Serokê Servîsa îstîxbarata Iraqê Hamid el-Şatri ji çapameniya Amerîkayê re eşkere kir ku li heremê û li Sûriyeyê di nava salekê de hejmara çeteyên DAIŞê çend qat zêde bûye.
Rojnameya Amerîkî Washington Post bi Hamîd el-Şatrî re duh hevpeyvînek kir. El-Şatrî di hevpeyvînê de bal kişand ser zêdebûna çeteyên DAIŞê ya li Sûriyeyê û wiha got: “Li Sûriyeyê hejmara çeteyên DAIŞê di salekê de ji 2 hezarî derket 10 hezaran.”
Hamîd el-Şatri di hevpeyvînê de diyar dike ku ev rewşa derketiya holê ji bo Iraqê, heremê û cîhanê xetereyeke mezin e.













