Komek ciwanên enternasyonalîst ku ji bo Rojava hatibûn Bakurê Kurdistanê û li Mêrdînê hatibûn binçavkirin îro bi lêdanê li Stenbolê hatin dersînorkirin.
Komek ciwanên enternasyonalîst ku ji 15 kesan pêk hat û Fereshte Khosravî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye di 24 Çileyê de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ji Almanyayê hatin Amedê. 15 ciwan û Fereshte Khosravî di 27ê Çileyê de derbasî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bûn. 15 ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî dema di 28ê Çileyê de ji Nisêbînê diçûn navçeya Qoserê nêzî Qoserê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. 16 kesên ku duh li balafirgeha Stenbolê dihatin ragirtin û tundî li wan hatibû kirin îro ji bo bên dersînorkirin li balafiran hatin siwarkirin. Hate ragihandin ku ciwan kom bi kom ji bajarên Frankfurt, Hamburg, Koln û ji bajarên din ên Almanyayê re hatine şandin. Hate diyarkirin ku dema ciwan li balafiran hatine siwarkirin û peyakirin û dema rawestandinê de polîsan ew derb kirine û ji bo ku diyar bibin çaketên bixêz li wan hatine kirin. Her wiha serê her ciwanekî sê polîs hatine peywîrdakirin û wisa li balafiran siwarkirine.
Hate zanîn ku ciwanên bi lêdanê hatine dersînorkirin gihiştine Almanyayê û ji bo ku tundiya li wan hatiye kirin tespit bikin dê biçin nexweşxaneyê û rapora derbkirinê bigirin.
15 ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye di 24 Çileyê de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ji Almanyayê hatin Amedê. 15 ciwan û Fereshte Khosravî di 27ê Çileyê de derbasî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bûn. 15 ciwanên ku ji saziyên weke Koma Xebatên Enternasyonalîzmê ya Hannoverê, Ciwanên Çep – Solid, Ciwanên Demokratîk ên Yuna, Keçên Demokratîk ên Rozalia, Federasyona Rêxistinên Têkoşerên Çîna Civakî, Sazîbûna Komûnîst pêk dihatin di çarçoveya xebatên xwe de li Nisêbînê bûn. Fereshte Khosravî jî tev li çalakiya ciwanan a ji bo piştgiriya Rojava bû.
Li Qoserê hatin binçavkirin
15 ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî dema di 28ê Çileyê de ji Nisêbînê diçûn navçeya Qoserê nêzî Qoserê ji aliyê polîsan ve hatibûn rawestandin. Polîsên Şaxa Koçê û hêzên çevîkê bi hinceta biryara dadgehê heye û pasaportên wan hatine sînorkirin ciwan binçav kiribûn. Polîsan ji parêzeran re ragihandibû ku ciwan birine Îdareya Koçê ya Bajêr a Mêrdînê, derbarê wan de biryara binçavkirinê nîne tenê derbarê wan de biryara çavdêriya îdarî heye. Parêzerên Şaxa OHDa Mêrdînê xwestibû bi ciwanan re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan nehatibû qebûlkirin û polîsan nehiştibûn parêzer bikevin Îdareya Koçê ya Bajêr.
Destûr nedan parêzeran ku bi ciwanan re hevdîtinê bikin
Li gorî agahiyên ku parêzeran dabûn derbarê ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî de biryara dersînorkirinê hatibû dayîn. Ciwan pêr (28ê Çileyê) dora saet di 17.00an de ji Mêrdînê li gel polîsan ber bi Stenbolê ve hatibûn birêkirin. Hate ragihandin ku ciwan birine Navenda Paşveşandinê ya Stenbolê û destûr nedane ku parêzer bi wan re hevdîtinê bikin.
Têkilî bi ciwanan re qut bûye
Li gorî agahiyên ku me bidestxistin ciwan duh dora saet di 18.00an de gihiştibûn Stenbolê. Ciwan li Termînala Kargoyê ya Balafirgeha Stenbolê sê saetan hatibûn sekinandin. Ciwan piştî ji bo bên dersînorkirin li balafirê hatibûn siwarkirin piştî demekê ji ber sedemeke nayê zanîn bi tundiyê ji balafirê hatibûn peyakirin. Ciwanan dîmenên mudaxileya wan kişandibûn û dora saet di 21.30an de dîmen şandibûn.











