Kurdên elewî yên li Dêrsimê û gelek bajarên Kurdistanê dijîn, her sal bi hatina sala nû re, Cejna Gaxanê ya ‘Khal û Gaxan’ pîroz dikin. Gulizar Konak ku ji Dêrsime hatiye li Amedê dijî, anî ziman ku ev çandeke civakî û dîrokî ye.
Kurdên elewî li Dêrsimê û li gelek bajarên Kurdistanê, her sal bi kevneşopiyên cejna ‘Kahl û Gaxan’ xatir ji sala borî dixwazin û sala nû pîroz dikin. Di pîrozbahiya cejna Gaxanê de zarok sibehê zû radibin, kincên xwe yên nû yên cejnê li xwe dikin û diçin nava gund digerin û diyariyan kom dikin. Di komkirina diyariyan de mal bi mal digerin û malbatan silav dikin. Zarok stranan dibêjin, leystokan û xalik û fatik dilîzin. Gundî jî diyariyên wek behîv, gûz, mewij, tûyên hişk û hêrûgên hişk didin zarokan. Li malan jî xwarinên wek pesare û danê hişk tên kelandin.
Têkildarî cejna Gaxan, welatiya bi navê Gulîzar Konak, ku ji Dêrsimê hatiye li Amedê dijî, diyar kir ku ew hersal weke kevneşopiyên berê dîsa jî Cejna Gaxanê bi çanda berê pîroz dikin. Gulizar Konak, kevneşopiyên Gaxanê yên berê û niha ji Ajansa Welat re nirxand.
Gulîzar Konak, diyar kir ku ew di dawiya Kanûnê de dest bi mihrîcana Gaxanê dikin û heta hefteya ewil a meha Çile yê jî didomînin û got: “Em roja pêncşemê xwe amade dikin. Malê paqij dikin û li heywanên xwe dinêrin. Em ij xwarinên ku em çêdikin re dibêjin dogecek. Em xwarinê dixin sêniyê, rûn lê dikin û darikek wek drav dixin zikê sêniyê. Tê bawerkirin ku ger darik bikeve kevçî mirov dewlemend dibin. Ji aliyê din ve jî zarok li malên gund li pere, şekir, gûz û gelek tiştan digerin, wextê xwe bi kêf, ken û henekan derbas dikin.”
‘Demsala îbadetê’
Gulîzar Konak, têkildarî çanda Gaxanê ya li Dêrsimê bi salan tê pîrozkirin ev agahî dan: “Li Dêrsimê kevneşopiyên Gaxanê dîrokî ye. Bi merasima ku bi navê (Khal) Gaxan tê binavkirin, sala nû pêşwazî dikin û xatirê xwe ji sala borî dixwazin. Gaxan her sal di hefteya dawî ya meha Kanûnê û hefteya yekem a Çileyê wekî destpêka sala nû tê pîrozkirin. Li Dêrsimê welatî çalakiyên Gaxanê li dar dixin û li vir xatirê xwe ji sala borî dixwazin. Sala nû pêşwazî dikin. Li gorî baweriya Elewiyan, bi cejna Gaxan re demsala îbadetê ya sê mehan dest pê dike. Bi Xizir û Heftemalê ve tê girêdan û di hefteya ewil a meha Çile de jî diqede.”
‘Aştî û aramî’
Gulîzar Konak, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku çanda Gaxanê pir kevn e digihêje hezar salan û wiha got: “Gaxan dawiya salê û hatina sersala nû ye. Di pîrozbahiya Gaxan de zarok mal bi mal digerin, ji mirovan re dua dikin û lîstika ‘xalîk û fatîk’ dilîzin. Li malê jî dua dikin ku aştî û aramî bê wê malê. Her tiştên ku ji nav gund berhev dikin bi hev re çêdikin û dixwin. Kesên ku ji hev xeyidî bin di Gaxanê de li hev tên.”
‘Kevneşopiyên cihêreng dihewîne’
Gulîzar Konak, qala kevneşopiyên xatir xwestinê yên sala borî û hatina sersala nû kir û wiha bi dawî kir: “Cejna Gaxanê ya sala nû ya Elewiyên Dêrsim û derdora wê tê qebûlkirin. Di navbera hefteya dawî ya Kanûnê û hefteya yekem a Çile de tê pîrozkirin û li gorî salnameya Hicrî di nav gel de rêûresm û kevneşopiyên cihêreng dihewîne. Gaxan di heman demê de destpêka sê mehî ya îbadetê (khal) Gaxan e û bi fîgurên ‘Xidir û Heftemal’ ve girêdayî ye. Li gor kevneşopiyê gel li her malên gund digere û nimêjê dike û piştî nimêjê xwarin tê parvekirin û ji bo aşitî û firehiyê dua tê kirin.”