Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinekê de li ser ziman hin peyam şand û xwest ku her kes xwedî zimanê xwe derkeve. Hevberdevkê Lijneya Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar û Endamê Komîsyona Ziman a OHDê Mehmet Emîn Gokdemîr diyar kirin ku divê her kes zimanê Kurdî biparêze.
Malbata Ocalan di 7ê Tirmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de bal kişand ser mijara ziman û çandê. Hevberdevkê Lijneya Ziman, Çand û Hunerê ya Dem Partiyê Heval Dilbahar û Endamê Komîsyona Ziman a OHDê Mehmet Emîn Gokdemîr ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Abdullah Ocalan dibêje bê nan û av dibe lê bê ziman nabe’
Heval Dilbahar diyar kir ku Rêzdar Abdullah Ocalan heta niha li ser girîngiya zimanê dayikê, bi taybetî jî li ser zimanê kurdî gelek nirxandinên bingehîn kirine û wiha axivî: “Rêzdar Ocalan zimanê dayikê ewqas girîng dibîne ku di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku bê nan û av dibe lê bê ziman nabe. Ocalan gelek caran bi taybetî destnîşan kiriye ku yên nikaribin li zimanê dayika xwe xwedî derkevin û wî biparêzin nikarin li tiştekî xwedî derkevin û biparêzin. Ocalan bi caran gotiye ku sedem û çavkaniya bingehîn û sereke ya têkoşîna wan a 50 salan; şikandin û pêşîlêgirtina kurdîkujiyê ye, ji ber ku zimanê kurdî ji holê rabe di nava demê de kurd jî dê wek netew ji holê rabin. Di vê çarçoveyê de gelek zelal diyar dike ku zimanê kurdî ji bo neteweya Kurd hêmaneke bingehîn û jêneger e û divê Kurd di her şert û mercan de zimanê xwe biparêzin û bi pêşve bibin. Sed mixabin li gel evqas têkoşîna bi dehan salan di serî de siyasetmedar, gelek kurdên ku li ser navê kurdan di tevger, platform, sazî û dezgehên cuda de pêşeng û berpirsyar in kurdî nizanin, hîn nabin, hîn nakin, jiyana xwe bi kurdî najîn, ji bo kurdî têkoşîn û xebatên şênber nameşînin. Bi vî awayî xizmeta pişaftin û helandina li dijî kurdî dikin; anku dibin hevparên kurdîkujiyê; ya herî sosret vê yekê normalîze dikin. Ev yek gelek xetere ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
‘Yên bi ziman neaxivin nikarin pêşengiya ziman bikin’
Heval Dilbahar anî ziman ku di serî de siyasetmedar û berpirsên tevger, partî, saziyên kurdan kî be bila bibe, kurdên ku kurdî nizanibin, hîn nebin, hîn nekin, têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî nikarin bikin û got: “Di her kêlî û qada jiyana xwe de bi kurdî nejîn, mal, sazî û hemû jîngehên xwe nekin kurdîgeh ew nikarin kurdan temsîl bikin. Bi taybetî şaredarî û hemû saziyên din ên kurdan ku hemû xebatên xwe di asta herî jor de bi kurdî jî nekin û ji bo kurdî kar û xebatên stratejîk û bingehîn nekin nikarin bibin şaredariyên kurdan û divê Gelê Kurd wan bi wê rewşa wan bi tu awayî qebûl neke û helwesta xwe ya li dijî wan bi awayekî zelal, radîkal û encamgir nîşan bide. Divê hemû Kurd, bi taybetî Kurdên ku di tevger, partî, sazî û dezgehên cuda de ji Kurdan re pêşengiyê dikin li ser bingeha kurdîtiya azad, civakparêz û komunal li xwe, li zimanê dayika xwe, li hemû nirxên xwe yên komunal ên hebûnî, xwebûnî, dîrokî, neteweyî û civakî vegerin; li her derê rêxistinbûyîn û sazîbûyîna xwe ya zimanî pêk bînîn; na ku li xwe û wan nirxên xwe yên bingehîn û jêneger venegerin, li ser bingeha kurdîtiya azad, civakî, demokratîk û komunal li wan nirxan xwedî dernekevin û şev û roj jê re tênekoşin; bila wan deran dagir nekin êdî, xwe bidin alî da ku kurdên li nirxên xwe yên bingehîn xwedî derdikevin û wan diparêzin li ser navê kurdan tevbigerin. Li ser vê bingehê em careke din dibêjin ku dem ji her demê zêdetir, dema li her derê xwedîlêderketin, bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û hemû nirxên kurdîtiya azad e.”
‘Di dewletê de tenê zimanê Tirkî tê qebûlkirin’
Mehmet Emîn Gokdemîr jî diyar kir ku Mehmet Ocalan daxuyaniyek dabû û di vê daxuyaniyê de gotibû, birêz Ocalan dixwaze di serî de mafê ziman û çanda kurdî bê naskirin û wiha axivî: “Abdullah Ocalan bang li gel kiribû ku li ziman û nasnameye xwe xwedî derkevin. Niha em dibînin ku di vê pêvajoyê de şerê bi çakan qediya ye. Bi çekdanîna PKKê xuya dike ku, bi sîyasetekî demokrarîk û rê û rêbazan nû wê Kurd mafên xwe biparêzin. Wê çawa bibe ku di vê pêvajoya aştiyê de kurdî bê axaftin? Li gor min, ji qanûn û qedexeyên niha, li gor qanûna esasiya 1876 veqetandina zimanê Kurdî û Tirkî destpê kir. Bi îttahat û terrakî zimanê dewletê tenê zimanê tirkî tê qebûlkirin. Dema osmaniyan jî wîsa bû û piştî sala 1923an jî wîsa berdewam kir. Dema Komara Tirkiyeyê ava bû qanûnê tevhîdê-tevrisadî, qanûnê takrîr-î sikûnê alfebe yê hebûn. Qanûnên bingehînin û di makezagona niha de jî tên parastin û di mevzûayê de cîh digrin. Hewceye di serî de ev qanûn bên guhertin. Dewlet dibêje ev qanûn divê neyên guhertin.
‘Divê mafê zimanê Kurdan bi fermî bê naskirin’
Mehmet Emîn Gokdemîr anî ziman ku Dadgeha Bilind çend sal berê biryarek da. Kesên ku xwestibûn di navê xwe de W bikarbînin qebûl nekiribû. Gotibî ‘di sala 1928ande qanuna alfabeyê çêbûye û di nav alfabeyê de W,X,Q derbas nabin’. Emîn Gokdemîr li ser vê yekê wiha got: “Ev jî nîşan dide ku qanûn hêj jî serdestin û wekî astengiyekê li pêşiya me ne. Hewceye wekî mafê gelên Tirkiyê mafê gelê Kurd jî di fermiyetê de nas bikin. Di qanûnên niha de çi hene? Di maddeya 3 de dibêje teqez zimanê fermî Tirkiye, maddeya 66an de dibêje, hemû hemwelatî Tirkin, maddeya 42 de dibêje di sazî û dezgahan de perwerdehî tenê bi tirkî be dayin. Divê ev qanûn ji kok ve bên guhertin. Di 2013an de jî pêvajoya aşyiyê pêş ket. Li meclisê komîsyonek ava kirin. 12 sal berê di wê komîsyonê de çi hatiye axaftin. Hukumetê gotibû ‘Em hinekî mafên kurda bidin. Lê ne di makezagonê de, em di qanûnan de bidin’ vê jî niyeta wan bi aşkere derxistibû holê. Di 2014 an de dibistanên taybet hatin avakirin. Wek Ferzad Kemanger, li Cizîrê û li cihin din de 4 dibistanên taybet perwerda bi zimanê kurmancî û zazakî didan. Ev dibistan fermî bûn. Ev dibistan kengê pêvajoya aştiyê qediya hatin girtin. Mamosteyên wan hatin girtin.”