• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

    Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da

    Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

    Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da

    Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çima jinên pêşeng, dîplomat û rojnamegeran dikujin?

Mehmet Alî Ertaş / AW

13 SIBAT 2025 - 08:12
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A

AbdullDewleta Tirk di salên dawî de herî zêde dîplomat, rojnameger û jinên pêşeng dikuje. Di 10 salên dawî de zêdeyî 20 rojnameger, jinên pêşeng û dîplomat bi êrîşên sûîqastî kuştin. Ji ber ku dixwaze bi kurdên ker, kor, lal û kole re wekî peymanên Sykes Pîcotê û Lozanê dubare mêtîngeriya xwe bidomîne. Lê êdî her kurdek rojnamegerek e, her kurdek dîplomatek e û her jinek kurd bûye jinek bi rêxistinkirî û pêşeng û hêza xwe ji Jin Jiyan Azadî digire.

Beriya Zayînê bi 10-12 hezar sal berê ango ji destpêka Neolîtîkê heta niha kurd li axa Kurdistanê dijîn. Kurdan li ser vê axê dest bi çandinî û çotkariyê kirin. Li ser vê axê mîmarî û xanî pêş xistin û gund ava kirin. Li ser vê axê ji berhemên axê û sewalkariyê çandeke dewlemend pêş xistin. Bi hezaran sal in li ser vê axê koka xwe berdane kurahiya dîrokê. Bûne xwedî çand, ziman û kavneşopiyeke qedîm. Ji ber ku Kurdistan di aliyê çandinî cotkarî û sewalkariye de pir dewlemend e; her dem hêzen derve çav berdane axa Kurdistanê. Ji ber çavkaniyên sererd û binerd ew qas dewlemend in, di dîrokê de gelek hêz hatine û xwestine axa Kurdistanê dagir bikin. Ji sumer, asûr, akad, babîl, pers, mekedon, mogol û gelek hêzên din hatin xwestin li ser vê axê bi cih bibin. Herî dawî piştî ku kurdan li Milazgirê nezîkî hezar sal berê deriyê xwe li tirkan vekir û ew vexwendin malên xwe, sal bi sal tirk li ser vê axê bi cih bûn û xwe li ser axa Anatoliya û Kurdistanê belav kirin. Bi taybet piştî 100 sal berê bi peymanên Sykes Picot û Peymana Lozanê, dewletên wekî îngîltere, Fransa û yên din kurd bi tiştên biçûk xapandin û axa Kurdistanê parçe kirin.

Wê demê kurd ji ber nezanî, xizanî û bêtifaqiyê hatin xapandin. Axa wan hat dagirkirin û parçekirin. Her çendî di 200 salên dawî de eşîr û mîrên kurdan çend caran serî hildan jî, lê ji ber yekîtiyek ava nekirin û hatin xapandin, serhildanên wan têk çûn. Lê di 50 salên dawî de piştî Tevgera Azadiya Kurd xwe bi rexistin kir û di aliyê fikr, felsefe, dîrok û civakî de xwe bi rêxistin û xurt kir, sal bi sal kurd û Kurdistaniyan yekîtî û tifaqa xwe xurt kirin. Bi taybetî di 20 salên dawî de bi fikr û felsefeya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, êdî kurdan di aliyê siyaset, dîplomasî, rêvebirin û rêxistinkirinê de xwe xurt kirin û bûn xwedî hêz. Her ku kurd bûn xwedî zanîn, felsefe û hêz, şerê li dijî kurdan jî hat guhertin. Berê tenê mîr, şêx û rêberên eşîrên kurdan digirtin û winda dikirin û digihiştin armanca xwe. Serhildan têk dibirin û dîsa serweriya li ser axa Kurdistanê berdewam dikirin.
Lê êdî niha hem hêza leşkerî ya tevgera azadiyê pêş ketiye, hem jî hêza fikr û bîrdozî ya gelê kurd û Kurdistaniyan pêş ketiye. Kurd êdî di aliyê siyasî, aborî, çandî, dîplomasî û her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin û xwe birêve dibin. Bi taybetî di aliyê bîrdozî, dîplomasî û siyasî de kurd xwedî hêz in.

Ji ber vê yekê êrîşên li dijî kurdan jî hatine guhertin. Êdî denê mîr, şêx û bêşengên kurdan darve nakin ango wan winda nakin. Hem Rêberê Kurdan dîl digirin û davêjin zindanê, hem jî pêşengên kurdan bi suîqastan dikujin. Dema destê xwe yên aştiyê dirêjî Kurdan dikin jî dixwazin bi kurdên kole re rûnên û peymanan îmze bikin. Dema qala aştiya navxweşî dikin jî dixwazin bi kurdên ku ji gotin û daxwazên dewletê re îtîraz nekin re aştiyê pêk bînin. Îro ji ber ku kurdên li Rojava azad û xwedî vîn in her roj bi SÎHAyan êrîşî wan dikin. Ji ber rojnamegerên di çapemeniya azad de cih digirin rastiya wan û lîstikên wan ronî dikin bi sûîqastan dikujin. Ji ber jinên pêşeng jinan bi rêxistin dikin û dikin xwedî vîn, jinan qetil dikin. Ji ber siyasetmedar û dîplomatên ku êdî lîstik, plan û projeyên kolekirinê qebûl nakin û di azadiya gelan de israr dikin, wan qetil dikin. Ji ber vê yekê di salên dawî de herî zêde jinên pêşeng, jinên dîplomat û rojnamegerên jin dikin hedef. Ji ber vê yekê herî zêde bi giştî dîplomatên kurd dikin hedef. Ew dizanin ku wan 100 sal berê bi dîplomatên kor Kurdistan dagir kir û parçe kir. Ev hêzên 100 sal berê xwedî vê ferasetê bûn, dixwazin vê ferasetê dîsa li ser gelê kurd ferz bikin. Loma pêşengên kurd ên dîplomat, siyasetmedar, aktîvîstên jin û rojnamegeran dikujin.

Em dema berê xwe bidin 12 salên dawî em ê taploya heyî hinekî bêtir şênber bibînin. Ji 2013an heta niha di êrîş û sûîkastên ji aliyê Dewleta Tirk ve pêk hatin de, herî kêm 16 jinên kurd ên siyasetmedar, rojnameger, akademîsyen û dîplomat hatin kuştin. Artêş û îstîxbarata Tirkiyeyê, di êrîş û sûîkastên salên dawî de herî zêde jinên kurd ên pêşeng dike hedef. Li gorî daneyan di 11 salên dawî de 16 jinên kurd ên rojnameger, akademîsyen, siyasetmedar, dîplomat û rêveber hatin kuştin. Li gorî lêkolînê ji 2013an heta niha jin, dîplomat û rojnamegerên ku derketin pêş mirov dikare wiha rêz bike: Sakîne Cansiz, Zekî Şengalî, Diyar Xerîb, Seyîtxan Ayaz, Sozdar Hemo, Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Rohanî), Hevrîn Xelef û Evîn Goyî, siyasetmedar; Sêvê Demîr, Pakize Nayir, Fatma Ûyar, Nadiye El Xeşan û Menîce Haco Heyder, Aktîvîstên jin; Şehnoz Omer û rojnameger Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Azîz Koyluoglu, di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan.

Ev kesêna, kesên ku di qada xwe de zêde derketin pêş û xizmeta gelê Rojhilata Navîn dikirin bûn. Kesên xizmeta gelan, baweriyan û jinan dikirin bûn. Kesên ku bi pênûs, kamera û wênekêja xwe heqîqeta heyî ronî dikirin bûn. Lê em ji dîrokê fêm dikin ku yên tovên hebûna xwe di axa heqîqetêe çandibin, wekî dara berûyê her zindî û geş in. Ew yek bên kuştin, deh kesên din li şûna wan radibe. Ji ber ku heqîqet tu carî winda nabe. Ew hêza xwe ji felsefeya Jin, jiyan azadî digirin.

 

Etîket: Azîz KoyluogluHevrîn XelefMehmet Alî ErtaşŞehnoz OmerSêvê DemîrSozdar Hemû
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ceza xera bû û rojnameger Ertaş beraet kir

Ceza xera bû û rojnameger Ertaş beraet kir

26 HEZÎRAN 2025
Şandeya DBP û DEM Partiyê serdana Rojnewsê kir

Şandeya DBP û DEM Partiyê serdana Rojnewsê kir

18 SIBAT 2025
Hewa sar bû lê dil germ û çav bi hêvî bûn

Hewa sar bû lê dil germ û çav bi hêvî bûn

16 SIBAT 2025
‘Her malek û darek’

‘Her malek û darek’

14 SIBAT 2025
‘Ziman pêdiviyek zanistî ye’

‘Ziman pêdiviyek zanistî ye’

14 SIBAT 2025
Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglu mewlûd hat dayîn

Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglu mewlûd hat dayîn

12 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (435)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne