Şirnex – Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Edîp Orûç anî ziman ku ew ê bi bernameyên cûr bi cûr Cejna Zimanê Kurdî li qadan pîroz bikin û got: “Niha pêvajoyek hatiyê destpêkirin. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî.”
Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan vê li Şamê derket. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de yekem kovara ku bi tîpên latînî hatiye nivîsîn. Bi minesebeta salvegera derxistina Kovara Hawarê di sala 2006an de 15 Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî hat ragihandin. Ji 2006an vir ve her sal li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd 15 Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Îsal jî amadekariyên pîrozbahiyên 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dest pê kirin. Weke her bajarê Kurdistanê li Şirnexê jî bi pêşengiya saziyên Ziman 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi bernameyên cûr bi cûr wê bê pîroz kirin.
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Edîp Orûç tekildarî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd xebat û bernameyên ku li dar bixîn vêgot.
Pîrozbahiyên 15ê Gulanê
Edîp Orûç bi lêv kir ku Cejna Zimanê Kurdî ji bo hemû Kurdan xwedî wateyeke mezin e û got: “Ji bo Cejna Zimanê Kurdî her sal pîrozbahî tên li darxistin. Em ê jî weke komelê bi bernameyên cûr bi cûr Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Em ê li ser zimanê Kurdî panelan li dar bixîn. Çalakiya meşe li dar bixin û daxuyaniyan bidin. Dengbêjên me jî wê li ser dikê kilaman bêjin. Atolyeyên me yên zarokan hene. Koma Birca Belek jî wê li ser dikê stranan bêje. Weke final jî dîsa dê atolyeya zarokan pêk bê. 2 komên muzîkê jî wê li ser dikê stranan bêjin. 3 rojan bê navber em ê bi bernameyên cûr bi cûr Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin.”
‘Xebatên fêrkirina ziman û çanda Kurdî didomin’
Di berdewama axaftina xwe de Edîp Orûç bal kişand ser xebatên fêrkirina zimanê Kurdî yê Komeleya Ziman û Çande ya Birca Belek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî kongreyê me careke din kursên xwe yên perwerdehiyê vekirin. Me ji bo fêrkirina zimanê Kurdî 2 pol vekirin. Polo asta 1emîn û 3emîn niha perwerdehî tê dayin. Kursên me yên tenbûr, gîtar, erbane û atolyeya zarokan hene. Niha xebatên me berdewam dikin hem ji bo fêrkirina zimanê Kurdî hem jî ji bo fêrkirina muzîk û çanda Kurdî. Ji bo pêşerojê jî em dixwazin kursên şano, govenda civanan, kursên keman û piyanoyê jî dixwazin vêbikin. Niha hewldanên me li ser vê yekê ne. Di plansaziya me de heye ku di demên pêş de em van kursan jî vekin.”
‘Em mafê perwerdehiya fermî dixwazin’
Di dawiya axaftina xwe de Edîp Orûç destnîşan kir ku ew mafê perwerdehiya fermî ya Zimanê Kurdî dixwazin û wiha bi dawî kir: “Niha pêvajoyeke hatiyê destpêkirin. Daxwaza me jî ew ê ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Bi sedan sal in polîtikayên pişaftinê li ser zimanê Kurdî tê kirin. Em ji van polîtikayan re dibêjin êdî bes e. Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û bi zimanê me perwerdehî were dayin. Divê dewlet jî gavan baveje. Mafê perwerdehiya zimanê Kurdî di mekazagonê de bê mîsogerkirin. Divê dewlet jî gavan baveje ku gel baweriya xwe bîne.”