• Nûçeyên Herî Dawî
Di 47 salan de 12 kongre: Li dîrokê navê xwe nivîsand

Di 47 salan de 12 kongre: Li dîrokê navê xwe nivîsand

13 GULAN 2025 - 13:14
‘Ji bo pêşketina pêvajoyê divê girtiyên siyasî bên berdan’

‘Ji bo pêşketina pêvajoyê divê girtiyên siyasî bên berdan’

13 GULAN 2025 - 16:23
Bîranîna Kaytan û Altûn: Têkoşîna we bi ser ket

Bîranîna Kaytan û Altûn: Têkoşîna we bi ser ket

13 GULAN 2025 - 16:11
Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan

Abdullah Ocalan: Her du hevrê wê her daîm rêberê têkoşîna me bin

13 GULAN 2025 - 15:23
Li Meclisê çalakiya ji bo zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye

Li Meclisê çalakiya ji bo zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye

13 GULAN 2025 - 13:54
Stranbêj Pinar Aydinlar tehliye bû

Stranbêj Pinar Aydinlar tehliye bû

13 GULAN 2025 - 13:35
Parlamenterê Iraqê xwest Tirkiye ji Iraqê derbikeve

Parlamenterê Iraqê xwest Tirkiye ji Iraqê derbikeve

13 GULAN 2025 - 11:59
Ji bo Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê şîn hate danîn

Ji bo Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê şîn hate danîn

13 GULAN 2025 - 11:29
Di 47 salan de 12 kongre: Li dîrokê navê xwe nivîsand

Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike

13 GULAN 2025 - 11:12
Bedîrhanoglû: Em helwesta xwe bikin yek dikarin bibin xwedî statu

Bedîrhanoglû: Em helwesta xwe bikin yek dikarin bibin xwedî statu

13 GULAN 2025 - 08:46
Amedî: PKK û Abdullah Ocalan her tişt kirin, divê dewlet gav biavêje

Amedî: PKK û Abdullah Ocalan her tişt kirin, divê dewlet gav biavêje

13 GULAN 2025 - 08:05
‘Ji bo aştiyê divê dewlet demildest gavan biavêje’

‘Ji bo aştiyê divê dewlet demildest gavan biavêje’

13 GULAN 2025 - 08:02
ROJEVA 13ê GULANA 2025an

ROJEVA 13ê GULANA 2025an

13 GULAN 2025 - 08:00
Girtiyê nexweş Soydan Akay piştî 32 salan hat berdan

Girtiyê nexweş Soydan Akay piştî 32 salan hat berdan

13 GULAN 2025 - 08:47
HSDê efûya giştî ragihand

Mazlûm Ebdî: Biryara PKKê dê deriyê pêvajoya aştiyê veke

12 GULAN 2025 - 20:17
Talabanî: Ji bo serkeftinê çi bikeve ser milê me em ê bikin

Talabanî: Ji bo serkeftinê çi bikeve ser milê me em ê bikin

12 GULAN 2025 - 19:32
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bîranîna Kaytan û Altûn: Têkoşîna we bi ser ket

    Bîranîna Kaytan û Altûn: Têkoşîna we bi ser ket

    Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan

    Abdullah Ocalan: Her du hevrê wê her daîm rêberê têkoşîna me bin

    Li Meclisê çalakiya ji bo zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye

    Li Meclisê çalakiya ji bo zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye

    Ji bo Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê şîn hate danîn

    Ji bo Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê şîn hate danîn

    Di 47 salan de 12 kongre: Li dîrokê navê xwe nivîsand

    Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike

    Bedîrhanoglû: Em helwesta xwe bikin yek dikarin bibin xwedî statu

    Bedîrhanoglû: Em helwesta xwe bikin yek dikarin bibin xwedî statu

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
ANF Images

ANF Images

PKKê di 27ê Mijdara 1978an de kongreya xwe ya yekemîn pêk anî û avabûna xwe îlan kir. Piştî 47 salan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî û dawî li hemû xebatên xwe anî. PKKê di 47 salan de mohra xwe li dîrokê xist.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi kongreya xwe ya damezrandinê ya ku li gundê Fîs ê navçeya Licê ya Amedê lidar xistî, li Kurdistan û Rojhilata Navîn mohra xwe li nîvsedsalê xist. PKKê 12emîn Kongreya xwe ya Awarte li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist. Bi bandora atmosfera siyasî-civakî ya salên 1970î koma xwendekaran a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî ba hev, di 52 salên mayî de mohra xwe li Tirkiye û Rojhilata Navîn xist.

Di Newroza 1973yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komeke hevalên xwe re hate ba hev û teza “Kurdistan mêtingeh e” bi hevalên xwe re parve dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên berê de wiha dibêje: “Me welatparêziya welatekî ku ti kes newêre navê wê jî bîne ziman, girt ser xwe.” PKKê di 47 salan de ji xeynî pêngavên siyasî, civakî û fikrî; amûrên ku hedefên mîna aştî, azadî û civaka demokratîk pêk tînin, timî guhertin-veguhertin hatin esasgirtin. Cihê ku guhertin-veguhertinên çêkerî, programatîk û rêxistinî yên navborî lê hatin pêkanîn jî kongre bûn.

Ji duh heta îro Kongreyên PKKê wiha ne:

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re pêvajoyeke nû ya guhertin û veguhertinê danî pêşiya tevgerê.

Kongreya 1emîn

PKKê di 27ê Mijdara 1978an de li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya Amedê kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist. Kongreyên ku PKKê ji wê rojê heya niha pêk anîne û xisûsên esas ên wan kongreyan wiha ne:
Di kongreya ku 26-27ê Mijdara 1978an de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya Amedê hatî kirin de, damezrandina PKKê hate îlankirin. 22 kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de bername, tuzuk û manîfestoya partiyê hate qebûlkirin. Abdullah Ocalan weke sekreterê giştî yê partiyê hate hilbijartin. Demek kurt piştî damezrandina PKKê, darbeya 12ê Îlona 1980’an pêk hat. Gelek kadroyên pêşeng û damezrîner ên partiyê, hatin girtin. Kadroyên pêşeng ên PKKê û berxwedana zindanê ya sempatîzanên wê darbeyeke mezin li darbekaran xist û hêza îradeya PKKê nîşan da.

Kongreya 2yemîn

Kongreya 2yemîn a PKKê, di 20-25ê Tebaxa 1982yan de li kampeke li ser sînorê Sûriye-Urdun a li Eniya Rizgariyê ya Gelê Fîlîstînê, bi tevlîbûna 65 delegeyan pêk hat. Biryara “rizgarbûna ji penaberbûnê, vegera li welat û dest bi têkoşîna gerîla kirin” di kongreyê de hate girtin.

Kongreya 3yemîn

3yemîn Kongreya PKKê jî di navbera 25-30ê Gulana 1986an de li Kampa Helvê a li Lubnanê hate lidarxistin. Di kongreya piştî Pêngava 15’ê Tebaxê hatî lidarxistin de biryara artêşbûnê hate standin û Artêşa Rizgariya Gelê Kurd (ARGK) hate îlankirin.

Kongreya 4emîn

4’emîn Kongreya PKKê jî di navbera 26-31ê Kanûna 1990an de li Heftenînê hate lidarxistin. Ji ber belavbûna ARGKê ya li Kurdistanê, ev kongre ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘’Kongreya Gerîlayan’’ hate binavkirin. Piştî kongreyê ku di serdema hilweşîna sosyalîzma reel û Şerê Kendavê de hate lidarxistin, li Bakurê Kurdistanê şer giha astên herî bilind.

Kongreya 5emîn

5emîn Kongreya PKKê di navbera 8-27ê Çileya 1995an de li Heftenînê hate lidarxistin. Di kongreyê de li şûna sekreteriya giştî derbasî serokatiya giştî bûn û li gel guherîna ala Partiyê di warê îedolojîk û avaniya rêxistinî de jî guherîn çêbûn.

Kongreya 6emîn

Kongreya Şeşemîn jî di navbera 12ê Çile û 18ê Sibata 1999an de li Xinêrê hate lidarxistin. Kongreya 6emîn di serdema Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate lidarxistin.

Kongreya 7emin

Di 2-23yê Çileya 2000î de jî kongreya awarte hate lidarxistin. Kongre bi beşdarbûna 197 delegeyan li Qendîlê hate lidarxistin û piştî kongreyê yekem pêngavên têkildarî guherîna paradîgmayê hatin avêtin.

Kongreya 8emîn

Kongreya 8emîn bi beşdarbûna 285 delegeyan di navbera 4-10ê Nîsanê li Qendîlê hate lidarxistin. Kongre di serdema ku pirsgirêkên Partiyên navxweyî û hewlên tasfiyeker zêde bûbûn de, hate lidarxistin. Di kongreyê de her çend girêdayî parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Dewleta Rahîb a Sumeran Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve hin guhertin hatibin kirin jî guherîneke mezin pêk nehat.

Kongreya 9emîn

Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî hin krîzên fikrî û îdeolojîk yên di nava Partiyê de yên piştî Kongreya 8emîn û piştî wê pêvajoya Jinûveavakirina PKKê da destpêkirin. 9emîn Kongreya PKKê bi beşdarbûna 205 delegeyan di navbera 28ê Adar- 4ê Nîsanê de li Xinêrê hate lidarxistin. Her çen di kongreyê de başbûnên rêxistinî yên mezin pêk hatibin jî asta dihat hêvîkirin nehate bidestxistin.

Kongreya 10emîn

10emîn Kongreya PKKê jî di navbera 21-30ê Tebaxa 2008an de li Qendîlê hate lidarxistin. Di kongreyê de mijara kûrbûna li ser paradîgmaya nû esas hate girtin.

Kongreya 11emîn

Kongreya 11emîn jî di serî de Sûriye û Iraq di serdema kûrbûna krîzên li Rojhilata Navîn û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li seranserê Kurdistanê de hate lidarxistin. Kongre di 5-13ê Îlona 2023yan de bi beşdarbûna 125 delegeyan li Xinêrê hate lidarxistin. Di kongreyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê gelek pêngavên weke îlana agirbestê û vekişîna gerîlayan a ji Bakurê Kurdistanê hatin avêtin. Di pêvajoya hevdîtinên çareseriyê de dewleta Tirk bi cîvîna xwe ya MGK’ê ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de Plana Çalakiyên Têkbirinê qebûl kir û piştî demeke kurt pêk anî.

Kongreya 12emîn

12emîn Kongreya PKKê ya Awarte jî piştî 10 salên şerê dijwar, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ hate lidarxistin. Ji Kongreya 1’emîn ku weke ‘’Destwerdane radîkal a li hemberî dîrokê’’ hate lidarxistin heya roja me ya îroyîn di 47 salan de weke encama têkoşîna bêhempa polîtîkayên têkildarî înkar û tunekirina gelê Kurd bi piranî hatin têkbirin. PKKya ku mîsyona xwe ya dîrokî bi serkeftî bi cih anî, di Kongreya 12’emîn de ji bo pêkhatina Aşitî û Avakirina Civaka Demokratîk û destpêkeke nû biryarên dîrokî girtin. Di kongreyê de biryara ‘’ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî û xebatên li ser navê PKKê daye meşandin bi dawî kiriye’’ hate girtin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Ji bo pêşketina pêvajoyê divê girtiyên siyasî bên berdan’

‘Ji bo pêşketina pêvajoyê divê girtiyên siyasî bên berdan’

13 GULAN 2025
Bîranîna Kaytan û Altûn: Têkoşîna we bi ser ket

Bîranîna Kaytan û Altûn: Têkoşîna we bi ser ket

13 GULAN 2025
Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan

Abdullah Ocalan: Her du hevrê wê her daîm rêberê têkoşîna me bin

13 GULAN 2025
Li Meclisê çalakiya ji bo zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye

Li Meclisê çalakiya ji bo zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye

13 GULAN 2025
Stranbêj Pinar Aydinlar tehliye bû

Stranbêj Pinar Aydinlar tehliye bû

13 GULAN 2025
Parlamenterê Iraqê xwest Tirkiye ji Iraqê derbikeve

Parlamenterê Iraqê xwest Tirkiye ji Iraqê derbikeve

13 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (245)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne