Dayikên Aştiyê û rêveberên saziyan bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak ê endamê HPGê ku jiyana xwe ji dest dabû, kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) duh eşkere kiribû ku endamê wan Firat Bayrak (Argeş Cûdî) di 29ê Nîsanê 2019an de li devera Garê ya Başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Piştî eşkerekirina malbatê li gundê Salatunê yê bi ser navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ve şîn danî. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) a Botanê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zeki Îrmez bi girseyî serdana şînê kirin.
Girse li gund kom bû û bi berzkirina dirûşmeya, “Şehîd namirin” derbasî mala şînê bûn. Girse ji aliyê malbatê ve hat pêşwazîkirin. Destpêkê ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqîqeyeke rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan axivî û destnîşan kir ku ewladên gelê Kurd ji bo azadiya gel canê xwe dane û wiha got: “Wan canê xwe da û gelê me jî xwedî li têkoşîna wan derdikeve. Bi saya wan îro ev pêvajo dest pê kiriye. Xwedîderketina li pêvajoyê xwedî derketina li têkoşîna wan e.”
Malbatê jî bixêrhatina girseyê kir û serdan bi xwendina duayan bi dawî bû.