Şirnex – Polîsan li Stenbolê ji ber muzîka Kurdî êrişî malbateke Kurd kirin. Li gorî daneyên ÎHDê, TÎHV û ji ajansan me ber hev kirine di 15 salan de 321 êrişên nîjadperest li dijî ziman, çand û muzîka Kurdî pêkhatinê. Di encama van êrişan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar 176 kes jî birîndar bûne.
Polîsan di 13ê Tirmehê de li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê êrişî malbata Kaya ku ji 10 kesan pêk dihat kirin. Malbata Kaya dema ji seyranê vedigeriyan malê di rê de bi hinceta ku di wesayîta xwe de li stranên Kurdî guhdarî dikin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Ciwanên ku sewqî dadgehê hatin kirin “bi şertê kontrola edlî” hatin berdan. Zeynep Yaman a ducanî ji ber polîsan pêhîn li zikê wê dabû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî ya Stenbolê. Zeynep Yaman piştî derba polîsan bi neçarî bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî hat ameliyat kirin. Xetereya jiyanî ya Zeynep Yaman û pitika wê didome. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve ziman, çand û hunera Kurdî bi êrişên dewlet û nîjadperastan re rû bi rû ne û ev êriş jî yek ji van êrişane. Weke Ajansa Welat (AW) me êrişên li dijî Kurdî yên 15 salên dawî tomar kirin.
Li Komara Tirkiyeyê ku li ser bingeha Netew Dewletê ava bûyê zimanê Kurdî jî di nav de hemû ziman û baweriyên cuda tune hatine hesibandin û ji polîtikayên pişaftin û êrişan re rû bi rû mane. Ji ber polîtikayên dewletê yên li dijî ziman û baweriyên cûda gelek komkujî li dijî netew û baweriyên cûda yên di bin serdestiya dewleta Tirkiyeyê de dijîn pêk hatine. Ew êriş an ji aliyê hezên dewletê ve an jî ji aliyê kesên nîjadperest ve pêk hatine. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji ajans û nûçeyên me berhev kirine û di rapor û nûçeyan de cih girtine herî kêm 321 êriş li dijî ziman, çand û muzîka Kurdî pêk hatine û di encama van êrişan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar 176 kes jî birîndar bûne.
Kurdên ji ber Kurdî hatine qetilkirin
Her çiqas di rapor û nûçeyan de navê hîn kesan nehat zanîn jî hîn navên kesên di encama êrişên li dijî Kurdî de jiyana xwe ji dest dane wiha ne;
* Mahîr Çetîn jî di sala 2014an de li navçeya Kaş a Antalyayê ji ber axaftina Kurdî rastî êrişên nîjadperest hat û jiyana xwe ji dest da.
* Kadîr Sakçi yê 43 salî di 22yê Kanûna 2018an de li navçeya Hendek a Sakaryayê ji ber axaftina Kurdî rastî êrişên nîjadperest hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
* Şîrîn Tosûn a 19 salî jî di 13ê Cotmeha 2019an de li navçeya Adapazari ya Sakaryayê ji ber ku bi Kurdî axivî ji aliyê nîjadperestan ve hat lînçkirin û qetilkirin.
* Bariş Çakan ê 20 salî di 31ê Gulana 2020an de li navçeya Etîmesgut a Enqereyê ji ber guhdarkirina strana Kurdî hat qetilkirin.
* Hakîm Loqman di 1ê Îlona 2024an de li navçeya Fatîh a Stenbolê ji ber axaftina bi Kurdî jiyana xwe ji dest da. Hakîm Loqman welatiyekî Başurê Kurdistanê bû.
* Sedat Akbaş ê 21 salî di 6ê Îlona 2025an de li Stenbolê li rawestgeha otobûsê ji ber ku bi Kurdî axivî rastî êrişa nîjadperest hat û jiyana xwe ji dest da.
* Malbata Dedeogullari ku malbeteke Kurd bû û li Konyayê dijîn rastî êrişan hatin û di heman malbatê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navên ku di rapor, nûçe û li ser medyayên sanal hatin tomar kirin wiha bûn. Lê hîn nav jî di raporan de nehatinê zelal kirin.
Polîtikayên necezakirinê
Polîtikayên necezakirinê ku rê li pêşiya sûcan vedike di van bûyeran de jî careke din rû dan. Gelê Kurd ku ji ber ziman, nasname, çand û hunera xwe her tim rastî êrişên dewletê û nîjadperestan tê di 15 salan de gelek êrişên li dijî ziman û nasnameya Kurd pêk hatin. Di bûyerên ku me jor dane de jî tevî ji ber guhdarkirina strana Kurdî û axaftina bi Kurdî gelek Kurd rastî êrişan hatin jî faîl nehatin cezakirin. Hinek jî ji wan di demekê kin di girtîgehê de man û hatin berdan hinek ji wan jî hatin beraetkirin û hinekan jî doza wan berdewam dike. Lê tevî ku ew sûc yek jî sûcên nefretê ne û kuştina mirovan cezayê girane jî yek faîl jî bi giranî nehat cezakirin.
Êrişên dewletê yên li dijî Kurdî
Dewleta Tirkiyeyê ji avabûna komarê ve li dijî zimanê Kurdî polîtikayên pişaftinê û tunehesibandinê dimeşînê. Di sala 2016an de Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û saziyên ziman û çandê yên Kurdî, rojnamê û malperên Kurdî hatin girtin. Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê şaxên wê hebû û zimanê Kurdî fêr dikir di encama OHALê de hat girtin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, dibistanên Ferzad Kemanger, Dayika Ûveyş, Bêrîvan, Alî Erel, Ahmet Bayhan ên fêrkirina Kurdî dikirin jî dîsa di sala 2016an de di encama OHALê de hatin girtin. Rojnameya Azadiya Welat ku yekem rojnameya Kurdî bû. Her wiha şaxên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî hatin girtin û xebatên wan hatin astengkirin. Di sala 2024an de polîsan bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) de girtin û dest danîn ser pirtûkên Kurdî û materyalên komeleyê.
Di 15 salan de 50 kes hatin girtin
Di 15 salên dawî de gelek Kurd ji ber Kurdî hatin binçavkirin û girtin. Di 15 salan de tenê ji ber govend, guhdarkirina muzîka Kurdî û tevlibûna çalakiyên çandî 400 kes hatine binçavkirin û ji van 50 kes hatine girtin. Her wiha her çiqas dane di destê me de tune bin jî ji ber nivîs, axaftin û çalakiyên cûr bi cûr ên ji bo Kurdî jî gelek kes hatine binçavkirin û girtin. Lê di vî warî de hejmareke şênber nehat bidestxistin. Ew yek jî nişan dide ku hejmara binçavkirin û girtinan ji ber Kurdî zêdetir e.
Qedexeya li ser konserên Kurdî
Her netew bi çanda xwe, xwe tînê ziman. Lê gelê Kurd ku bi sed salane bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû ye weke hemû qadên jiyanê ji aliyê çandê ve jî rastî zext û astengiyan tê. Taybet şanoger û stranbêjên Kurdî dema dixwazin li bajarekî konserê bidin konserên wan tên qedexekirin û astengkirin. Gelek lîstikên şanogerên Kurd hatin qedexekirin û ji ber qedexeyên şanogerên Kurd jî neçar man ku konserên xwe betal bikin. Her wiha li gelek bajaran konserên hunermendên Kurd jî hatin qedexekirin. Taybet jî piştî ragihandina OHALê qedexeyên li dijî konserên hunermend û şanogerên Kurd zêdetir bûn. Li gor daneyên ÎHDê di navbera salên 2019an û 2025an de herî kêm 20 konser û şanoyên Kurdî hatine qedexekirin.
Di pêvajoya aştiyê de êrişa li dijî malbata Kurd
Herî dawî jî 2 roj berê di 13ê Tirmehê de malbateke Kurd ji ber guhdarkirina strana Kurdî rastî êrişa polîsan hat. Malbata Kaya dema bi 10 ferdên malbatê ve ji seyranê vedigeriyan li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji ber ku di wesayita xwe de stranên Kurdî guhdarî dikin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Zeynep Yaman a ducanî ji ber polîsan pêhn li zikê wê dabû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî. Zeynep Yaman a ku neçar hate hiştin ku bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî were emeliyatkirin, xetereya jiyana pitikê wê didome. Di pêvajoya çareseriyê de ku çavê gelê Kurd li aştiyeyê tevî êrişa li dijî malbateke Kurd jî derbarê polîsan de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin û rayedarên dewletê li ser mijarê daxuyanî nedan. Êrişa li dijî malbata Kurd li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxuyaniyan hat şermezar kirin û hat xwestin ku polîsên êrişkar bên cezakirin.