Amed – Hevserokê KCDê Berdan Ozturk ê tev li Newroza Erxeniyê bû, êrişa li dijî gundê Berxbotanê ku ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatin kuştin, şermezar kir û got: “Berpirsyar kî be divê hesab bide gelên Kurd û Tirk û Rojhilata Navîn.”
Li navçeya Erxeniyê ya Amedê duh Newroz bi bernameyekê hate pîrozkirin. Siyasetmedarên di pîrozbahiyê de axivîn, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xistin û xwestin ku dewlet gavan biavêje. Siyasetmedaran her wiha êrişa li dijî gundê Berxbotanê ku 7 zarok û bi tevî dayik û bavê xwe ve bi giştî 9 kes hatin kuştin, şermezar kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku tev li pîrozbahiya Newroza Erxeniyê bû têkildarî êrişa li dijî gundê Berxbotanê yê Kobanê ji ajansa me re axivî.
‘Gere berpirsyar hesabê vê komkujiyê bidin’
Berdan Ozturk bal kişand ser komkujiya ku dewleta Tirk duh li gundê Kobanê yê Berxbotanê pêk anî û wiha got: “Li gundekî Kobanê 7 jê zarok û dê û bav 9 kes hatin qetilkirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Berpirsyar kî be gere hesab bide gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û gelê Rojhilata Navîn. Niha li Sûriyeyê hevdîtin çêdibin, pêşketin çêdibin, lê dewleta Tirk bi çeteyan dixwaze aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Ev rewşeke ku em qebûl bikin nîn e, em şermezar dikin. Em dîsa dubare dibêjin gere hesabê vê bidin.”
‘Gere her kes li gor manîfestoyê gavan biavêje’
Berdan Ozturk di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi manîfestoya xwe ya ku di 27ê Sibatê de ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve hat eşkerekirin nîşan daye ku hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo Rojhilata Navîn divê jiyaneke çawa were avakirin û got: “Ev firsendeke mezin e. Em dibêjin herkes divê vê firsendê baş binirxîne. Lê gorî vê deklerasyonê, manîfestoyê divê gav biavêje. Niha di cihanê de jî mînakên wê hene, dema pirsgirêkan dixwazin bi diyalogê çareser bikin, hin hêz dixwazin sabote bikin, provokasyonan dikin. Lê belê dîsa em dibêjin desthilata AKPê gere berpirsyarê vê komkujiyê diyar bike û ceza bike. Em vê komkujiyê qebûl nakin, em şermezar dikin.”
‘Divê Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve’
Berdan Ozturk destnîşan kir ku mafê dewleta Tirk nîne ku li Sûriyeyê be û wiha axivî: “Sûriye dewleteke cuda ye, mafê wan însanên ku li wir dijîn heye ku pêşeroja xwe diyar bikin. Çiqas hêzên ku li derve hatine Sûriyeyê, Tirkiye jî di nav de divê demildest Sûriyeyê terk bikin. Ev rewş dê pêşiya provakasyonan jî bigire. Hewceye Tirkiye ji wir derkeve, tu karê Tirkiyeyê li wir tune ye. Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Elewî Durzî xwediyê Sûriyeyê ne. Hêzên mîna Tirkiyeyê ku li derve hatine Sûriyeyê naxwazin aştî pêk were, dixwazin pêşeroja Sûriyeyê tarî bikin. Ji ber vê yeke jî Tirkiye divê ji wir derkeve.”