Di serdemek ku Amerîka û Îranê gefan li hev dixwe Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî di vê atmosfera giran de hat sedana Tirkiyeyê.
Dîplometê herî bilind yê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî bi boneya daxistina tansiyona di navbera Îran û Amerîkayê de hat serdana Tirkiyeyê. Tê payîn ku Abbas Arakçî ji Tirkiyeyê bixwaze ku navbera Îran û Amerîkayê de navbeynkariye bike.
Li gor daxuyaniyên di çapameniya Tirk de derketin pêş Abbas Arakçî îro hat Stenbolê. Her çend alozî û tansiyona navbera Amerîka û Îranê bilind be jî Amerîka heta niha xwe ji mudaxileya leşkerî ya bi ser Îranê de dur girtiye. Tê payîn ku Arakçî di serdanê de bi Wezirê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re civiya û dê bi Serokomarê Tirk Tayîp Erdogan re jî bicive.













