Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser mafê hêviyê û got: “Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe, divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bêne kirin û ji bo hevdîtinê wan serî li Wezaretê daye, lê heta niha tu berîv nehatiye dayîn.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, anî ziman ku wan hem wekî DEM Partiyê, hem wekî komîsyona hiqûqê û hem jî wekî wekîlan di asta Hevserokan de ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li wezaretê daye û wiha got: “Lê heta niha der barê serledan û daxwaza me ya hevdîtinê de tu bersîv nehatiye dayîn. Herî dawî bi rêya wekîlê me Omer Ocalan hevdîtinek pêk hat. Wekî din di çapemeniyê de jî derbas dibe ku di demek nêzîk de tê payîn ku hevdîtinek pêk bê. Di çapemeniyê de tê gotin ku bi navên bên diyarkirin re dê hevdîtin bê kirin. Lê ev nav kîne û dê kengî hevditin bê kirin tiştekî zelal tune ye.”
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, bal kişand ser gotina Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ku xwest Koma DEM Partiyê biçe bi Îmraliyê hevdîtin bên kirin û wiha axivî: “Ev gotina wî ji bo pêdiviya avakirinek aştiyane pêwist e. Pêdivî bi gavên ku ji bo siberoja welatê me ya demokratik û aştiyane heye. Ji ber vê yekê di hevîtina berê de Birêz Abdullah Ocalan gotibû “Ez xwedî hêza teorîk û pratîk a ku pirsgirêka Kurd çareser bikim”. Ev çareserî nîşan dide ku dê bi hevdîtinêk bên kirin pêk bê. Em girîngiyê didin vê nêzîkatiya ku pirsgirêka Kurd ku bi rêya aştiyane û demokratîk çareser bikin. Em ji bo pêvajoya çareseriye ji hemû muzakereyan re amade ne.”
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku di vê pêvajoyê de hebûna birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê aktorekî pir girîn e û wiha axivî: “Ev bêniqaş e. Ji bo ev şert bên avakirin, divê gav bên avêtin û gotin bi cih bên. Em dizanin ku pêvajo tenê bi gotinan pêş nakeve. Ji bo vê yekê em gav avêtinên şênber girîng dibînin. Divê gavên şênber bêne avêtin. Di vê pêvajoya ku pêdivî bi aştiya Rojhilata Navîn heye de, pêdivî bi avakirina pêşerojek aştiyane heye.”
Sevda Çelik Ozbîngol, anî ziman ku serdana parêzeran a ji bo çûna Îmraiyê bi awayekî rûtîn tê redkirin û hevdîtina malbat û parêzeran tê qedexekirin û wiha pêde çû: “Bi van redkirin û qedexeyên ji bo hevdîtina li Îmraliyê tecrîda mutlaq a bi qutkirina ragihandinê ya mutlaq heye. Li gorî vê rastiyê li kursiya meclisê wekî ku birêz Bahçelî jî got û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di 17-19ê Îlonê de tespît kir ku mafê heviyê heye. Ev mafê hêviyê wekî rojevek sereke cihê xwe digire.”
Sevda Çelîk Ozbîngol, destnîşan kir ku jibo mijara Mafê Hêviye divê zagon bên guhertin û ne tenê ji bo Îmraliyê ji bo hemû hemû girtîgehan pirsgirêkeke li benda çareseriyê ye û wiha got: “Di vê mijarê de hemû kesên xwedî berpirsiyar, ji bo guhertina zagonan divê erk û rola xwe pêk bînin. Di vê mijarê de berpirsiyarî dikeve ser milê hemû partiyên siyasî. Em bi rêya koma xwe ya li meclisê û komîsyon, ji bo meclis di vê mijarê de berpirsiyariyê bide ser xwe, bi pir alî xebatan dikin. Em raporan amade dikin. Meseleya rakirina tecrîdê ne tenê meseleyek hiqûqî ye. Meseleyek pir alî ya demokrasiyê ye. Li ser vê bingehê em di ferq û zanîna hesasiyeta vê pêvajoyê de ne. Dîsa em di ferqa berpirsiyariya ku civakê li ser milê me bar kiriye de ne. Ji ber vê yekê rojeva meya sereke, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya demokratîk û aştiyane, rakirina tecrîdê ye. Em ê vê xebata xwe berdewam bikin.