎRMEH 2025
Perspektifa Îmraliyê ji bo her kesî çareserî ye

Perspektifa Îmraliyê ji bo her kesî çareserî ye

22 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (414)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne