Serdozgeriya Stenbolê piştî biryara “Betalkirina Teqez” lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îro operasyona binçavkirinê ya ku navenda wê Stenbol e li bajarên Enqere, Îzmîr, Riha, Kîlîs, Meletî û Mereşê li dijî CHPê hate destpêkirin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.
13 binçavkirî sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin. Dadgeriya Nobedar a Sûlhê di derbarê 9 kesan de biryara girtinê da û ji bo 4 kesan jî biryara kontrola edlî hate dayîn.