Çeteyên DAIŞê li Tedmurê ya Sûriyeyê êrîşî leşkerên Amerîkayê kirin. Di encama êrîşan de du leşkerên Emerîkî û sivîlek jiyana xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragihand ku 2 leşkerên Emerîkî û wergêrekî sivîl ê amerîkî jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê her wiha ragihand ku 2 leşker û sivîlekî amerîkî di kemîna çekdarekî DAIŞê de li Tedmurê, naverasta Sûriyeyê hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Fermandariyê da zanîn ku hêzên Amerîkayê bi çekdar re şer kirin û ew kuştin.













