Şirnex – Binevş Agal ango Bêrîvan ku bi têkoşîna xwe li Cizîrê deng veda, tevî 36 sal derbas bû jî, navê wê li ser zimanan e. Xwîşka Binevş Agal, Xanê Agal anî ziman ku li Ewropa jî herdem berê wê li Kurdistanê bû û got: “Digot divê ez vêgerim Kurdistanê. Hezkirina wê axa Kurdistanê bû.”
Binevş Agal (Bêrîvan) ku bi têkoşîna xwe bû yek jî jina pêşeng a têkoşîna rizgariya Kurdistanê tevî 36 sal di ser şehadeta wê re derbas bûye jî navê wê hê jî li ser zimanan e. Binevş Agal ango Bêrîvan di sala 1966an de li gundê Bazîwanê yê navçeya Qubînê ya Êlihê wek zarokek malbata Êzidî ji dayik dibe. Navê xwe jî ji çîroka “Cembeliyê Mîrê Hekarya û Binevşa Narîn” digire. Binevş jî weke her zarokeke Kurd çavê xwe li ser erdnîgariyeke di bin metîngeriyê de vedike. Piştî darbeya 12ê Îlonê ji ber zextên zêde yên li ser malbata wê, neçar dimîn ku koçberî Ewropa bibin. Dema malbata Binevşê koçberî Ewropa dibe, ew 16 salî bû. Ew bê dilî xwe ji Kurdistanê vêqetiya. Li Ewropa jî berê wê her li Kurdistanê bû. Ji ber hezkirina wê ya Kurdistanê li Ewropa tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe û vêdigerê Kurdistanê. Binevş piştî tevlî refên têkoşîna rizgariya Kurdistanê dibe navê Berîvan li xwe dike. Binevş ango Bêrîvan di destpêkê de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Piştî demekê derbasî navçeya Cizîrê ya Şirnexê dibe.
Binevş ku li Cizîrê weke Bêrîvan tê naskirin bi têkoşîna xwe li Botanê bû nav û deng. Binevş di nava gel de jî ji ber sekna xwe tê hezkirin. Tax bi tax jinan birêxistin dike û li dijî zilma serdestan şiyar dike. Binevş ku li Cizîrê bandoreke mezin bi taybet li ser jinan û li ser tevahî gel dike; di 16ê çileya 1989an de, di operasyona li ser malekî de, şer dike û di şer de jiyana xwe ji dest dide. Piştî jiyana xwe ji dest da, li Cizîrê kîjan zaroka keç bê dinê, navê wê dibe Berîvan. Navê wê li Cizîra Botan li ser zar û zimanan e. Li navçeya Cizîrê weke efsaneyeke qala wê tê kirin û tevî 36 sal ji ser re derbas bûye jî navê Bêrîvan li Cizîrê xwedî taybetiyeke girîngê û qet nehatiyê ji bîr kirin. Xwişka Binevş Agal, nivîskar Xanê Agal ji Ajansa Welat re axivî û qala wê kir.
‘Digot divê ez vegerim Kurdistanê’
Xanê Agal anî ziman ku Bêrîvan xwîşka wê ya bicûk bû û di nava malbatê de jî kesayeteke cûda bû. Xanê Agal bi lêv kir ku Binevş hertim li dijî zilmê bi sekn bû ye û wiha got: “Pir giredayî malbatê bû. Lê piştî tevlî têkoşînê bû hezkirina xwe ya ji malbatê belavî tevahî gel kir. Hezkirina gel di ser her tiştî re girt. Tevî em li Ewropayê bûn jî ji rê ya xwe dûr neket. Digot divê ez vegerim Kurdistanê. Hezkirineke wê ya wisa hebû. Divê keseyatên weke Binevşê ji me re bibe mînak. Li Ewropayê jî ji Kurdistanê dûr neket. Piştî ku têkoşîn naskir heta asta jor xebitî, tu car ji kar û xebatê têr nedibû. Gel ji wê hez kir û bi wê re bûn yek. Ew giredana wê, bû sedem ku gel ji wê hez bike. Em jî weke malbat bi wê serbilind in. Yên ku bejê ez mirov im jixwe nikare li dijî vê zilmê bêdeng bimîne.”
‘Bêrîvanê bandor li ser malbatê jî kir’
Xanê Agal diyar kir ku têkoşîna Binevşê bandor li ser malbatê jî kiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat wê demê li Ewropa bû û ji têkoşînê dûr bûn. Bifikirin em kurd bûn û me nedizanî em Kurdin. Me ji bilî kurdî tu ziman nedizanî. Lê me dîsa jî xwe weke kurd pênase nedikir. Ew bi tenê serê xwe trajediyeke mezin e. Dema Bêrîvan tevlî têkoşînê bû malbat matmayî ma. Bi salên dirêj tênegiştin ku ka çima Bêrîvan tevlî têkoşînê bû ye. Bi taybet jî dayika min pir zahmetî kişand piştî Bêrîvanê. Lê di dawiyê de wan jî têgehiştin Bêrîvanê fam kir. Yek jî gotina dayika min piştî Berîvanê ji bîra min naçe digot, ‘Di nav zarokê min de jiyana herî bi dilê min bû ya Bêrîvanê bû.’ Ji ber ku dayika min têkoşîna wê têgihiştibû. Malbata me bi giştî welatparêz e. Malbat niha jî bi têkoşîna Berîvanê serbilind in.”
‘Bêrîvanê sînor nas nekir’
Xanê Agal destnîşan kir ku Binevş di civaniya xwe de pir jineke çalak û bi cesaret bû û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Min beriya wê têkoşîn naskir. Ew jî wê demê nêzî min dibû. Wê demê ez bi wê re alaqadar dibûm. Piştî nasîna têkoşînê jî tevlî bû. Lê tevlîbûn û têkoşîna wê bandor li ser min jî kir. Meriv matmayî dibe civanek çawa ew qas bi cesret û çalak be. Min jê re digot, ‘Çima tu ji xwe re cilên nû nastînê? Tu civanî’. Digot ‘Çi ji cilên min hatiyê, pereyên ku tên destê min bila ne ji cilan bila ji bo şoreşê biçin, hewcedariya şoreşe pê heye’. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Malbatê jî di destpêke de xwest jê re asteng bibe. Lê Berîvanê astengiyên malbat û civakê nasnekir. Hertim li pêş xwe nerî tu car li paş xwe nenerî. Dawiyê giheşt armanca xwe. Tevgera wê gelek bandor li min kir. Tiştên di hundirê wê de bi têkoşînê re mezin bûn. Ji ber ku rê dît ku mezin bibe. Tu car li cihê xwe nedisekinî. Di nava gelê kurd de dijmin gelek sînor danîne. Lê Berîvanê ew sînor jî rakirin. Yanî weke jineke êzidî gelek sînor rakirin. Cihe ku gora wê li wir e jî ji bo gelek cihekî girînge. Dilê Kurdistanê Botan e. Mirov çiqas li ser wan biaxivê jî kêm dimîne.”