Wan – Dayika Hafîze Gur yek ji dayikên herî kezeb şewitî ye. 20 kur, keç, nevî û biraziyên wê di nava doza azadiyê de têkoşiyan û têdikoşin. 13 ferdên malbatê di nav têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane. Hafîze Gur piştgiriya xwe ya ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ragihand û xwest aştiyeke birûmet pêk were.
Piştgiriyên ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi rêya Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) eşkere kiribû, didome. Malbatên di têkoşîna azadiyê de bedelên giran dane, ji bo pêvajoyê piştgiriyên xwe tînin ziman û banga aştiyeke birûmet dikin. Yek ji wan malbatan, malbata Gur e ku di salên 90î de ji navçeya Elkê ya Şinexê koçberî Wanê bûne ye. Ji malbata Gur 13 kesan di nava Tevgera Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dan û 5 ferdên malbatê jî di nava tevgerê de ne. Her wiha 2 ferdên malbatê jî niha di girtîgehê de dimînin.
Ji malbatê 2 kes girtî ne
Parlementerê Wanê yê berê û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nazmî Gur ku di 2yê Cotmeha 2020an de têkildarî “Doza Kobanê” bi hinceta alîkariya sucê “xerakirina yekparetiya dewletê” û “sorkirina (tahrîk) ji bo suc” hatibû girtin, ferdekî malbata Gur e. Nazmî Gur, ji van hincetan 22 sal û 6 meh cezayê hefsê xwar û niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîp a F a Hejmar 2 ya Sîncanê de tê ragirtin. Huseyîn Aşkan ku ew jî neviyê malbata Gur e, di 2010an de li Colemêrgê piştî bûyerekê tê binçavkirin. Huseyîn Aşkan, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê hefsê dixwe û divê di nava 2025an de bihata berdan. Lê, ji ber ku Aşkan radyoya xwe ya ji kantîna girtîgehê kiriye, daye hevalên xwe 4 sal din cezayê hefsê lê hatiye birîn. Huseyîn Aşkan jî niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê de tê ragirtin.
2 caran mala wan tê hêlweşandin
Ji 20 kesên ku li jor behsa wan tê kirin keç, kur, nevî û biraziyên Hafîze Gur in. Hafîze Gur, 97 salî ye û niha bi malabata xwe ve li Wanê re dijî. Ji ber ku temenê wê mezin e, gelek tişt ji hijê wê çûne. Hafîze Gur, beriya ku koçî Wanê bikin, li Gundê Pîrdoda ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dijiya. Di sala 1986an de leşkerên tirk bi hinceta alîkariya rêxistinê dikin bi ser mala wan de digirin û mala wan xera dikin. Piştî vê bûyerê malbat dîsa bi derfetên xwe mala xwe ava dikin. Dewlet, 1995an de dîsa bi ser Pîrdoda de digirin û mala Hafize Gur careke din xera dikin. Piştî vê bûyerê malbat koçî Wanê dike, lê zilma dewletê li vir jî didome. Bi dehan caran bi ser malê de tê girtin û endamên malbatê tên binçavkirin, îşkencekirin û girtin. Endamên malbatê diyar dikin ku hema bibêje ji malbatê ti kes nemaye ku nehatiye binçavkirin.
2 caran xaniyê wan xera kirin
Serdegirtina ewil a malbata Gur hîn li ber çavê Hafîze Gur zindî ye û wiha qala wê rojê dike: “Gava cara ewil hatin û bi ser mala de girtin, min Qûran da destê xwe ez çûm ber deriyê malê. Min ji wan re got ‘serê berfê ye, mala me xerab nekin’. Lê, dîsa jî xaniyê me xerab kirin û çûn. Hevjînê min wê payîzê çû qezayê û melzeme anîn û me careke din mala xwe ava kir. Lê, çend sal şûnde careke din hatin mala me xera kirin. Em jî ji gund derketin û me berê xwe da Wanê. Me Wanê jî ji bilî ‘ax û ox’ an çi xweşî nedît. Hema bibêje her roj bi ser mala de dihat girtin, zarokên me binçav dikirin û digirtin.”
Bi zilm û zordariyê mezin bûn
Tevî van bedelan û zilm û zordariya dewletê jî Hafîze Gur aştiyê dixwaze û banga aştiyê dike. Hafîze Gur, diyar kir ku ew dixwazin ji bo girtiyên siyasî jî efûyek bê derxistin û wiha berdewam kir: “Em jî mirov in, em jî dixwazin hinekî xweşiyê bibin. Ev çend sal in em di vî halî de ne, ne Tirk dikarin Kurdan xelas bikin ne jî Kurd dikarin Tirkan xelas bikin. Ev şer tenê bi silh, efû, aştî û mirovanetiyê dê ji holê rabibe. Bila hinekî bifikirin û ji bo başiya gel çi hewce be wê bikin. Bila deriyê hefs û zîndanan vekin, ev çend sal in mirovên me di girtîgehan de elemdarî bûn, mirin. Hewceyî bi çareseriyekê heye. Em bi zilm û zordariyê mezin bûn, çi ne be bila yên mayî hinekî xweşiyê bibin.”
‘Em li dû gotina serokê xwe ne’
Têkildarî pêvajoyê jî Hafîze Gur, bibîr dixe ku ew ji ber ku Kurd in lewma evqas zilm û zordarî dîtine û wiha bi dawî dike: “Maweriya min bi vê pêvajoyê heye. Bes e êdî, zilma wan çûye ber erş û ezman. Bi izna Xwedê dê ev pêvajoye bi ser bikeve. Ev çend sal in serokê me girtiye. Bila serokê me berdin û aştiyeke birûmet çêkin. Em di rêya serokê xwe de ne, em li dû gotina wî ne. Daxwaza me berdana na wî ye. Ew serokê temamê Kurdistanê ye, ne tiştekî biçûk e.”