Darvekirina veşartî li ser Îranê zêde ye. Li Rojhilatê Kurdistanê malbateke ku jê para xwe negirtiye tine ye. Ciwanê Kurd Hemîd Huseyîn Nejad jî di 18ê Nîsanê de bi awayekî veşarî hat darvekirin û cenaze nîşanî malbatê nedan.
Rejîma Îranê bi darvekirina ciwanên Kurd di rojeva cîhanê de ye. Rejîma Îranê bi taybetî dema mirovan darve dikin agahiyan nadin malbatan. Ji ber vê yekê bi darvekirinên veşartî û bi dizî tê zanîn û nasîn. Mînaka vê yekê ya herî dawî darvekirina Hemîd Huseyîn Nejad Heyderanlu ye. Di 18ê Nîsanê de bêyî agahiyê bidin malbatê ew darve kirin û cenazeyê wî jî nîşanî malbatê nedan. Bêyî ku agahî bidine malbatê ew darvekirin. Nehiştin ku malbat biçin wî bibînin û cara dawî wî hembêz bikin.
Li Tirkiyê siyasetmedar tên girtin û rastî cezayên giran tên. Gelek girtiyên siyasî li girtîgehan nexweş dikevin û cenazeyên wan ji girtîgehê derdikevin. Gelek ji wan jî li gel cezayê wan diqetin jî nayên berdan û her 6 mehan carekê girtina wan dirêj dikin. Rejîma Îranê jî piraniya siyasetmedarên Kurd darve dike û cenazeyên wan jî nade malbatên wan. Di qanûnên Rejîma Îranê de Şerîeta Îslamê esas tê girtin. Lê rê li pêşiya darvekirina mirovan nayê girtin. Her çiqas rexneyên neteweyî yên rêxistinên wekî NY û Amnesty Internainainol li ser kiryara darvekirina li Îranê zêde bin jî, Rejîma Îranê van rexneyan li ber çavan nagire û di darvekirina microvan de israr dike. Hemû serlêdan û daxwazên derveyî xwe red dike û di darvekirina microvan de israr dike.
Di 2025an de 230 kes darve kirin
Li gorî daneyên herî dawî yên ji çavkaniyên wekî Neteweyên Yekbûyî Amnesty Internaional û Iran Human Rights di desptêka 2025an heta dawiya meha Adarê li Îranê herî kêm 230 kes hatine darvekirin. Ev rapora Amnesty Internainonal ya di 4ê Nîsana 2025an nexşeya 2 salan şênber dike. Di 3 mehên ewil ên 2024an de 110 kes hatin darvekirin. Ev dane nîşan dide ku 3 mehên ewil ên 2025an 2 qat ji 3 mehên ewil ên 2024an zêdetir bûye. Di nav kesên îsal hatine darvekirin de 8 kes jî jin in û 5 ji wan tenê di meha Adarê de hatine darvekirin.
Ev nîşan dide ku Rejîma Îranê sînor û hiqûqê nas nake û bi kêfî di bin navê rêgez û qanûnên xwe yên şaş qirêj de mirovan darve dike. Li gorî rapora Krîza Darvekirinê ya Berdewam a Îranê ji pêngava 2022an û vir ve di sala 2023an de Îranê bi kêmî ve 853 kes darve kirin ku ev hejmar di nava heşt salan de ya herî bilind e. Ji van darvekirinan 481 ji ber sûcên têkildarî madeyên hişbir bûn. Ev zêdebûna darvekirinan wekî beşek ji siyaseta dewletê ya tundkirina tirsê di nav gel de û xurtkirina kontrola desthilatê piştî serhildana ”Jin Jiyan Azadî” ya sala 2022an tê dîtin.
Hemîd Huseyîn Nejad Heydaranlu jî di Tîrmeha 2024an de bi tawanbariya ‘Endamtiya PKKê” ”xaîntiya welat” cezayê darvekirinê lê hate birîn. Herî dawî di 17ê Nîsanê de cara dawî bi malbata xwe re ketibû têkiliyê. Li gel ku malbat li dijî biryara cezayê ji Heyderanlu re hatibû dayîn li pêşiya girtîgeha Urmiyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Lê tevî çalakiya malbatê Hemîd Huseyîn Nejad bêyî agahiyê bidin malbatê û bi awayekî veşarî di 18ê Nîsanê de darve kirin.
Cenaze ji malbatê veşartin
Hemîd Huseyîn Nejad Heyderanlu ji roja hate girtin heta dawî di bin îşkenceyên giran a Rejîmê de hate hiştin. Her çend malbata wî bi guman bûn û nerazibûnên xwe anîn ziman jî daxwaz û fikarên wan li ber çavan nehat girtin. Dawiya dawî rejîmê ew bi dizî darve kir.
Bavê 3 zarokan bû
Rejîma Îran ew darve kir û nehişt ku malbat cenazeyê wî werbigirin. Hem cezane nîşanî malbatê nedan û hem jî gora ku lê hatiye definkirin ji malbatê veşartin. Malbat li dijî vê helwesta Rejîmê ku li dij hiqûqê ye bi bertek in. Malbat destnîşan dike ku sûcê kurê wan ê herî mezin kurdbûn û hêjarbûn e û dibêjin “Ger Kurd nebû ya dê nehata darvekirin an jî kesekî ku di çavên rayedarên rejîmê de dewlemend bû ya dîsa dê nehata darvekirin.”
Hemîd Huseyîn Nejad jî Kurd bû. Rayedarên Rejîma Îranê ew bi kêfî darve kirin. Li gel ku li ser belgeyan jî bêsûciya wî hate îspatkirin jî ew darvekirin. Zewicî bû. Bavê sê zarokan bû. Li pey wî malbetek çav bi hêsir hiytin. Malbata wî heta bijîn, dê derd û azarê bijîn. Kurdbûn her çendî taca zêrîn be jî ew qas dijwarbûna xwe jî heye. Li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat. Tim û daîm kesên Kurd in li hemberî hovîtiyê têkoşîna jiyanê didin. Li Tirkiyê li dijî Dewleta Tirk û komên paramîltêr, li Rojava li dijî DAIŞ û HTŞ û hêzên cîhadîst li başûr li hember kesên dujminê qewmê xwe û herî dawî li Rojhilat jî Rejîma hov a Îranê. Ew Rejîma qaşo li ser rêgezên Îslamê tevdigerin canê ciwanekî kurd jê stendin. Nahêlin ku malbat şîna xwe jî bike. Ev wahşeta îranê ne cara yekem bû û xûya ye ku ne dawî ye jî. Rewşa Îranê bi darvekirinênzêde, çewisandina muxalefetê û sÎnordarkirina azadiyan bûye sedema
berteka cihanê. Hêvî dikim ku ev Rejîm hilweşe û êdî kes neyê darvekirin û hêvî û xeyalên mirovan nÎvco nemînin.