Ji 13ê Tîrmehê ve li dijî Dûrziyên ku li Siwêydayê dijîn êrîşên dijwar hene. Ji 13ê Tirmehê heta niha li Siwêydayê bi giştî hezar û 517 mirov hatin kuştin. Ji wan 720 şêniyên Siwêydayê ne û gelek ji wan ji aliyê HTŞ û DAIŞê ve li pêş çavê cîhanê bi îşkenceya giran hatin kuştin.
Piştî şer dijwar bû, hêzên HTŞê û DAIŞê bi dehan jinên ciwan ji bajarê Siwêdayê revandin.
Siwêda li başûrê rojavayê Sûriyeyê li nêzî Şamê ye. Li bakurê wê gundewarên Şamê, li başûr Urdin, li rojava Dera û li rojhilatê wê jî beyara Şamê hene. Bi “Cebel El Ereb” tê naskirin. Ji ber ku Ehrar Sûriye li wir Fransî têk birin. Siwêda dendika Şoreşa Sûriyeya Mezin a 1925an a bi serkêşiya Sultan Başa El Etreş bû. Piştre Sûriyeyê serxwebûna xwe wergirt. Rûbera wê 6 hezar û 500 kîlomtereçargoşe ye. Bajarên wê yên girîng; bajarê Siwêda bi xwe, Şehba û Selxed in. Bi çandina Tirî û sêvan navdar e. Li wir gelek şûnwarên Romayê hene. Li kêlekên wê rêzeçiyayên volkanîk ên neçalak û şikeft hene. Hejmara şêniyên wê 770 hezar in. Li vir xiristiyan û misilman di nava hev de dijîn. Ji sedî 11 Ortodoks in. Ji sedî 2 jî misilman in. Rêjeya herî mezin Durzî nin. Ji sedî 87ê bajêr Durzî nin.
Piştî 8ê Kanûna 2024an HTŞê Şam xist konrola xwe û Rejîma Esat ji textê desthilatdaiyê daxist. Lê balkêş e, piştî ku Serokê HTŞê Ahmet Şera (Colanî) hikûmeta demkî ava kir jî, serweriya ser bawerî û civakên din bi dawî nebû. Dijberî vê yekê HTŞê bêtir zext û tundî li ser baweriyên din zêdetir kir. Bi taybetî êrîşî Elewî, Durzî û Nusayriyan kir. Bi taybetî ji 13ê Tîrmehê û şûnde êrîşên HTŞê û DAIŞê yên li dijî Siwêydayê zêde bûn. Di 20 rojên dawî de li Siwêydayê Hezar û 517 mirov hatin kuştin. HTŞê ambargo danî ser bajarê Siwêydayê. Ji ber êrîşên li dijî Siwêydayê nêzî 175 hezar koç kirin.
Piştî şer koçberiyê dest pê kir
Nûnerê Sûriyeyê yê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Gonzalo Vargas Llosa destnîşan kir ku ji 13ê vê Tîrmehê ve di encama êrişên hêzên hikumeta demkî yên Sûriyeyê û çekdarên alîgirên wê de nêzî 176 hezar kes ji Siwêydayê ber bi Dera û gundewarê Şamê ve koçber bûne.
Jin revandin
Piştî şer dijwar bû, hêzên HTŞê û DAIŞê bi dehan jinên ciwan ji bajarê Siwêdayê revandin. Heta niha tenê navên 70 ji wan hatiye naskirin. Li gorî agahiyan, di nav wan de çalakvana sûriyeyî Rexed Samer Esed jî heye, ku erebeyên jin vediguhastin û di aloziya dawîn de hatine hedefgirtin winda bûye.
Kuştin zêde bû
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di êrişên li dijî Siwêdayê de 300 kesên sivîl bi zanebûn hatine înfazkirin û bi giştî hezar û 517 hatine kuştin. Êrişên herî dijwar jî duh (15 Tirmeh 2025) li ser navenda bajarê Siweydayê çêbûn. Hêzên êrîşkar bi komî mirov kuştin. Hat ragihandin ku di van êrişan de gelek hêzên paramîlîter ên ku beriya niha tevlî DAIŞ’ê bibûn jî cih digirin û heqaretê li gel dikin, îşkence û kuştinê dikin.
Li gorî rapora SOHRê;
21 zarok, 56 jin, 146 sivîl, bi giştî 720 niştecihên Siwêdayê hatine kuştin. 40 çekdarên eşiran û çekdarekî ji Lubnanê, bi giştî 474 endamên Wezareta Parastinê û Ewlekariya Giştî yên hikumeta demkî yên Sûriyeyê hatine kuştin.
Serokê Şandeya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) Stefan Sakalian ku di vê hefteyê de serdana Siwêdayê kir diyar kir ku tevî ku agirbest heye, lê rewşa mirovî gelekî xerab e. Stefan Sakalian destnîşan kir ku şêniyên herêmê zehmetiyên kêmbûna xurek, av û dermanan dikişînin û alîkariyên vê dawiyê gihane herêmê hewcedariyên wan ên herî kêm dabîn nakin.
Di şer de 560 kes winda bûn
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di raporê de destnîşan kir ku li parêzgeha Siwêydayê, piştî şerên xwîndar ku 13ê Tîrmehê di navbera komên xwecih û hêzên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyeyê de rû dan, metirsî zêdetir dibe. Di encama wî şerî de, zêdetirî 560 kes winda bûn û ji wan 26 kes zarok in.
DAIŞî tev li êrîşan bûn
Êrişên herî dijwar di 15 Tirmeh 2025an de li ser navenda bajarê Siweydayê çêbûn û komkujî hatin kirin. Hat ragihandin ku di van êrişan de gelek hêzên paramîlîter ku beriya niha tevlî DAIŞê bibûn jî cih digirin û heqaretê li gel dikin, îşkence û kuştinê dikin.
Ambargoya petrolê danîn ser bajêr
Malpera Siweyda 24 têkildarî rewşa li parêzgehê, raporek amade kiriye û li gorî wê raporê, hate diyarkirin ku ji navîna Tîrmehê ve, sotemenî li gorî qeydên giran derbasî bajêr dibe ku hêzên ewlehiyê ferz dike. Di encamê de belavkirina sotemeniyê bi temamî rawestiye û aloziya mirovî kûrtir bûne. Li gorî çavkaniyên şirketa sotemeniyê ya li Siweydayê, ji 13ê Tîrmehê ve ambargoya benzîn û mazotê danîn ser bajêr. Çavkaniyan diyar kirin ku li gorî “biryareke ewlehiyê” sotemenî nakeve bajêr û hemû depoyên stasyonan vala bûn. Heman çavkanî ragihand ku karwana ku ji 2 barhilgirinên benzînê û 2 barhilgirên mazotê û ji bo saziyên xizmetguzariyê hatine veqetandin, di 30yê Tîrmehê cara yekem derbasî bajêr bûn.
Komxebata piştgiriyê
Komxebata piştgiriya jinên Siwêyda ku li Hesekê hate lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de komkujiyên li Siwêyda hatine kirin hatin şermezarkirin û hate gotin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji parastina welatiyan û misogerkirina ewlekariya wan berpirsyar e.
Platforma Jinan piştgirî da gelê Siwêydayê
Platforma Diyaloga Jinan a Neteweyî ya Sûriyeyê fikarên xwe ser zêdebûna pevçûnên li bajarê siwedaya Sûriyeyê anî ziman û got: “Ev yek aştiya sivîl tehdît dike û rê li ber şer, cudekarî û dûrxistinê vedike.”
‘Bi aqilane nêzî bûyeran bibin’
Lêvegerê rohanî yê Muwehidîn El Druz birêz şêx Hikmet El Hecrî ji şêniyên Siweydayê û hêzên parêzgehê diparêzin re, daxuyaniyek da. El Hecrî teqezî bi parastina sivîlan û rûmeta wan kir. Di heman demê de destnîşan kir ku divê bi aqilane nêzî bûyeran bibin.