Navenda Nûçeyan – Rojnameger Amed Dîcle anî ziman ku hêzên hegemon ji bo dîzayneke nû bidin Rojhilata Navîn li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk anîn û got: “Bi komployê xwestin Kurdan têk bibin. Lê piştî 26 salan Rêber Abdullah Ocalan di salvegera komployê de dixwaze hebûna Kurdan li dinyayê careke din îlan bike.”
Hêzên hegemon bi pêşengiya Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe dîzayneke nû bidin Rojhilata Navîn Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji xwe re asteng dîtin û xwestin ji holê rakin. Hêzên hegemon di çerçoveya plana “Tasfiyekirina Abdullah Ocalan” de bi dewletên herêmê re ketin nav plansaziyeke û li dijî Abdullah Ocalan komployek navneteweyî pêk anîn. Di encama komployê de Abdullah Ocalan roja 9ê Cotmeha 1998an ji Suriyeyê derket û berê xwe da Ewropa. Abdullah Ocalan li welatên Ewropa 130 rojan ji bo bi cihbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd geriya lê hemû helwdan ji aliyê hêzên komploger ve hatin têkbirin û bê encam man. Herî dawî di 15ê Sibata 1999an de Abdullah Ocalan li Kenyayê hat girtin û hêzên komploger anîn radestî Tirkiyeyê kirin.
Piştî 26 salên komployê weke her sal îsal jî gelê Kurd û dostên Kurdan di salvegera komployê de li Kurdistan û derveyî welat çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Rojnameger Amed Dîcle tekildarî salvegera komploya navneteweyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Armanc ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn bû’
Amed Dîcle anî ziman ku komplo ji aliyê hezên navdewletî vê bi armanca dizayna Rojhilata Navîn pêkhatiyê û wiha got: “Dema komplo destpêkir li Rojhilata Navîn amadekariyên mudaheleyeke nû ya dewletên navneteweyî hebûn. Ji nû vê dizayna Rojhilata Navîn bû. Hezên navneteweyî jî dîtin ku li Kurdistanê, Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya Kurdistanê ku li çar dewletên serekê; Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê tê dayin heye. Hezên navneteweyî jî ji bo bandor li van welatan bike û dizayna xwe ya nû li Rojhilata Navîn pêk bînê pêwîst dîtin ku mudaxileyî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Ji bo wê jî rêberê tevgerê birêz Abdullah Ocalan ji xwe re asteng dîtin. Bi vê armancê komployek pêk anîn. Bi komploya navneteweyî re di meha Cotmeha 1998an de birêz Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket.”
‘Mebesta wan ew bû ku şerê navbera Kurd û Tirkan kûr bikin’
Amed Dîcle da zanîn ku beriya komploya navneteweyî pêk were ji aliyê Abdullah Ocalan ve agirbest hatibû ragihandin û got ku yek ji armanca hêzên navneteweyî kûrkirina şerê di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de bû. Amed Dîcle bi bîr xist ku di komploya li dijî Ocalan de zêdetirî 30 dewlet û hêzên navneteweyî cih girtin û got: “Pêşengê wê komployê jî Amerîka bû. Piştî birêz Abdullah Ocalan hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin wisa armanc kirin ku pirsgirêka Kurd bikeve qonaxeke dijwar û ew şer bê dirêj kirin û pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn bibe pirsgirêke şer. Xwestin hemû rê û rêbazên çareseriyê bigrin. Ji ber ku Rêber Apo agirbest ragihandibû û bang li aştiyê kiribû. Van hezan jî di şert û mercên wê demê de heke pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyê be çareserkirin ew ê rê li ber mezin bûna Kurdan vêbike. Wam jî nedixwast Kurd beyî kontrola wan di Rojhilata Navîn e bibin aktorên sereke. Ji bo wê jî mabesta wan ew bû ku şerê di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de bidomînin û her dû aliyan jî muhtacî xwe bikin.”
‘Bêyî vê tevgerê tu kes nikare du keviran bide ser hev’
Amed Dîcle destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi pêşxistina paradîgmayeke nû pêşî li armanca dewletên navneteweyî girtiye û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan di Gireva Îmraliyê de paradîgmayeke nû li pêş xist û pêşî li vî şerî girt. Armanc tasfiyekirina birêz Abdullah Ocalan, dîzaynkirina Rojhilata Navîn û bi şer ji holê rakirina Tevgera Azadî ya Kurd bû. Lê dema em niha lêdinirin erê rast e piştî komployê mudaxile li Rojhilata Navîn hat kirin. Hê jî ew mudaxile berdewam dike. Lê xitimiye û di heman demê de armanca wan a domandina şer jî bi ser neket. Ji ber ku Rêber Apo paradîgmayeke nû ya aştiyê li pêş xist. Her çiqas heta niha aştiyek pêk nehatibe û şer berdewam kiribe jî lê di asta ku hêzên komploger plan dikirin de jî pêk nehat. Ya girîng jî Tevgera Azadiya Kurdistanê li Rojhilata Navîn û her çar dewletan zêdetir mezin bû û bû aktoreke diyarker. Bêyî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo tu pirsgirêkên Rojhilata Navîn nayên çareserkirin. Perspektîf û paradigmaya Abdullah Ocalan ku di van 26 salan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li pêş xistiye îro rêya yekane ya çareseriyê ye. Armanca hêzên hegemon pêk nehat. Dixwestin Rêber Ocalan tasfiye bikin û tu kes qala wî neke lê em îro jî dibînin ku Rêber Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e di Rojhilata Navîn de rêberê çareserî û aştiyê ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke mezin e. Dinya jî vê yekê dibîne. Hezên komploger dereng be jî dibînin ku ew komplo şaştiyek bûye û bêyî tevgera Rêber Ocalan di Rojhilata Navîn de tu kes nikare du keviran jî bide ser hev.”
‘Projeya Rêber Ocalan ji bo gelan aştî û aramî ye’
Amed Dîcle bal kişand ser gotina Abdullah Ocalan a “An projeya min an jî projeya Amerîka wê bi ser bikeve” û wiha axivî: “Projeya Amerîka li herêmê dide meşandin ji bo tu kesî aştî û aramiyê neaniye. Ji niha şûn ve jî nayine. Çaresriya ku Rêber Ocalan pêşkeş dike ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wê aştî û aramiyê bîne. Rêber Ocalan aştî, wekheviya gelan diparêz e. Ew ji bo hemû kesan firsendeke. Yanî dema Rêber Ocalan qala xwişk û biratiya gelan dike di siyasetê de navê wê yekitî û wekheviya gelan e. Ew yek jî bi qanûnan û formulasyonên siyasî divê bên mîsogerkirin. Lê çareseriya ku li dervê tê ferzkirin jî ew e ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe werin herême û tevliheviyan çêbikin. Di projeya wan de hem Kurd, hem Tirk, hem Ereb û hemû gelên Rojhilata Navîn qels dibin. Yek projeya Rêber Ocalan a aştî, wekhevî û azadiyê yê ya din jî projeya Amerîkayê ye. Birêz Abdullah Ocalan jî weke tespîtek dibêje heke ew projeya min bi ser nekeve projeya Amerîkayê wê bi ser bikeve. Heke Tirkiye bêje ez ê bi rêya demokrasiyê pirsgirêkê çareser bikim ji bo hemû gelan wê baş bibe. Lê heke ne wisa be ji bo Kurdan rêyên din dimînin. Ji ber ku Kurd êdî rewşa heyî nikarin qebûl bikin. Birêz Abdullah Ocalan jî dibêjê bila dewletên berpirsyar vê pirsgirêkê di nav xwe de çareser bikin.”
‘Yên ku nêzî serkeftinê ne Kurd bixwe ne’
Amed Dîcle têkildarî nîqaşên li ser banga Abdullah Ocalan jî diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re pêvajoyeke nû wê dest pê bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 15ê Sibatê de tê gotin birêz Abdullah Ocalan bangekê bike. Dibe ku ew bang bimîne piştî 15ê Sibatê. Di helwesta dewletê de tu guherîn tune ye. Êriş berdewam dikin û provakasyon hene. Lê divê em bizanibin ku banga Rêber Ocalan bangeke îdeolojîk û felsefîk e. Birêz Abdullah Ocalan 30 sal in dixwaze pirsgirêka Kurd bibe pirsgirêkeke siyasî û civakî. Ji ber politikaya şer a dewletê ev yek pêk nehatiye. Ji niha şûn va jî dewlet dîsa şer ferz bike ev têkoşîn wê berdewam bike. Rêber Ocalan jî dibîne ku Kurd êdî bûne hêzeke mezin û kes nikare wan tune bihesibîne. Ji ber vê jî dixwaze bangê li Kurdan bike ku siyaseta demokratîk û civakî derxe pêş. Bi vê yekê re dewlet demogojiya dike û dibêje ‘pirsgirêka me bi Kurdan re nîn e lê bi çekan re heye’. Ev yek jî nîşanî dinyayê jî dide ku ev têkoşîn têkoşînek siyasî ye û hemû kes pê dizane ku mesele çi ye. Ev têkoşîn wê bibe qonaxeke nû. Muxatabê vê pirsgirêke dewlet e. Lê beriya dewletê gel bi xwe ye. Divê şert û merc çi dibin bila bibin, em weke gelê Kurd fikir û remanên me çi dibin bila bibin divê em li vê pêvajoyê xwedî derbikevin. Xwedî li banga birêz Abdullah derbikevin û bikin rêbazeke têkoşînê. Ev yek wê zextê li ser dewletê jî bike. Yên ku nêzî serkeftinê ne Kurd bixwe ne. Bi komployê xwestin Kurdan têk bibin lê piştî 26 salan Rêber Ocalan di salvegera komployê de dixwaze hebûna Kurdan li dinyayê careke din îlan bike.”