Amed – Saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurdan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî deklerasyonek aşkere kir. Di deklerasyonê de bang hate kirin ku divê hemû Kurd li dor zimanê Kurdî bibin yek, yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê Kurdî; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin Kurdîgehek.
Saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurdan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê deklarasyona 15ê Gulanê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir. Endam û rêveberên saziyên zimanê Kurdî, rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevberdevkên Lijneya Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar û Cemîle Tûrhalli, Dayikên Aştiyê, hevşaredar, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê
amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku bi kurmancî û kirmanckî li ser “Statuya kurdî perwerdehiya bi kurdî” dinivîsî hate vekirin.
Girseyê di daxuyaniyê de dirûşma “Zimanê Kurdî rûmeta me ye” berz kir. Metnê daxuyaniyê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî hatin xwendin. Metna Kurmancî Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar û ya Kirmanckî jî Hevseroka Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şukran Yakût xwend.
‘Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor û li jor e’
Heval Dilbihar diyar kir ku zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye û wiha got: “Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê Kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê Kurdî hatin nûjenkirin; zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku Kurd bên pişaftin û zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye. Bêguman em Kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê. Jiyaneke bêKurdî ji bo me Kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.”
‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e’
Heval Dilbihar bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye” û wiha pê de çû: “Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nizanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî tiştekî hilberînî; wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin ev 50 sal in me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”
‘Tecrida li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd e’
Heval Dilbihar destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurt kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û dibêjin mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê rêzdar Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civavekeke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê Kurdî rasterast têkildarî hev in. Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê Kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratik bi diruşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin.”
Heta 1ê Hezîranê wê bername û çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin
Heval Dilbihar da zanîn ku bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4ê Gulanê heta 1ê Hezîranê, li hemû derên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê; bername û çalakiyên cur bi cur dê bên li dar xistin û wiha berdewam kir: “Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi Kurdî, civînên zimanê Kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê Kurdî, hînkirina alfebeya Kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi Kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.”
‘Her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan’
Heval Dilbihar diyar kir ku dê têkoşîna ji bo zimanê Kurdî berfirehtir bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî, rakirina hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya Kurdî, serbestî û azadiya Kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên Kurdî yên ku kirine tirkî li her derê belav bikin, dîsa em ê li hemû derên Kurdistanê û li hemû derên ku Kurd lê dijîn, hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê Kurdî belav bikin. Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû Kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû Kurd li dor zimanê Kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê Kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê Kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin Kurdîgehek. Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve, di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê Kurdî, li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be! Bijî Zimanê Kurdî! Her Dem Kurdî Her Der Kurdî! Kurdî Yekîtî Azadî! Ji Bo Kurdî Her Dem Li Her Derê Têkoşîn û Xebat!”
Saziyên ku deklarasyonê îmze kirin e
Navên saziyên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: MED-DER, KURDÎGEH, ANKA-DER, BOTAN-DER, MEDYA DER, ARSÎSA DER, Birca Belek, AVESTA-DER, ARÎ-DER, MEDÎA-DER, CÛDÎ-DER, FERAT-DER, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kovara Destar, DEM PARTÎ, DBP, TJA, Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, OHD, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, DFG, MKG, Komeleya Wêjekarên Kurd, NÇM, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Komeleya Çand û Hunerê ya Rengîn, Sanatolia, Komeleya Aryen, Navenda Çand û Hunerê ya Biharê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Ma Music, Şanoya Bajêr a Amedê, KASED, SOZ-DER, PENA KURD, YEWKURD, Komeleya 78an, Kongreya Îslama Demokratîk, Komeleya Elewiyên Demokratîk.”
Daxuyanî bi govendê bi dawî bû.