Piştî ku li seranserê Îran û cîhanê nerazîbûn nîşanî cezayên darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hat dayîn, dadgeha rejîmê neçar ma ceza bi paş ve bixe.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku spartiya Ajansa Tesnîm ragihand ku pêkanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hatie paşxistin.
Hate diyarkirin ku heta niha sedema paşxistina ceza nediyar e, lê belê li seranserî Kurdistanê, Îranê û cîhanê di astek bilind de bertek û helwestên girseyî li dijî erêkirina cezayê darvekirinê hat nîşandan.
Her wiha îro li seranserê Rojhlatê Kurdistanê wek protestokirina erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî dest bi greva giştî tê kirin.
Hêjayî gotinêye ku di 8ê Çileyê de parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye.