Amed- Endama Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê Bermal Yîldenîz têkildarî îşkencaya ku li Xana Axparê li 4 zarokan hat kirin got: “Zirbira ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Dozger xwestibû ku sucdar werê cezakirin lê dadgehê ew serbest berda.”
Li Xana Axparê di 3ê Tirmehê de kesê bi navê H.A li 4 zarokan îşkence kir. Piştî bûyer li ser medyeya dijîtal belav bû, daraz ket nava tevgerê. Di 18ê Tirmehê de agahî li ser medyaya dijîtal belav bû. Piştî wê kesê bi navê H.A. hat binçavkirin. Lê 2 roj şûnde ango di 20ê mehê de hat berdan. Endama Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê Bermal Yîldenîz nêzîkatiya dadgehê û darazê ya li dijî van bûyeran ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
Piştî agahî hatin belavkirin daraz ket nava tevgerê
Prz. Bermal Yîldenîz diyar kir ku li Xana Axparê 4 zarok rastî îşkencê hatibûn û got: “Me di 3ê Tirmehê de bûyer bihîst. Piştî bûyerê me serî li Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî da. Wezaretê diyar kir ku dê bi bûyerê eleqeder bibin. Me her roj bi rêya telefonê bi erkdarên wezaretê re hevdîtin kir. Lê di 18ê Tirmehê de gotin ‘Di vê bûyerê de em nikarin tu tiştî bikin. Ne hewceye ku em zarokan bînin wargehê’. Piştî bûyerê me serî li dadgehê da. Piştî bûyer di çapameniyê de hat dîtin, dadgeh jî ji me re got ‘Zarok di qontrola me de ye. Em ê wan bibin wargehê. Dê sûcda bê binçavkirin’. ”
‘Xwestin bûyerê veşêrin’
Bermal Yîldenîz destnîşan kir ku rayedaran xwestin vê bûyerê veşêrin û wiha berdewam kir: “Dadgehê zirbira binçav kir û piştre serbest berda. Dozger xwestibû ku sucdar bê cezakirin. Lê dadgeh ew serbest berda. Me bihîst ku zarok û zirbrira li heman qerekolê bi hevre tê rawestandin. Em çûn qerekolê. Me dît ku lijneye wezaretê û pedagog zarok sucdar aniye gel hev. Piştî me serî dadgehê da, lijneya wezaretê û pedagog hatin guherandin. Dema me zarokan li gel zirbira dît me xwest girtek bê girtin. Lê leşkeran gef li me xwarin. Ji xwe berî ku em herin qerekolê leşkeran ji zarokan re gotibû ku eger ji ve tiştek be pirsin bibêjin ew tiştê me xwaribû “kara biber e.” Nasnameye 3 zarokan tune bû. Rayedaran jî ne gotiye çima nasnameya zarokan tune ye? Leşkeran ji me re got ku ji ber ku nasname tuneye, em nikarin gotine zarokan bigirin. Me got ku heta ku zarok neçin wargehê em e li vir bin.”
‘Em ê heta dawiye dozê bişopînin’
Bermal Yîldenîz herî dawî ani ziman ku erkdarê wezaretê gotin ku ew e zarokan bibin wargehê û wiha bi dawî kir: “Em bi berpirsiyarên wargehê re axivîn. Gotin cihê ku zarok lê dijîn tijê ne. Gelek zarok li vir in. Divê ku wargeh gelek baş be. Bûyer nîşanî me dide ku dewlet sucdaran ceza nake. Ji ber ku dewlet polîtîkaya bêcezakirinê pêş dixe. Piştî zirbira hat berdan, parêzerê baroyê serî li dozgeriyê dan. Em ê heta dawiyê dozê bişopînin.”