• Nûçeyên Herî Dawî
‘Destûra nû olperest û zayendperest e’

‘Destûra nû olperest û zayendperest e’

8 NÎSAN 2025 - 11:45
Li Herekolê bihişteke veşartî: Zozanên Çemê Karê

Li Herekolê bihişteke veşartî: Zozanên Çemê Karê

6 HEZÎRAN 2025 - 08:14
Li dijî jinan komkujiya veşartî heye

Li dijî jinan komkujiya veşartî heye

6 HEZÎRAN 2025 - 08:01
ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

6 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Li Amedê agir bi avahiyê ket: 4 kes mirin

Li Amedê agir bi avahiyê ket: 4 kes mirin

6 HEZÎRAN 2025 - 00:13
Martîn Schirdewan: Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan

Martîn Schirdewan: Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan

6 HEZÎRAN 2025 - 00:18
Mazlum Ebdî: Hêzê mîyannetewî ganî seba Kobanê berpirsîyarî bigîrê 

Ebdî: Şandeya yekgirtî ya Kurd mafên Kurdan misoger dike

5 HEZÎRAN 2025 - 19:18
Li Şirnexê serdana goristanan kirin

Li Şirnexê serdana goristanan kirin

5 HEZÎRAN 2025 - 18:39
Foruma Azadî û Aştiyê ji bo dîtina Ocalan dest bi kampanya kir

Foruma Azadî û Aştiyê ji bo dîtina Ocalan dest bi kampanya kir

5 HEZÎRAN 2025 - 17:38
Li ruxmê çekberdanê êrîşên artêşa Tirk didomin

Li ruxmê çekberdanê êrîşên artêşa Tirk didomin

5 HEZÎRAN 2025 - 15:49
58 hezar kesan ji bo ser sindoqan serlêdan kirine

58 hezar kesan ji bo ser sindoqan serlêdan kirine

5 HEZÎRAN 2025 - 15:18
Biryarên 12emîn Kongreya PKKê aşkere bûn

Biryarên 12emîn Kongreya PKKê aşkere bûn

5 HEZÎRAN 2025 - 11:18
Malabou: Abdullah Ocalan rêberekî mezin e

Malabou: Abdullah Ocalan rêberekî mezin e

5 HEZÎRAN 2025 - 10:57
Guhertin û veguhertin dide guhertin

Guhertin û veguhertin dide guhertin

5 HEZÎRAN 2025 - 09:59
Divê em bi Kurdî bijîn

Divê em bi Kurdî bijîn

5 HEZÎRAN 2025 - 09:31
Ligel hemû bedelan dîsa aştiyê dixwazin

Ligel hemû bedelan dîsa aştiyê dixwazin

5 HEZÎRAN 2025 - 08:24
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

    Martîn Schirdewan: Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan

    Martîn Schirdewan: Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan

    Mazlum Ebdî: Hêzê mîyannetewî ganî seba Kobanê berpirsîyarî bigîrê 

    Ebdî: Şandeya yekgirtî ya Kurd mafên Kurdan misoger dike

    Li Şirnexê serdana goristanan kirin

    Li Şirnexê serdana goristanan kirin

    Foruma Azadî û Aştiyê ji bo dîtina Ocalan dest bi kampanya kir

    Foruma Azadî û Aştiyê ji bo dîtina Ocalan dest bi kampanya kir

    Li ruxmê çekberdanê êrîşên artêşa Tirk didomin

    Li ruxmê çekberdanê êrîşên artêşa Tirk didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

    Martîn Schirdewan: Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan

    Martîn Schirdewan: Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan

    Mazlum Ebdî: Hêzê mîyannetewî ganî seba Kobanê berpirsîyarî bigîrê 

    Ebdî: Şandeya yekgirtî ya Kurd mafên Kurdan misoger dike

    Li Şirnexê serdana goristanan kirin

    Li Şirnexê serdana goristanan kirin

    Foruma Azadî û Aştiyê ji bo dîtina Ocalan dest bi kampanya kir

    Foruma Azadî û Aştiyê ji bo dîtina Ocalan dest bi kampanya kir

    Li ruxmê çekberdanê êrîşên artêşa Tirk didomin

    Li ruxmê çekberdanê êrîşên artêşa Tirk didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Destûra nû olperest û zayendperest e’

Mehmet Alî Ertas /AW

8 NÎSAN 2025 - 11:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hikûmeta nû ya Şamê piştî hat desthilatê bêyî vîna hemû pêkhateyên Sûrî esas bigire destûreke nû derxist. Danezana Destûrî  tenê xizmeta sûnî û ereban dike. Hemû pêkhate li dijî vê destûrê ne û qebûl nakin.
Di Danezana Destûrî ya  Şamê de vîna jinan û baweriyên din tune. Tenê baweriya sûnî û pêkhateya ereb esas tê girtin. Nêzî 40 sazî û rêxistinên civakî û demokratîk ên li Sûrî li dijî vê Danezana Destûrî ne. 
Hemû bawerî û pêkhateyên Sûrî destnîşan dikin ev Danezana Destûrî xizmeta Sûriyeya demokratîk nake. Diyar dikin ku ji bo Sûriyeyek azad û aştî pêdivî bi destûrek demokratîk heye.

HTŞê piştî di 8ê Çile de hikûmeta Şamê hilweşand, li şûna wê hikûmeta xwe ya demborî ava kir. Piştrî demeke kurt Danezana Destûrî ava kir. Lê dema ev Danezana Destûrî ava kir, bêyî ku pêkhate û baweriyên li Sûriye beşdar bike û vîna wan esas bigire ev destûr ava kir. Bertek û nerazibûnên li dijî hekûmetê û li dijî destûrê her ku diçe zêde dibin. Ji ber ku di nava hikûmeta nû de vîna jinan û vîna pêkhateyên din tune, nerazibûn û bertek zêde ne. Têkildarî hikûmeta Nû û Danezana Destûrî Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Strar a Kantona Qamişloyê Rohilat Muslim ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Vîna pêkhateyan di destûrê de tune

Endama Komîteya Perwerdehiyê Rohilat Muslim, ewil li ser Danezana Destûra nû rawestiya û ev nirxandin kir: “Danîna vê destûrê bi xwe pêdiviyek e. Ji bo her welatekî hevpeymanek lazim e. Pêwistiya her welatekî bi destûrekê û peymaneke civakî heye. Lê bi taybet ji bo  Sûriye divê berê destûreke civakî hatiba danîn. Eger niha destûr bê avakirin, divê ji bo tevahiya  Sûriyeyê destûrek bê avakirin. Destûra îro ji bo Sûriye hatiye danîn, ji bo hemû pêkhateyan ne derbasdar e. Vîna hemû pêkhateyan temsîl nake. Em dibînin ku welatê Sûrî komî hev nebûye. Hêj di bin sîwanekê de nebûye yek.”

Gelek destên derve di nava Sûri de hene

Li ser rewşa Sûrî Rohilat Muslim, anî ziman ku gelek destên derve di nava Sûriyeyê de hene û wiha got: “Îro em dibînin ku çend bajarên Sûriyeyê bi destê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Minbic, Ezaz îro tev di destê dewleta Tirk de ne. Li milekî hîn ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriyeke mayinde nehatiye danîn. Wekî  vîn divê bên qebûlkirin. Dîsa li milê Başur ango milê Swîda naxwazin gel tev li hikûmeta nû bibin. Sûriye hîn ne hevgirtiye. Destûreke ku tevahiya gel û pêkhateyên Sûrî biparêze û temsîl bike nehatiye avakirin. Divê di serî de Destûra ji bo tevahiya Sûrî û hemû pêkhateyan bê avakirin û hemû gelê Sûrî biparêze.”

Destûreke olperes û zayendperest e

Rohilat Muslim, da zanîn ku ev destûra hatiye avakirin li gorî kesayetan hatiye avakirin. Li gorî şoreşê û li gorî hemû pêkhateyan nehatiye avakirin. Ev destûr ne demokratîk e. Divê ev destûr xizmeta hemû pêkhateyan û şoreşa Sûrî bike. Divê ev destûr xizmeta hemû gelan û xizmeta hemû jinan bike. Destûra berê jî yek alî bû. Mafê pêkhateyên din û mafê jinê tune bû. Nerînên gel û pêkhateyan li ber çavan nedihat girtin. Rol û misyona jinê di nava hikûmetê û destûrê de tune bû. Destûra niha jî heman destûra berê ye. Destûra niha jî li gorî berjewendiyên şexsî hatiye danîn. Ev destûrek olperest e. Destûrek nijadperest e. Di navbera destûra niha û berê de ferq tune.

Der barê têkşîna jinan û şoreşa jinan de jî Rohilat Muslim ev nirxandin kir: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş peş xist. Mohra xwe li vê şoreşa 14 salan xist. Jinan ji bo xwe zagon ava kirin. Di van 14 salan de jinan gelek destkeftî bi dest xistin. Derfet ava kirin ku jin karibin xwe bi rêve bibin. Jin piştî şoreşa 14 salan dikarin di rêveberiyê de cih bigirin û bibin hevserokê rêxistinekê. Niha di destûra nû de rol nedaye jinê. Xaleke ku jin karibe rol û rista xwe di rêveberiyê de bilîze nehatiye xuyakirin. Hemû tişt mîna berê ne. Wekî ku jinan tiştek nekiriye tev digerin. Ev destûr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê qebûlkirin û pejirandin. Ji ber ku jinan li vir ji bo azadiyê xwîn riyandiye û ked daye. Jin vê yekê qebûl nakin. Lê îro hikûmeta Şamê destûrene  nû bêyî vîna jinê derdixe. Di vê destûrê tu heq û mafê jinê tune ye. Bi vî rengi bidome. Dê Sûrî rastî qeyranên nû bê. Li Sûrî tenê misilmanên sunî tune. Tenê ereb tune. Li Sûrî gelek bawerî û civak hene. Êzidî, şîî, elewî, durzî hene. Mesîhî hene. Aşûrî, Sûryan, Kurd û Tirkmen hene. Gelek pêkhate û bîr û bawerî hene. Divê vîna hemû bawerî û pêkhateyan di destûra nû de bê qebûlkirin. Divê hemû li ber çavan bê girtin. Devê mafê hemuyan bê parastin.”

Kes guherî lê feraset neguherî

Li ser komkujiyên ku li Sûrî pêk tên û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan jî Rohilat Muslim da zanîn ku niha elewî li tenişta avê her roj rastî komkujiyan tên û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriye Dewleta Tirk rojane êrîşî Bendava Tişrînê dike û rojane komkujiyan dikuje. Çend hefte berê li gundekî Kobanê malbatek hat kuştin. Divê hemû zarok, jin, bawerî, pêkhate bên parastin. Tu ferq û cudatî di navbera destûra nû û ya hikûmeta Baasê de tune ye. Gel li bendê ye ku navê Sûriyeyê bê guhertin. Komara Erebî ya Sûriyeyê divê bê guhertin. Lê ev nav jî nehat guhertin. Dîsa navê herebî nehat guhertin. Gel bi taybet navê Komara Sûrî ya Ereb red dike. Gel li bendê bû ku navê wê bikin Komara Sûrî. Lê dîsa navê erebî jê dernexistin. Ev destûra nû girêdayî şerîetê ye. Gel ne li benda vê yekê bû. Gel li benda  azadiyê bû. Li bendê bû ku mafê her kesî, baweriya her kesî têde hebe bû. Wezîrekî olî derxistine. Ev wezîr dixwaze hemû zagon û karê xwe li gorî şerîetê û îslama sûnî bidin peşandin. Ev xizmeta gelê sûrî nake. Ji ber vê yekê cudahî tune.”

Rohilat Muslim bal kişand ser hikûmta nû jî û got: “Kesayetek hatiye rakirin û kesayetek din hatiye şûna wî. Divê guhertinên bingehîn bên avakirin. Ne guhertinên kesayetan, divê feraset û zagon bên guhertin. Bi guhertina kesayetan çareserî pêş nakeve.

Neteweya demokratîk dê bibe mînak

Projeya Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan a Neteweya  Demokratîk îro li cîhanê dibe mînak. Rohilat Muslim li ser projeya Neteweya Demokratîk anî ziman ku ev proje ji bo hemû gelan çareserî ye û wiha lê zêde kir: “Ev proje ji bo Sûriye jî derbasdar e. Ji ber ku li Sûrî gelek bawerî, pêkhate hene. Li vir şoreş hene. Ji ber vê yekê projeya Neteweya Demokratîk ku hemû gel bi hevre bijîn girîng e. Projeya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê nebe nabe. Ev proje dê encamên baş bixwe re bîne û dê ji bo hemû cîhanê bibe mînak.”

Pêdivî bi peymana civakî heye

Li ser kesên ku îro Sûriye bi rêve dibin jî Rohilat Muslim ev nirxandin kir: “Kesên olperest, nijadperest Sûrî bi rêve dibin. Ji ber vê yekê nikarin Projeya Neteweya Demokratîk bipejirînin. Lê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser heye û bi pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rêve dibe. Ji ber vê yekê çavê her kesî li ser vê rêveberiyê ye. Bi taybet çavê gelê Swîda û gelê beravê li projeya Rêveberiya Xweser e. Di Rêveberiya Xweser de Hevpeymaniya civakî heye. Hevpeymaniya civakî civakê esas digire. Vîna civakê heye. Civakê bi xwe zagonên xwe ava kirine. Rola hemû beş û pêkhatiyên civakê heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye tecrubeya deh salan heye. Ji ber vê yekê  Hikûmeta Şamê ya nû dikare vê projeye di ber çavan re derbas bike û mînak bigire. Dikare sûdê ji rê û rêbazên vê rêveeriya xweser bigirin. Ku bixwazin hikûmeteke mînak ava bikin dikarin rêveberiya xweser esas bigirin. Divê ne xwe, divê gel razî bikin.”

Rohilat Muslim, anî ziman ku ji bo bawerî, nasname, jin û zarok bên parastin divê xebatek mezin bê kirin û got: “Divê Bakur û Rojhilatê Sûriye bêtir rola xwe bilîze. Ji ber ku tecrübe heye. Em dikarin herêmê bi rêve bibin û em dikarin projeyan pêş bixin. Îro bi hemû pêkhate û baweriyan re têkilî heye. Em dikarin vê têkiliyê bêtir xurt bikin. Divê ji niha û şûnde dan û stendinê bi hikûmeta Sûriyeyê re bêne zêdekirin. Ji bo pêşerojeke nû ya Sûriyê divê herîna hemû gelan bên girtin. Divê hemû tecrube esas bêne girtin. Ev dê ji Sûriyeyek demokratîk û azad veke.”

Etîket: Danezana DestûrîDestûrNeteweya DemokratîkRêveberiya XweserRohilat MuslimSûrî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di 10 rojan de 54 mirov li Sûriyê hatin kuştin

Di 10 rojan de 54 mirov li Sûriyê hatin kuştin

25 GULAN 2025
4 jê zarok 10 kes li Sûriyê hatin kuştin

4 jê zarok 10 kes li Sûriyê hatin kuştin

22 GULAN 2025
Rêveberiya Xweser: Divê rêveberiya Şamê dev ji siyaseta paşguhkirinê berde

Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Gulanê betlane ragihand

29 NÎSAN 2025
Rojeke dîrokî bû

Rojeke dîrokî bû

27 NÎSAN 2025
Îlham Ehmed ji Sirri Sureya Onder re şîfa xwest

Îlham Ehmed ji Sirri Sureya Onder re şîfa xwest

19 NÎSAN 2025
Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin

Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin

17 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (75)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne