31 sal berê li Çiyayê Bêzar 28 ciwanên Kurd bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Di 17ê Gulana 1994an de li Çiyayê Bêzar, leşkeran bi çekên kîmyewî êrîşî komek ciwan dikin û komkujî pêk tînin. Koma Rewşen bi Kalama Çiyayê Bêzar her tim vê komkujiyê di hişê mirov de zindî dihêlê.
Dema Çiyayê Bêzar tê gotin komkujiya 31 sal berê li dijî 28 ciwanên Kurt pêk hat, tê hişê mirov. Dema komkujiya 28 ciwanên kurd jî tê gotin Çiyayê Bêzar tê hişê mirovan. 31 sal berê li Çiyayê Bêzar ê Semsûrê di 17 ê gulana 1994an de leşker komkujiyeke mezin pêk tînin. Di vê komkujiyê de 28 ciwan tên kuştin.
22 ciwanên kurd di 16ê gulana 1994an de ji Meletî û Semsûrê berê xwe didin Çîyayê Bêzar û dixwazin tev li nav refên PKKê bibin. Ciwanên ku tenê şevekê li Çiyayê Bêzar dimînin, roja din derdora wan ji aliyê leşkeran ve tê dorpêçkirin. Ji bo rizgarkirina ciwanan 6 endamê PKK şer dikin. Lê ji ber bi hezaran leşker dora 22 jê bêçek bi giştî 28 ciwanan dorpêç dikin û li ser wan bombe û çekên kîmyewî dibarînin, di şer te 28 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest didin. Çiyayê Bêzar ji bo 28 ciwanan dibe goristan. Bi hezaran leşker ji qada bejayî ve herêmê bombe dikin. Helîkopter jî ji hewa de herêmê bombe dikin û çekên kîmyewî bikar tînin.
Cenazeyan dişewitînin
Leşker bi kuştina 28 ciwanan têr nabin, cenazeyên wan kom dikin û dibin li Qereqola Semsûrê dişewitînin.
Leşker, piştî komkujiyê cenazeye ciwanan kom dikin û li Qereqola Semsûrê dişewitînin. Malbatên 11 ciwanan cenazeyê xwe digirin û dibin li bajarên xwe dispêrin axê. Cenazeyên mayî jî li navenda Semsûr li Goristana Karapinar bi awayekî komî tên definkirin. Niha li gora komî navê 28 ciwanan û nivîsa “Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin jî jiyanê hez dikin” nivîsandiye û ji bo gelê Semsûrê bûye birdariyek. Gelê Semsûrê di cejn û salvegera komkujîyê de gora komî ziyaret dike û ciwanan bi bîr tîne.
Koma Rewşen bû deng û awaza ciwanan
Şeyho Karadagli (Apê şex) yê 87 salî 3 sal berê ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrullah Acar re axivîbû û qala bûyerê kiribû. Şeyho Karadagli li ser ciwanan strana Çiyayê Bêzar dinivîse û wan ciwanan nemir dike. Şeyho Karadagli, dema ku komkujî pêk tê diçe ser cenazeyê ciwanan û yek bi yek li cenazeyê wan mêze dike. Apê Şêx di nav cenazeyan de li kurê xwe Alî ku berî komkujiyê salekê tev li PKK bûyî digere. Apê Şêx ji wê demê ve heta niha 31 sal in tu agahî ji kurê xwe nagire.
Di dîrokê de cih girt
Şeyho Karadagli destnîşan dike ku ticarî komkujiya Çîyayê Bêzar ji bîr nake û wiha dibeje: “Ciwanên bêçek bi çekên kîmyewî kuştin. Piştî ku komkujî çêbû ez çûm qereqole. Min yek bi yek li cenazeyên ku hatibûn şewitandin mêze kir. Gelek kesên hatibûn kuştin gundiyê me bûn, nasê me bûn.” Apê Şêx ku ji bo ciwanan nede jibîrkirin di kilamê xwe dê qala komkujiyê dike û ev got: “Ew komkujî ji bo gelê herêmê heqaretêkê mezin bû. Ji bo ku em vê komkujiya mezin nedin jibîrkirin çi ji destê me were em ê bikin. Wê ev komkujî di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire. Herdem li dijî kurdan komkujî çêbûne. Di vê komkujiyê de çekên bi kimyewî hatin bikaranîn.”
Şeyho Karadagli, li ser komkujiyê helwestekê dinivîse.
Kilama ku Şeyho Karadagli ji bo komkujiya Çîyayê Bêzar nivîsandiye wiha ye:
“…Li bajarê Semsûrê li çiyayê Bêzar dilimin liyan e keko liyan e
Derdê min derdekî giran e derdê mim derdê şehîdan e
Bajarê Semsûrê çîyayê bêzar bişewite
Mala dewletê bişewite ne dîne ne îman e
Kîmyasalê avêtine 28 ciwanan e cenaze wan avêtine qereqolan e
Seba pisgireka kurmancî ye
Derdê min derdekî giran e
Şerê çiya doşek kirine erd yorgana wan ezman e
Her tişt ji bo azadiya Kurdan e
Strana Çiyayê Bêzar wiha ye:
Çiyayê Bêzar bi nal e nal e
Dilê dijmin pir xedar e
Delalê min bêbihar e
Delala min bêbihar e
Oy oy Çiyayê Bêzar
Oy oy Çiyayê Bêzar
Delalê min bê bihar e
Delala min bê bihar e
Napalm barî
Ji azman barî
Goşt û hestî
Yekcar helî
Xirakirin tevda hêlîn
Şukriyê min bêbihar e
Xirakirin tevda hêlîn
Huseynê min bêbihar e
Oy oy Çiyayê Bêzar
Oy Çiyayê Bêzar
Delalê min bê bihar e