• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

    Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

    Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

Bazîd Evren-Firat Tunç / AW

27 MIJDAR 2024 - 08:08
Kategorî: ÇAND, ROJANE
A A
Wan – Nivîskar Salih Serhedî ku jiyana Delala Dînik nivîsandiye, destnîşan kir ku Delal semboleke Komkujiya Geliyê Zîlan e û wiha got: “Çîroka Delalê rastiya komkujiyê radixe li ber çavan û divê neyê ji bîr kirin.”

Artêşa Tirkiyeyê di meha tîrmehê ya sala 1930an de ji ber ku tev li Serhildana Agiriyê bûne û alîkarî kirine, li Geliyê Zîlan a girêdayî navçeya Erdîş a Wanê nêzî 30 hezar kurd qetilkirin. Di nav van kesên hatine qetilkirin de gelek zarok, jin, pîr û kal hebûn ku niha goreke wan jî nîne. Piştî komkujiyê Geliyê Zîlan heta sala 1952yan weke herêma qedexe hat ragihandin û 22 salan ketin û derketin hatin astengkirin. Di nava van 22 salan de kes nizane ka çi li wan cenazeyan hatin.

Çîroka Delalê bi hemû rastiyên wê ve hatiye nivîsîn

Heta niha li ser Geliyê Zîlan gelek stran, dengbêjî, kilam hatine gotin û gelek pirtûkên lêkolînê, analîzê û roman hatine nivîsandin. Nivîskar Salih Serhedî ku ew jî ji Geliyê Zîlan e, jiyana Delalê ku piştî komkujiyê hişê xwe winda dike, nivîsand. Salih Serhedî, di pirtûka xwe de jiyana Delalê ku jê re dibêjin “Delala Dînik” bi hemû rastiyên wê ve dinivîse û çap dike. Salih Serhedî ku behsa pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe kir, got ku ew çend caran ji ber çîrok û jiyana Delalê giriyaye û çîroka Delalê bandoreke mezin li ser wî kiriye.

Geliyê zîlan gelekî taybet e

Salih Serhedî gava behsa Geliyê Zîlan kir, binê wê xêz kir ku Geliyê Zîlan ji bo herêmê cihekî gelekî taybet e. Lewma hem ji aliyê xweza û jiyana xwe, hem jî ji aliyê mirovahiyê ve Geliyê Zîlan bi nav û deng e. Lê Salih Serhedî dest nîşan kir ku sedema nivîsandina jiyana Delalê komkujî bû. Salih Serhedî, anî ziman ku çîroka Delalê rastiya Komkujiya Geliyê Zîlan raxistiye ber çavan.

Çîroka delalê vegot: Ji komkujiyê birîndar xelas bû

Salih Serhedî, destnîşan kir ku dapîr û bapîrên wan hertim behsa çîroka Delalê dikirin, lê ciwanên niha zêde vê çîrokê nizanin. Salih Serhedî, da zanîn ku wî jî ji bo herkes çîroka Delalê bizane nivîsandiye û wiha behsa çîroka Delalê kir: “Vê komkujiyê gelek çîrokên biêş jî bi xwe re anîn ku ev çîrok hêj jî bandoreke mezin li ser gelê herêmê dike. Yek ji van çîrokan çîroka Delala Dînik e ku di komkujiyê de sax xelas dibe. Delal, di dema komkujiyê de jineke ciwan û dezgirtî (jina ber zewacê ankû nîşankirî) bû û di komkujiyê de hemû malbat û dezgirtiyê xwe winda dike. Delal, 4 rojan di bin cenazeyên malbat û gundiyên xwe de dimîne û bi birîndarî ji komkujiyê xelas dibe. Ji xwe trajediya Delalê li vir dest pê dike, li ber çavên wê hemû malbat û xizmên wê tên qetilkirin. Piştî 4 rojan gava hişyar dibe û tê ser xwe, cenazeyên malbat û xizmên xwe dibîne û hişê xwe winda dike. Delal beriya komkujiyê ne jineke dîn e. Dû re weke her kurdê ku ji Komkujiya Geliyê Zîlan xelas dibe, bi çol û çiyayan dikeve û diçe li zozanan, gundên ku hatine valakirin dimîne.

Mirina delalê ji jiyana wê biêştir e

Delal, piştî demeke dirêj ber bi Erdîşê ve tê û li vir kesekî jê re digotin Helîm Xoce ku wê demê di mizgeftekê de melatiyê dike, çîroka Delalê hîn dibe û xwedî li Delalê derdikeve. Helîm Xoce Delalê dibe mala xwe, lê Delal li mal nasekine û li kolanan dimîne. Delal, dest bi parsekiyê dike, li kuçeyan an jî li mizgeftan radizê û tî û birçî dimîne. Ji bilî Helîm Xoce kes li Delalê xwedî dernakeve. Çend malbat xwarinê didin Delalê, lê ji bilî vê tiştekî din nakin. Sal tam nayê zanîn lê derdora salên 1980’yan çend ciwanên xwenenas Delalê dixapînin û dibin ber qeraxa Gola Wanê ya Erdîşê û destdirêjiyê lê dikin. Piştî destdirêjiyê bi çekên pêlîstok ku wî çaxî bi barûtê dixebitîn, çavên Delalê kor dikin û dû re bi kevirekê serê Delalê diperçiqînin. Delala Dînik, li vir jiyana xwe ji dest dide.”

Li dijî desthilatiya mêr tekoşînek heye

Di berdewamiyê de Salih Serhedî, bal kişand ser hişmendiya wê çaxê û ya niha û da zanîn ku desthilata niha bi hişmendiya mêr tê birêvebirin, lê li dijî vê hişmendiyê tekoşînek jî heye. Salih Serhedî, anî ziman ku her çi qas hêza vê hişmendiya mêrane lawaz bibe jî, hêj jî di nava civakê de jin û zarok bindest tên dîtin. Salih Serhedî, bi lêv kir ku di pergala cîhanê de hişmendiya mêr serdest e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê Delal bi awayekî hovane hat qetilkirin, lê îro jî bi destê mêran jin tên qetilkirin. Heta niha tiştek neguheriye, lê hişmendiya jinê pêşketiye û jin êdî xwe nas dikin. Hişmendiya ku teslimiyeta jinê ya ji bo mêr qebûl nake heye û ev yek jî ji bo me serfiraziyek e.”

‘Armanca min ew bû ku Delalê nedim jibîrkirin’

Salih Serhedî, destnîşan kir ku Delal weke semboleke Komkujiya Geliyê Zîlan e û bi salan e navê wê nehatiye jibîrkirin. Salih Serhedî, da zanîn ku hêj jî kesên temenê wan mezin behsa Delalê dikin û hin kes dibêjin “Delaloya Dînik” hin kes jî dibêjin “Delala Dînik”. Salih Serhedî, bi bîr xist ku li gor gotinan dema balafirek bi ser Erdîşê re derbas dibû, Delalê xwe vedişart û wiha berdewam kir: “Her wiha gava dengê çekê jî dihat Delal pir ditirsiya û xwe vedişart. Bandora komkujiya Zîlanê hêj jî li ser bû. Lewma weke sembolekê nêzî sed sal in di nava vê civakê de cihê xwe girtiye. Bawerim nayê ji bîr kirin û hewceye neyê jibîrkirin jî. Armanca min ya yekem jî ew bû ku Delalê nedim jibîrkirin.”

Hevokên dawî yên pirtûka Delala Dînik wiha ne: “Dinya ji rewşa Delala Dînik re giriya, ezman giriya, Xweda fedî kir ji mezinahiya xwe. Erd qelişî mirovahî di tê de çû xwarê. Kevir giriyan, çem mirçiqîn, dayik giriyan, hest giriyan, gerdûn giriya û Delala Dînik giriya…”

Etîket: çiroka DelalêDedalêGeliyê ZîlanNivîskarSalîh Serhedî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

9 SIBAT 2026
Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

8 KANÛN 2025
Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

16 MIJDAR 2025
Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

23 COTMEH 2025
Ji wêjekarên kurd peyama hevpar: Yekîtiya demokratîk

Ji wêjekarên kurd peyama hevpar: Yekîtiya demokratîk

31 TEBAX 2025
Wêjekarên Kurd ji bo yekîtiya demokratîk kom dibin

Wêjekarên Kurd ji bo yekîtiya demokratîk kom dibin

29 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (648)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne