Hevserokê PYDê Xerîb Hiso bal kişand ser rewşa Sûriyeya nû û ketina Rejîma Şamê û destnîşan kir ku dibe rejimek nû hatibe, lê qrîz jî zêdetir bûne.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, piştî ketina Rejîma Baas a Şamê nirxandin kir. Xerîb Hiso anî ziman ku mirov dikare ji bo rewşa sûriyê bibêje ku piştî rûxandina desthiyatiya rejîma Baasê ya 61 salan, Sûriye derbasî rojên nû bû û wiha got: “Lê di vê nûbûnê de qrîz bêtir zêdebûn. Alozî girantir bûn. Ji ber ku herkes dibêje bi awayekî lez çêbû. Ev pêvajoya ku li Sûriyê rû da û Heyet Tahrîr El-Şam di deh rojan de gihişt Şamê, kes ne li bendê bû. Helbet ev bi serê xwe jî çênebû. Hin dewletên herêmî, dewletên hegemonîk eger piştgirî nedanayê ev rewş bi vî awayî çênedibû. Vê rewşê xeteriyeke nû bi xwe re anî. Bi vê xeteriyê jî civak tê tirsandin. Bi kuştina însanan, bi kuştina jinan, bi gefxwarinê, bi sloganên ku têne berzkirin, bi sozên tolhildanê ku têne dayîn; civaka Sûriyê xistiye nava metirsiyeke mezin.”
Li dijî HTŞê her kes bêdeng e
Xerîb Hiso, destnîşan kir ku divê li dijî metirsiya hatiye avakirin pêwîst bû mudaxaleyek çêbibûya û wiha axivî: “Lê dewletên garantor zêde xwe naxin nava vî karî. Dewletên ku berê destek didane vê rejîma ku rûxiyaye jî bêdeng in. Dewletên ku bi rewşa Sûriyê re têkildar bûn jî tenê bi daxûyaniyan sinordar dimînin. Di vê rewşê de herî kêm divê Neteweyên Yekbûyî (NY) mudaxale bikirana. Cemata Erebî mudaxale bikirana, dewletên garantor mudaxale bikirana. Lê mixabin kesî mudaxale nekir. Niha Heyet Tahrîrî Şam aliyekî xwe yê leşkerî heye. Dibe ku berê li Idlîbê hukumeteke xwe ya biçûk hebû, lê niha bû navendî.”
Gotin û kiryarên HTŞê hev nagirin
Xerîb Hiso, bal kişand ser hişmendiya hikûmeta ku bê avakirin û wiha berdewam kir: “Yên hukumeteke navendî bi hişmendiya Baasê bi rêve dibir, nîjadperest bû. Niha Sûriye bi vê şêwazê dikeve çarçoveya du hişmendiyan. Ev hukumeta ku ava dibe xwedî hişmendiyeke nijadperest û olperest e. Ev jî di civakê de gumanên pir mezin bi xwe re derdixe. Bi vê şêwazê ew xwe li ser civakê ferz dike. Lê divê ne wisabûya. Destpêkê divê agirbestek bihata ragihandin, hukumeteke demborî ku ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêkdihat bihata avakirin. Biryarên Neteweyên Yekbûyî 22 û 54 bihatana pratîzekirin, ewlehî û aramiyek çêbibûya, hemû girtî bihatana berdan, hemû penaber vegeriyana warê xwe. Lê mixabin ev tiştana yek jî pêk nehatin. Dema ku ev tişt çênebûn guman, pirsgirêk bêtir mezin dibin. Ji xwe gotin û kirinên Heyet Tahrîr el-Şam hev nagirin. Kiryarên ku derdikevine pêş ji kiryarên berê ne kêmtirin. Kiryarên xeter derdikevin pêş. Lê ji vê zêdetir ev komên çetewar, DAIŞa ku hebû li ser Tirkiyê tê hesibandin, xeteriyên mezin derdixin holê. Ev aloziyê bêtir kûr dikin. Armanca wan ew e ku çareseriyek demokratîk çênebe. Alozî kûrtir bibin û şerê navxweyî çêbibe. Ev kom li ser vê siyasetê şer dikin.”
Kiryarên wan li Efrîn û Şehbayê diyar in
Xerîb Hiso li ser talûkeya HTŞê ya ji bo siberojê jî rawestiya û ev agahî dan: “Ev rejîma nû tenê şer dizanin, ji bilî şer tiştekî din nizanin. Derveyî şer tu rê û rêbaz di zêhniyeta van çeteyan de tuneye. Kiryarên van li Efrîn, Şehba û Serêkaniyê diyar in. Hinek ji van koman di nav Heyet Tahrîr Şam de jî hene. Dema ku HTŞ pêş ve çû, hêzên rejîmê reviyan van êrîşî gelê Şehbayê kir, xwestin gel esîr bigirin. Heke ku mudaxale çênebûya dê gelê Şehbayê hemû êsîr bigirtana û tev bikirana koleyê, wek kole bikar bianiyana. Dê komkujî pêk bianîna.”
Xerîb Hiso, bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiyeyê û êrîşên wê û wiha lê zêde kir: “Tirkiyeyê bi rêya çeteyên gerêdayî xwe êrîşî Minbicê kir. Êrîşên pir berfireh bûn. Komên çete di 10 rojan de derbeyên mezin xwarin. Lê Tirkiyê bi balafirên Şer, bi SIHAyan xwestin komkujiyên mezin li ser sîvîlan pêk bînin. Hêzên HSDê ji bo ku pêşiya komkujiyên mezin bigire di encama tifaqeke bi hêzên koalîsyonê re agirbest ragihand û li Minbicê vekişiya. Dewleta Tirk bê rêya ajan û çeteyên xwe, bi rêya bermahiyên DAIŞê, wek şaneyên veşartî dixwaze li Reqa û Tebqayê tevliheviyan, aloziyan derbixe. Di navbera gelê Kurd û Ereb de şer û pevçûnan, nakokiyan derbixe. Ji bo vê di nav hewldanên provaqasyonan de ye. Tirkiye li hember me propagandeyeke reş dike. Şerekî pir berfireh yê taybet û psîkolojîk li medyaya dîjîtal dimeşîne. Dixwaze yekitiya ku me di nav gelan de ava kiriye têk bibe. Lê hevdîtinên me, têkiliyên me bi hemû pêkhateyên di van herêman de ne re hene, hemû jî di ferqa van armancên Tirkiyê de ne, piştgiriya xwe ji bo hêzên HSDê, Rêveberiya Xweser destnîşan dikin.”
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso bal kişand ser nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û wiha pêde çû: “Tirkiye di siyaseta xwe ya qirkirina gelê Kurd de israr dike. Ji bo vê yekê jî bi her awayî destekê dide çeteyan. Bi salan e vêya dike. Dixwaze Mîsaq-i Mîlî pêk bîne. Dixwaze çeteyên DAIŞê yên ku li Holê ne rizgar bike. Lê divê Tirkiye dev ji vê siyaseta xwe berde, tu faydeya vê siyasetê ji Tirkiyeyê re, ji gelê Tirk re tuneye. Gelê Kurd bi salan e li dijî van polîtîkayan li berxwe daye dê bide jî, bedelên giran jî daye.”
Divê em piştgiriyê bidin rêveberiya xweser
Xerîb Hiso herî dawî li ser çareseriyê hêvî û daxwazên xwe jî anî ziman û ev tişt got: “Ev hukumeta ku li Şamê hate ragihandin jî em hêvî dikin ku demokrasiyê, mafê hemû pêkhateyan esas bigire. Heke wisa nebe dê alozî û pevçûnên di Suriyê de kurtir bibin. Bi vî awayî jî ev pirsgirêk çareser nabin. Projeya herî rast a ku pirsgirêkan çareser bike projeya demokratîk e. Di Sûriyê de gelek netew, ol û bawerî hene. Heke çanda demokrasiyê di Sûriyê de neyê runîştandin, mafê hemû kêmneteweyan, ol û baweriyan neyê qebûlkirin pirsgirêk nayên çareserkirin. Bi tenê hemû qanûn lî gor şerîatê bin, mafê jinan neyê qebûlkirin, rola jinê di sîyaset û rêveberiya de tune be ev tiştekî bi xwe re pêş naxe û nayê qebûlkirin. Divê em yekitiya xwe bêtir xurt bikin. Ev destkeftiyên bi fikrên hemdem, bi berdêlên giran hatine bidestxistin piparêzin. Em zêdetir hêza xwe biparêzin, nirxên xwe biparêzin, îrada xwe biparêzin. Ji bo vê jî divê em bêtir piştgirî bidin Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser.”