Kurdish Monitoring rapora binpêkirinên mafê bikaranîna zimanê Kurdî ya şeş mehên salê berhev kir û eşkere kir. Li gorî raporê di nava şeş mehan de li dijî Kurdî 44 binpêkirin qewimî ne.
Kurdish Monitoring ku “Platforma Çavdêriyê û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Kurdî” ye rapora binpêkirinên mafê Kurdî ya şeş mehên salê eşkere kir.
Rapora Binpêkirinên Mafê Bikaranîna Ziman û Çanda Kurdî li Tirkiyeyê berhev kiriye û rewşê raxistiye ber çavan.
Berfirehiya raporê bi vî rengî ye:
“Derbarê Kurdish Monitoringê de
Kurdish Monitoring, ji bo li Tirkiyeyê binpêkirinên birêkûpêk ên li dijî ziman û çanda Kurdî pêk tên bişopîne, tomar bike û bi raporan wan bi raya giştî re par ve bike ava bûye û înîsîyatîfeke serbixwe ya. Platform li gorî prensîba ku dibêje pirrengiya ziman, mafekî bingehîn ê mirovan e tevdigere û li gorî vê prensîbê jî dixwaze astengiyên di qada civakî de li pêş Kurdî derdikevin raber bike, daneyan derbarê van binpêkirinan de amade bike û bi vî rengî mafparêziyê bike.
Kar û Bar û Armancên Platformê
1. Berhevkirina Hûrguliyan
Wê çavkaniyên ji raya giştî re vekirî (dokumanên fermî, biryarên dadgehan, medyaya herêmî û netewî) bişopînin û bûyerên binpêkirinê tomar bikin.
Wê hevkariyê bi saziyên civaka sivîl, parêzer û mexdûran re bike û daneyan ji qadê berhev bikin.
2. Rapornivîsîn
Raporên Birêkûpêk: Wê her ji şeş mehan û salê carekê raporên berfireh amade bikin.
Raporên Demkî: Di rewşên awarte de yan jî dema pêşketinên gelekî girîng pêk hatin, wê bi lez û bez raporên demkî amade bikin.
3. Mafparêzî
Raporan wê ji saziyên mafên mirovan ên netewî û navnetewî re bişînin.
Bi şaredariyan, partiyên siyasî û medyayê re wê hevkariyê bike û hewl bide ku di mijara binpêkirinên mafê bikaranîna ziman de baldarî çêbibe.
4. Hevkarî
Civaka Sivîl: Rêxistinên mafparêz, aktivîstên zimanparêziyê, akademîsyen.
Medya: Çapemeniya herêmî û netewî, rojnamegerên serbixwe.
Saziyên Navnetewî: Raportorên Taybet ên NYyê, Konseya Ewropayê.
Raya Giştî: Civaka Kurdan û parazvanên mafên zimanan ên li Tirkiyeyê.
Armanca sereke
Armanca Kurdish Monitoringê ew e ku Kurdî li Tirkiyeyê bi Destûra Bingehîn bêparastin, li qada civakî bi rengekî azad bê bikaranîn û mîrateya wê ya çandî were parastin. Di wê baweriyê de ye ku pirzimanî yek ji hîmên esasî yên demokrasiyê ye. Ji bo siberojeke ku binpêkirinên mafan tê de nebin, bi datayan dixwaze baldariyê çêbike.
Rewşa Heyî ya Mafên Bikaranîna Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê
Kurdî li Tirkiyeyê rastî astengiyên yasayî û fîîlî tê
Mafê Perwerdeyê: Mafê perwerdeyê bi zimanê zikmakî nîne. Bi tenê bi dersên bijarte û bi vekirina saziyên perwerdeyê yên taybet tê sînordarkirin. Hejmareke gelekî kêm hîndekarên Kurdî tayîn dikin.
Çand û Huner: Şano, konser û berhemên edebî kêfî tên qedexekirin, hunermend dibin hedef.
Medya û Ragihandin: Rojname, kovar û hesabên medyaya civakî yên saziyên medyayê yên bi Kurdî weşanê dikin tên sansurkirin, tên astengkirin.
Qada Civakî: Tabela yan jî nivîsên hişyariyê yên şaredariyan tên jêbirin; stran û govenda Kurdî weke “sûc” tên qebûlkirin.
Dema parlamenter li Parlamentoyê bi Kurdî diaxivin, dengên wan tên birîn, li şûna gotinên wan ên bi kurdî, gotina “zimanekî nayê zanîn” tê nivîsandin. Li nexweşxaneyan, li cihên kar û yên mîna wan, axavtinên bi Kurdî tên astengkirin.
Girtîgeh: Nahêlin girtî bi Kurdî xeber bidin, dest datînin li ser name û pirtûkên wan ên bi Kurdî. Yên bi israr Kurdî bikar tînin, tên cezakirin (qedexeya hevdîtinan, qedexeya şandin û wergirtina nameyan û axaftina bi telefonê û yên mîna wan).
Ev tiştên ku tên kirin, ne li gorî Peymana Mafên Sivîlan û yên Siyasî ya Neteweyên Yekgirtî (Xala 27an) û PeymanaMafên Mirovan a Ewropayê (Xala 10an) û yên din in ku Tirkiye ew peyman îmze kirine.
Ev rapora ku Kurdish Monitoringê amade kiriye, nîşan dide ku di navbera meha Çile û Hezîrana 2025an de 44 bûyerên cuda li dijî bikaranîna zimanê Kurdî pêk hatin e.
Li gorî kategoriyan:
* Qada Civakî: 15
* Medya: 8
* Çand-Huner: 12
* Girtîgeh: 9
Li gorî mehan:
* Çile: 9
* Sibat: 6
* Adar: 7
* Nîsan: 5
* Gulan: 10
* Hezîran: 7
Li gorî van daneyan diyar dibe ku di 6 mehên destpêkê yên salê de hema hema her ji çar rojan rojekê li dijî Kurdî êrîş pêk hatiye, bikaranîna Kurdî hatiye astengkirin an jî qedexekirin.
Mînakên balkêş:
* Rêveberiya Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê, ji ber ihtimala ku wê sloganên bi Kurdî berz bikin, di 8ê Adarê de meş û çalakiya jinan qedexe kir..
* Polîsan bi ser Jîn Art Sanat Eviyê de girtin; dest danîn li ser pirtûk û komputeran, li ser texteyê reş ê nivîsê, ala Tarkan xêz kirin.
* Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) piştî 33 salan weşana xwe bi dawî kir.
* Rêveberiya Girtîgeha Elezîzê, ji ber ferhenga Kurdî ceza dabû girtiyekî. DAdgeha Destûrî ev biryar nepejirand û got ku mafê girtî hatiye binpêkirin.
* Ji ber nivîsa “Hebûn” li ser bû, formayê Amedsporê nedan girtiyekî.
Encamên esasî:
* Ji sedî 60ê destwerdana li dijî Kurdî, bi destê saziyên dewletê ve pêk hatine.
* Ji sedî 70yî destwerdanan li qadên civakî yan jî di çarçoveya xizmetguzariya civakî de pêk hatine.
* Her ji 4 destwerdanan yek jê, li dijî sembol an jî gotinên Kurdî pêk hatine ku ev jî bi hinceta “ewlehiyê” pêk hatine.
* Astengkirin û sansurên di qada medyayê de pêk hatine, di platformên dijîtal de zêde dibin û berdewam dikin.
Qada navnetewî: Astengkirina Kurdî sînorên Tirkiyeyê jî derbas kir. Konsere Seyda Perînçekî ya li Japonyayê hate betalkirin, Perînçek hate dersîynorkirin. Li Mannheimê, bajarê Almanyayê muzîkjeneke ku li kolanê stranên Kurdî digot, rastî êrîşekê hat.
Qada Civakî
Çile
* Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştayê diyar kir ku li dibistaneke navîn a li navçeya Karaçobanê ya Erzeromê, formên ji bo dersên bijarte hatine amadekirin, bi zanyariyên kêm hatine amadekirin û mafê bijartina dersên Kurmancî, Zazakî û zimanên din tên astengkirin.
Adar
*Li Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê, komeke jinan a ji 20 kesin pêk hatiye, xwest ji bo 8ê Adarê Roja Jinan meşekê li dar bixe. Rêveberiya dibistanê ji ber sedema ku wê jin “bi Kurdî sloganan berz bikin” û dowîzên bi kurdî hilgirin” jin asten kirin.
* Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli dema li Civata Giştî ya Parlamentoyê diaxivî, behsa Jîna Emîniyê kir. Dema ku wê, navê Jîna Emîniyê bilêv kir, ji rêvebiriya Parlamentoyê heye ku wê ew bi Kurdî biaxive û dengê Varliyê qut kir. Her weha di zabitnameyên Parlamentoyê de gotina “Jin Jiyan Azadî” nehate nivîsandin.
* Alîgirên tîma Amedsporê ji bo maça Sakaryasporê pankartek amade kir ku li ser wê bi Tirkî û Kurdî nivîsa “Ew ê te tune bihesibînin lê tu yê her wext hebî” hatibû nivîsandin. Ji ber ku Kurdî jî tê de heye, pankart hate qedexekirin. Paşê krîz çareser bû û pankart hate daliqandin.
* Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin, li Konyayê di dema çalakiyekekê de, xortekî pankarteke bi Kurdî bilind kir. Lî çalakgeran bertek nîşan da û pankart daxistin.
Nîsan
* Walîtiya Antalyayê şahiyên li kolanan dibin, qedexe kir. Piştî vê biryarê, polîsan bi ser şahiyên Kurdan da girtin û nefistin şahî pêk bên.
Gulan
*Di civîna meha Gulanê ya Meclîsa Şaredariy Bajarê Mezin a Kocaeliyê de, endamê Meclîsê yê DEM Partiyê, xwest ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz bike. Lê Şaredar Tahir Buyukakın midaxale lê kir.
* Şaredariya Îdirê, tabelaya Kurdî, li ser deriyê şaredariyê xist. Piştî ku ev nûçe li ser medyaya civakî bela bû, hin kesan bertek nîşan.
* Li Amedê pankarta ku bi kurdî li ser wê “Azadî İmamoğlu” hatibû nivîsîn, li ser Sûrên Amedê daqilandin. Lê polîsan ew pankart rakir.
* Li Yalovayê li Lîseya Anadolûyê ya Teknîk û Pîşeyî ya TOBBê, di dema bernameyekê de muzîka govendê ya bi Kurdî lê dan, lê wekîlê midûrê dibistanê nehişt muzîka bi kurdî lê bidin û bername bi dawî kir.
* Di dema merasîma derçûnê ya Zanîngeha Dîcleyê de xwendekaran pankarteke bi kurdî bilind kir ku l iser wê “Şagirtên Apê Mûsa Hatin” nivîsî bûn. Lê bi sedema ewlehiyê, destûr nedan ew pankart bê hildan.
* Endamên Komeleya Hiqûqnasan ên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî xwestin li Çağlayanê li ber Edliyeya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar bixin. Di dema civînê de parêzeran pankarteke bi Kurdî bilind kir ku li ser wê “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” hatibû nivîsîn. Polîsan parêzer dorpêç kirin û xwestin wan asteng bikin.
Hezîran
* Li Bajarê Mannheimê yê Almanyayê, stranbêjekê dema stranên bi Kurdî distira, rastî êrîşê hat. Kęsa êrîşkar got, “Ez Tirk im.”
* Xebatkareke Pegasusê beriya balafir ji Stenbolê ber bi Amedê bifire, ji rêwiyên Kurd ên bi Tirkî nizanin gotiye ku “Hûn neçar in bi Tirkî bizanibin.” Psîkolog Duygu Berekatoğlu ya ku bûye şahidê bûyerê, li ser hesabê xwe yê Xyê diyar kir ku, ji ber çenteyên wan ji pîvanên diyarkirî zêdetir bû, di navbera wan û xebatkarê de nîqaş çêbû. Xebatkarê ji wan re gotiye, “Ev der Tirkiye ye, hûn neçar in zimanê hevpar Tirkî bizanibin.”
Medya
Çile
* Hesabê Ajansa Mezopotamyayê yê Xê (Twitter), yên JINNEWS û Yeni Yaşamê hatin astengkirin. MAyê hesabekî nû vekir, lê ew jî hate astengkirin.
Sibat
* Dadweriya 2yem a Aştî û Cezayî ya Semsûrê bi hinceta “parastina ewlehiya netewî û pergala civakî” malpera Ajansa Mezopotamyayê asteng kir.
* Hesabên MA û Jinnewsê yên Xê hatin astengkirin.
* Bi heman hincetê malpera Kurdî ya Dengê Amerîkayê (Voice of America) hate astengkirin.
* Dadweriya 6em a Aştî û Cezayî ya Enqereyê hesabê YouTube, X û Instagramê yên rojnameger Abdurrahman Gokî asteng kirin.
* Hesabê Jinnewsê yê Xyê yê Kurdî (@jinnewskurd) hate astengkirin.
* Hesabê Jinnewsê û Xwebûnê yê Xê hatin astengkirin.
* Pêşkeşkara Sözcü TVyê Serap Belovacıklı, Kurdiya nameya Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan a 27ê Sibatê de hate xwendin ne weşand. Dema Ahmet Türk name bi Kurdî xwend, Belovacıklı got, ”Dema bi Tirkî, zimanê fermî yê di nava sînorê Komara Tirkiyeyê de tê bikaranîn bixwînin, em ê bînin ser ekranê.” Belovacıklıyê sansura li ser Kurdî bi van gotinan parast: “Ji ber kes bi Kurdî fam nake, em nadin.” Habertürk TV û NTVyê jî Kurdiya heman daxuyaniyê neweşandin.
Hezîran
* Bikarhênerekî/e Ekşi Sözlükê, xwest ku di Ekşi Sözlükê de bi Kurdî jî bê nivîsandin. Bikarhênerên din bi rengekî nîjadperest êrîşî wî/wê kesî/ê kirin.
Çand – Huner
Çile
* Polîsan li Amedê bi ser avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd de girt û dest danîn li ser 150 pirtûk û hazar û 500 nisxeyên rojnameyan.
* Ji ber ku di dersên xwe de helbestên bi Kurdî dane xwendin, rêveberiya Zanîngeha Mûş Alparslanê lêpirsîn li akademîsyenekî beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vekir. Pirtûkên ku bûne sedema lêpirsîn li akademîsyenî vebe, bi destûra Wezareta Çandê hatine çapkirin ku ya Fatma Savciyê ku Weşanên Avestayê çap kiriye, ya Arjen Arî ku Weşanên Sorê çap kiriye û ya Cegerxwîn ku Weşanên Lîsê çap kiriye.
* Ji ber sê stranên bi Kurdî li Qers û Çanakkaleyê strane, 30 meh cezayê girtîgehê li hunermend Kasim Taşdogan birîn.
Sibat
* Hunermend Seyda Perînçek dema xwest ji bo konserekê biçe Japonyayê, li sînor hate desteserkirin û dersînorkirin. Li gorî îdiayan Konsolxaneya Tirkiyeyê daxwaza betalkirina konserê li rayedarên Japonyayê kiriye.
* Polîsan li navçeya Konakê ya Îzmîrê bi ser saziya Jîn Art Sanatê de girt. Kamerayên ewlekariyê metal kirin, dest danîn li ser pirtûk û komputeran, ala Tirkan li ser texte xêz kirin.
* Piştî ku 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li stranbêj Mazlûm Akpolat hatibû birîn, hate erêkirin, Akpolat hate girtin. Ji ber straneke Kurdî ev ceza li Akpolat hatibû birîn.
* Ji ber pirtûka “Hînker”ê ya perwerteya Kurdî, nivîskar Mevlüt Aykoç, Sami Tan, Ronahî Önen û Sadık Varlı hatin desteserkirin. Her weha, ji ber ku fotografên wan di pirtûkê de hene, İzzet Çınar û Şükriye Çinar jî desteler kirin. Aykoç, Tan, Öner û İzzet Çınar tevî Şükriye Çınarê bi şertê kontrola edlî serbest bûn. Varlı bêyî kontrola edli serbest bû.
Gulan
* Dozgeriyekî bi hinceta ku “bi ser rêxistinê ve ye” pirtûka “Lawikê Gundî” ya Şerîf Yilmazî berhev kir.
* Li Wanê koma Şanoyê ya Nupelda Tiyatroyê xwest ku lîstika xwe ya bi navê “Ma Diz Yek E!” li ser sehneya Şanoya Dewletê ya Wanê bilîze. Digel hemû serlêdanan, daxwaza wan nehate pejirandin.
* Li Bedlîsê, 5 nivîskarêbn Kurd ên ku xwestin beşdarî Pêşangeha Pirtûkan bibin, bi biryara Walîtiyê ve hatin astengkirin.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, helbestên helbestvanên klasîk ên Kurd, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Haci Qadirê Koyî, Melayê Xasî û Siyapûş jî di nav de yên 40 helbestvanî li Kolana Gaziyê ya navçeya Sûrê li ser peyareyan dane nivîsandin. Lê piştî çend rojan hin kesên nediyar êrîşî wan keviran kirin ku helbest li ser wan nivîsandibûn. Şaredariyê helbest ji wir Irakirin û ew li dîrekan daliqandin.
Hezîran
* Weşana beşa Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) piştî 33 salan hate sekinandin.
Girtîgeh
Çile
* Salim Guran ê ji ber dosyaya kuştina Narîn Guran hatibû girtin, dema li Girtîgeha Hejmar 1ê ya Ewlehiya Bilind a Erzeromê bi rêya telefonê bi malbata xwe re bi Kurdî axiviye, hatiye astengkirin.
* Pirtûkên bi Kurdî nedane girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê.
Sibat
* Li Girtîgeha Jinan a Erzînganê nameyên bi Kurdî 4-5 megan didin sekinandin û paşê didin girtiyan.
* Li Girtîgeha Hejmar 1ê ya Ewlehiya Bilind a Elezîzê, pirtûkên bi Kurdî û nameyan nadin girtiyan.
Nîsan
* Cengaver Aykul ê li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin ji ber ku ferhenga Kurdî li ba wî hebû bi cezayê disîplînî hatibû cezakirin. Aykul serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê biryar da ku mafê azadına xweîfadekirinê ya Aykul hatiye binpêkirin.
* Li Girtîgeha Boluyê, İhsan Balkaş xwest ku nameyên xwe bi Kurdî bişîne. Lê rêveberiya girtîgehê bi hıncta ku “nehatiye fahmkirin” name neşandin û daxwaza heqê wergeriyê kir.
* Tehliyeya 33 girtiyên li Girtîgeha Boluyê bi hinceta ku pirtûk û weşanên bi Kurdî xwendine hate astengkirin.
Hezîran
* Li Girtîgeha Boluyê rêveberiya girtîgehê nameyên girtiyan ên bi Kurdî neşandine û nehiştine ew weşanên bi Kurdî bixwînin.
* Li 17 girtîgehên herêma Marmarayê weşanên bi Kurdî û yên mixalîf bi rengekî sîstematîk tên astengkirin.
* Li Girtîgeha Ezreromê, ji ber ku li ser wî “Hebûn” nivîsiye, formayê Amedsporê nedane girtî.”