Li gorî daneyên UNHCRê li tevahiya cîhanê 120 milyon penaber dijîn. Her sal bi sed hezaran mirov ji ber şer û xizaniyê ji warên xwe koç dikin û bi hezaran noqî avê dibin û dixeniqin.
Li Deryaya Spî her sal bi deh hezaran penaber dixeniqin. Li gorî raporên komeleyên penaberan di 10 salên dawî de 29 hezar û 63 kes di rêya penaberiyê de noqî avê bûn û xeniqîn.
Li welatên cîhanê her ku şer zêde dibe, kuştin û koçberî jî zêde dibe. Her ku şer zêde dibe xizanî û wêranî jî zêde dibe. Rapor û belge didin diyarkirin ku şer bi xwe re kuştin, koçberî û xizaniyê tîne. Belge û rapor nîşan didin ku welatê ku herî zêde şer û xizanî lê hebe, li wî welatî kuştin û koçberî jî zêde ye. Di raporan de xuya dibe ku herî zêde li Ukrayna, Pakîstan, Lubnan, Sûriye, Iraq, Îranê, Sudan, Tirkiye, Hindîstan, Bangladeş û Nepalê koçberî zêde ye.
Daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ên heta nîsana 2024an nîşan dide ku li tevahiya cîhanê 120 milyon penaber dijîn. Ev dane diyar dike ku ew qas mirov an ji ber şer an jî ji ber şert û mercên xerab neçar dimînin ku ji warê xwe koç bikin. Her ku penaberî zêde dibe, hejmara penaberên ku di rêya de û di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin.
Li gorî daneyên Komeleya Penaberan ji sala 2014an heta çileyê 2024 bi giştî 29 hezar û 63 mirovên ku ji welatên xwe koç kirin û ketin rêya penaberiyê di deryayan de noqî avê bûn û xeniqîn. Li gorî daneyên Komeleya Penaberan di sala 2014an de 3 hezar û 289 kes, di 2015an de 4 hezar û 055 kes, di 2016an de 5 hezar û 136 kes, di 2017an de 3 hezar û 139 kes, di 2018an de 2 hezar û 337 kes, di 2019an de Hezar û 885 kes, di 2020an de hezar û 449 kes, di 2021an de 2 hezar û 048 kes, di 2022an de 2 hezar û 411 kes, di 2023an de 3 hezar û 129 kes û di meha ewil a 2024an de jî 185 kesan bi giştî 29 hezar û 63 kesan di deryayan de jiyana xwe ji dest dane.
Di Gola Wanê de 61 penaber xeniqîn
Bi qazî bûyerên Derya Spî, komkujiya li Gola wanê jî ji hiş û bîra mirov naçe. Di 27ê Hezîrana 2020an de jî di Gola Wanê de ferîbot noqî avê bûbû û 61 penaber xeniqîbûn.
Di 19ê Adarê de 6 kes xeniqîn û 40 kes winda bûn
Yek ji bûyerên herî dawî û bi êş 20 roj berê pêk hat. Ev bûyer jî nîşan dide ku li dijî van komkujiyan tu tedbîr nayên girtin. Li gorî nûçeya Ajansa ANSA ya Îtalyayê herî dawî di 19ê Adarê de li Girava Lampedusayê nêzî Girava Lampioneyê ferîbota penaberan noqî avê bû. Di ferîbotê de 6 kes di avê de xeniqîn, 40 kes winda bûn û 10 kes jî hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên ANSAyê ferîbota penaberan ji bajarê Sfaks a Tunusê derbasî Îtalyayê dibûn.
Li gorî daneyên Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê di navbera 1ê Çile û 18ê Adarê de 8 hezar û 743 kes di rêya Deryaya Spî re derbasî Îtalyayê bûn.
Hem canê xwe hem perê xwe didin
Li gorî belge û raporan kesên dikevin rêya penaberiyê ji bo bigêjin Ewropa bi hezaran dolar ango Euro didin bazirganan û diçin. Gelek ji kesên bi hezaran dolar didin di rêde noqî avê dibin û canê xwe didin.
Li gorî belgeyên ku polîsan li ser bazirganan girtiye kesên bi botên Luks derbas dibin 10.000 Euro didin, kesên bi qeyikên bi kaptan derbas dibin, 4.000 Euro û kesên bi Botên nepiqandî derbas dibin jî bi 2.000 Euro diçin.
Dibin qurbana kar
Penaberên ku ji ber şer û sedemên din, ax û welatê xwe terk dikin û koçî welatên din dikin rastî gelek zor û zahmetiyên dijwar tên. Bi hezaran penaberên ku bêyî qeza rêwîtiyê derbas dikin û digêjin welatê nû jî ewlehiya wan tune. Li gorî raporên Meclisa Ewliya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê 828 penaberên ku axa xwe û welatên xwe terk kirin, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ango bûn qurbana patronan.