Civaka Durziyan ji bo bawerî û nasnameya xwe bijîn xwedî rêgez û pîvanên hişk in. Ji bo tawîzan nadin û xwe diparêzin her dem wekî Êzdiyan di êrîşa dewletên cîran de ne.
HTŞ di 8ê Kanûna 2024an de ket Şamê û hikûmeta Şamê hilweşand. Piştî HTŞ ket Şamê alozî û şerê heyî zêdetir bû. Di hefteyên dawî de HTŞ bi êrîşa li dijî Durziyan di rojevê de ye. Durzî jî bi parastina herêma xwe ketin rojevê.
Li Sûriyeyê li gorî daneyên 2018an ji sedî 50 Ereb, ji sedî 15 Nusayrî, ji sedî 10 Kurd, ji sedî 15 jî civak û baweriyên din ên ji Durzî, Îsmaîlî, Îmamî, Nusayrî, Asûr, Trkmen, Ermeni û Çeçen dijîn.
Li gorî civak û nijadên din her çend nifûsa Durziyan li Sûriye kêm bin jî li welatên cîran ên Lubnan, Urdun, Îsraîl û girên Golanê dijîn. Li gorî daneyên dawî li Durziyên ku wekî Kurdan li 4 welatan belav bûne nêzî 5-6 milyon nifûsa wan hene. Durzî jî heta niha ji ber parçe bûne û yekîtiyek xurt ava nekirine rastî êrîşan tên. Di 10 rojên dawî de bêtir bi êrîşên HTŞê yên li dijî wan zêde di rojevê de ne.
Di 10 rojên dawî de bi taybetî piştî dengekî ku hat îdîakirin yê ciwanekî Durzî ye, li ser medya dijital û înternetê belav bû, HTŞê bêtir Durzî kirin hedefa xwe û dest bi êrîşan kirin.
Hêzeke mezin ya Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) di 30ê Nîsanê de hewl da ku derbazî bajarê Suweydayê li başûrê Sûrîyê bibe. Lê hêzeke xwecihî ya Durzîyan rê li ber wan girt û nehişt ku ew devera bi piranî Durzî ye kontrol bikin. Ew cara duyê bû ji dema ketina rejîma Sûrî ku hêzên çekdar yên Durzîyan nahêlin ku hêzên ser bi deshilata nû ya Şamê ve derbazî parêzgehê bibin. Ev pêşketin di dema ku axaftin li ser siberoja Durzîyan zêde bûye te pêk tên.
Li Sûriyê nifûsa Durziyan ji sedî 3 ye. Herî zêde li bajarê Suweyda dijîn û vir wekî bingeha xwe ya sereke dibînin. Durzî li bajarên wekî Şam, Hama û Helebê jî dijîn. Lê ji xeynî Sûrî li Lubnan û Îsraîlê jî dijîn.
Durzî ketin nava tevgerê
Piştî êrîşên li ser Durziyan zêde bû, Şêxên Durzî yên Civata Misilmanên Miwehidîn û rûspiyên olî xwest endamên hêzên ewlehiya hundirîn ji şêniyên Siwêdayê bin û radestkirina çekan di vê demê de red kirin. Li aliyê din banga rakirina dorpêça li ser herêmên Durziyan kirin.
Şêxên Durzî yên Civata Misilmanên Miwehidîn û rûspiyên olî û şêniyên Durzî di 1ê Gulanê de civînek li dar xistin. Rêberê ruhanî yê Civata Misilmanên Miwehidîn Şêx Hikmet El Hicrî, şêx Yûsif El Cerbiû, Hemûd El Henawî, Hesen El Etreş, Yejya Amir, Akif Hinêdî, Wesîm Îzedîn û nûnerên komên çekdar ên xwecih beşdarî civînê bûn. Piştî civînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew parçebûn û cudabûna ji Sûriyeyê, her wiha radestkirina çekan bo desthilata Şamê red dikin.
Mezinên Durziyan di civînê de ev biryar girtin:
– Divê bilez hêzên ewlekariyê yên hundirîn û saziya edaletê werin aktîfkirin. Divê endamên wan ji şêniyên parêzgeha Siwêdayê bin.
– Divê bi lez dorpêça li ser Ceremana, Sehnaya û Eşrefiya Sehnaya were rakirin û jiyana asayî vegere.
– Parastina rêya Şam-Siwêdayê ji aliyê desthilata Şamê ve were mîsogerkirin.
Divê li tevahiya Sûriyeyê şer were rawestandin.
Îsraîl û Firansayê piştgirî dan Durziyan
Li dijî van alozî û êrîşan şandeya Durziyan ji Suveydayê derbasî Şamê bûn û ji bo bi desthilata Şamê re hevdîtin bikin çûn Derayê. Hat zanîn ku aliyan li ser hin xalan li hev kirine.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrî Hamza el-Mustafa, anî ziman ku şer ‘Dema buhurandina rageşiyê’ nîşan dide. Televîzyona dewleta Sûrî jî anî ragihand ku artêşa Surî û hêzên asayişê li herêma Eşrefiye Sahnaya ya Şamê kontrol xistiye destê xwe.
Îsraîlê jî piştgiriya Durziyan kir. Îsraîlê Ji bo Sûrî hişyar bike êrîş hewayî pêk anî. Rayedarên ofîsa Serokê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî têkildarî êrîşê daxuyanî da û Sûrî hişyar kir. Rayedaran destnîşan kirin ku destûr nadin ku Sûrî zerarê bidin civaka Durziyan û Sûrî hişyar kir.
Rêveberiya Sûrî jî anî ziman ku di êrîşa Îsraîlê de endamekî wan ê ewlehiyê hatiye kuştin û got: “Komara Ereb a Sûrî anî ziman ku Durzî bûne parçeyekî nexşeya neteweya Surî û bi biryar in parastina hemû pêkhateyên li Sûrî teyit bikin.
Li aliyê din li Beyrutê cînek pêk hat. Pêşengên Durziyan beşdar bûn û anîn ziman ku tişta li Sûriyê pêk tê, ‘Projeya fitneye ye’. Rêberê berê yê Partiya Sosyalist Velid Canbolat jî anî ziman ku ew amade ye biçe Şamê.
Rêveberiya Xweser: Çareserî pergala demokratîk e
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bang li desthilata Şamê kir û xwest êdî dest ji komkujiyên bajarên perava bahre berdin û dawî li şerê navbera mesheban bînin. Rêvberiya Xweser ji desthilatê xwest ku bi rêya diyalogê çareseri bikin û destnîşan kir ku yakane rêya çareseriyê avakirina pergala demokratîk e.
Fransayê Sûrî hişyar kir
Wezareta Karên Derve ya Fransayê êrîşên li ser Durziyan ên mezhebî şermezar kirin û Îsraîl jî di nav de bang li hemû aliyan kir ku şer û pevçûnan bidin rawestandin.
Wezareta Karên Derve bang li Îsraîlê jî kir ku xwe ji çalakiyên yekalî ên bibin sedema zêdebûna rageşiya li herêmê xwe dûr bigire.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di encama şer û pevçûnên du rojên dawîn de herî kêm 73 kes hatine kuştin ku piraniya wan şervanên Durzî ne.
Şêx Hîkmet el Hacrî yê ku weke mezintirîn serokê rûhanî yê Durziyên li Sûriyeyê tê qebûlkirin jî bûyerên li Jaramana û Sahnayê weke ‘’hedefgirtina welatiyên sivîl a neheq’’ û ‘’kampanyaya qirkirinê’’ pênase kirin û bang li hêzên aşitiyê yên navneteweyî kir ku li hemberî bûyeran bê deng nemînin.
Durzî kî ne?
Ji xeynî Sûrî, Lubnan û Îsraîlê li herêma Çîyayê Golanê jî dijîn. Ji vê herêmê re “Çîyayê Durzî” tê gotin. Li vir li dora 700 Hezar heta Milyonek Durzî hene. Durzi, navê xwe ji rêberê civaka xwe Muhammed Bin İsmaîl ed-Derezî (sedsala 11ê) digre ku di sala 1016 an de ji aliyê Xelifê Fatimiyan Hekîm ve di sala 1018 bi tohmeta “Ji rê derketî” hat darvekirin.
Durzî baweriyê bi “Yekitîya Xweda” dikin. Ayînê Dûrziyan yêk xweda û Baweriyek Îbrahîmîyan e. Pirtûka wan a pîroz ji Peyamên Helbestî Pêktên û navê wê “Resalûl-l Hikme” (Ev Pirtûka Durziyan: ji El-Hikmetu’ş-Şerife, Kitâbü’l-Hikme, Tevhidi Hikmet, Peyamên Hikmet, El-Ma’lûmu’ş-Şerif û Peyamên Pîroz yên Durzîyan, pêk hatiye) ye. Reh û rîşaleyên vê Ola Durziyan xwe digehîne serdemên Asûr, Babilî û Medan û bandora Mîtraizmê, Zerdeştiyê û Manizmê, li ser rawişt û kevneşopiya wan heye. Bi taybet di kenveşopiya Êzdahiyê di Durziyan de ber bi çav e. Lê pişti van hemû olên ku mijara gotinê ye bi tevî Baweriya Sabiîtî yê ku bawerî bi Stêrkan, Roj, Heyvê û Kepkepên din heye û “Baş û Xerabî” “Tarîtî û Ronahî” stûnên sereke yên Ola Durziyanin, gelek nêzî felsefeya Zerdeştîyê ye. Durziyan ji her Olekê başiyek wergirtiye. Ew bixwe van başiyan berhemek pîroz yên xwedayên mezin dizanin. Durzî bixwe wek ziman Devokek Erebî diawxivin. Xwe ji qewmê Samî dizanin.
Bi tevî pêşketina Ola Misilmanetiyê, Durziyan jî, xwe li gel Şiî Mezhebên Îslamê kom kirine. Lê baweriyek yêk xweda heye û ji Îslamê cûda ne. Baweriyek serbixwe ye. Çawa her ayinekê bandor li ser hevûdin kirine, Ola Îslamê, Museviyan û Mesihîyan jî, bandor li vê civaka Durzî kiriye. Şertên baweriya wan a ayînî ne hemû hin wek yên Îslamê ne. 5 şertên Îslamê wek başî dibînîn lê wek cîhbicîhkar, nez nabin. Lê jiber ku çûna hecê, rojîyên remezanê bi cîh naînin, wek Bisilman jî nayên pejirandin. Durzî civakeke xwedî pîvanên hişk in. Ne endambûyê dipejirînin û ne jî ew dibin endamên ayînek din û civakek din. Rê û rêbazên jiyana wan, wek ayînê wane. Ji bo wê stûnên jîyanê ji bo ayînê jî, hatine duristkirin. Di nav Durziyan de çînên civakê heye ku yêk li ser yê din de ye. Rawiştên hevseriyê, dawet û şahî, ne wek yên Civakên din e. Taybetin û bi deng û rengê wan ve girêdayiye. Eger kesek Durzî li gel olperstek din bizewice, wek ji dîn û qewmê xwe derketi ye, dizanin û li dij derdikevin. Di Kurdên Êzdî de jî heman kevneşopî hîn didome. Ev herdû ol û civak ji ber ferman û tevkujiyên li dijî xwe, van pîvanan hişk diparêzin.
Durzî jî wek civaka Kurdên Êzdî, ayînê xwe li ser çînên civaka xwe avakirine. Dema mirov temaşe dike baweriya Durziyan ji pêkhateyeke ji navenda olên rojhilata navîn, derketi ye. Civaka Durzî çi devera lê bijîn, xwe li gel ayînên wan di guncînin. Mesela di nav Bisilmanan de bijîn wek Bisilmanan dua dikin û di nav Mesihîyan de bijîn her wek Mesîhiyan hêvî û daxwezên xwe dikin. Yanî olên heyî, wek pîrozayiyek xwedayê mezin dipejirînin. Rêzê ji hemû ayînan û rengan re digrin. Civaka Durzî ji serdema Fatimiyên Misirê heta niha di demên cuda cuda de, ji aliyê Sunne mezheban ve rastî zulmê û tevkujiyan hatine. Di nav axa Rojhilata Navîn de berdewam xwe sipartine deverên çîyayî. Taybet di serdema Osmaniyan de jî Durzî gelek caran rastî êrîş û tevkujiyan hatine. Gelek caran Sunneyên Misirê ku wek Herêmek desthilata Osmaniyan bû, bi darê zorê ew dikirin Misilman. Li gorî vegotinên Durziyan, Misilmanan çi xerabiyek, zordestiyek û biçûkxistinek heye, li hemberî Durziyan encam daye. Di Durziyan de di hemû serdemên guharinên hem desthilatdarî û hem jî cografyayî de, xwestine mafê xwe û civaka xwe jî biparêzin. Gelek caran ji bo mafên xwe serî hildane û encam girtine. Artêş ava kirine. Fermandar, zana, rewşenbîr û kesayatên mezin ji nava Durzî derketine.
Di şerê cîhanê yê yêkem de, Durziyan di bin fermandarîya Sultan el Atraş de, daxweza dewleta Durzî kiribûn. Jibo sazkirina dewleta Durziyan Artêş avakiribûn û dest bi şer kiribûn. Durziyan di sala 1925ê Serbixweyiya xwe ragihandin, navê Dewleta Durziyan “Dewleta Cebel el Durzî” bû. Ev dewlete heta sala 1945ê jî serbixwe bû. Durziyan, di bin Serokatiya Fermande Emir Hesen el-Etraş de, sala 1945ê bi 100 Hezar Nifusa xwe ve, li gel Erebên Surîyê cîh girt û li dijî Fransiyan Şer kirin. Sûrîyê serxwebûna xwe ragihand û Frensiyan xwe vekêşa. Durziyan jî, daxwazên xwe wek rêveberiyek Otonom ji Şamê re rêz kirin. Li ser van daxwazan Serokê Surîyê Şukrî El Kuvvetli, bezar bû û ev daxwazene wek metirsî bi nav kir. Da zanîn: “Durzi bi 4 Hezar leşkerên xwe ve jibo Şamê edî metirsîne û pêwiste werin ji nav birin…” Di sala 1948ê Artêşa Suriyê li ser Sinorên xwe yên Îsrailê leşker kom kir.
Di sala 1945an de Edîp El-Çîçekli (ji Hamayê ye ku ji malbatek binyat leşker bû) Partiya “Tevgêra Rizgariya Ereban” avakir. Di sala 1949ê hat desthilatdariyê. Bi tevî hatina wî dest bi êrişan li ser Durziyan kir. Bi 10 Hezar leşkerî ve êriş bir ser deverên Durziyan. Ji ber ku di heman salan de di navbera Îsrailê û tevahiya Ereban de şer hebû, Surîyê jî di nav vê hengamê de tevkujiyek mezin li hemberî Durziyan encam da. Gund û bajarên ku Durzî lê dijiyan bi çekê giran topbaran kir û malê xelkê sivîl kete ber talana leşkerên Surîyê. Civaka Durzi bi destê rayadarên dewleta Surîyê: “wek gotinên sixurên îngilîzan, civaka kafir, xweda nenas, ji rê derketi…” rojane di nav Ereben da belav kirin û Durzî di nav hemû civaka Ereb û welatên Ereban de, hatin reşkirin. Hejmarek zêde ya civaka Durzî koçî welatên cur bi cûr bûn û piraniya wan jî bi salan xwe di çîyan de veşartin. Serokê Surîyê Edîp El Çîçeklî jî, di sala 1964ê li Brezîlya rastî êrişek şervanek Durzî hat û di cîh de mir. Wî gencê Dûrzî da zanîn: “wî bi mebesta heyf û tolhildana tevkujiya Çîyayê Durzî, ew kuşti ye…”
Ev şiddet û zordariya Dewleta Suriyê ya li ser Durziyan her berdewam kir. Bi darê zorê ew kirin Suriyên Ereb. Dema dengên xwe derdixistin, bi xiyaneta welat ve ew dihatin tawanbar kirin. Edî her roja derbaz dibû netewperstiya Faşizane ya Erebên Surîyê zêde dibû û edî gotina kême netew, civakên cuda, hêvî û daxwezên wan, hatin qedexe kirin. Gotinek girover “Em Hemû Surî ne” û di rastiyê de jî “Ereb kirin” wek rêbaza desthilatdariyê berdewam kir. Piştî Behsi hatin desthilatdariyê edî Nifusa Sîyasî ya Durziyan nehiştin û bi artêşa Surîya Ereb re entegre kirin.
Di 25ê Tîrmeha 2018ê de Grupên DAIŞê êriş birin ser Bajarê Suveyde yê 258 sivîlên Durzî tevkujiyê re derbaz kiribûn.
Bi tevî jinav çûna Rejima Esed, Nûnerên Civaka Durzî jî xwe bi rêxistin dikin û daxwaza mafê Federasyonê jibo Durziyan, dikin.