• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameger Aykol xistin emeliyatê

    Bijîşk: Em nikarin rê li ber enfeksiyona Huseyîn Aykol bigirin

    Li Amedê bi girseyî serdana şîna gerîlayan hat kirin

    Li Amedê bi girseyî serdana şîna gerîlayan hat kirin

    ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 5ê MIJDARA 2025an

    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tehliyeyê were dayîn

    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tehliyeyê were dayîn

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameger Aykol xistin emeliyatê

    Bijîşk: Em nikarin rê li ber enfeksiyona Huseyîn Aykol bigirin

    Li Amedê bi girseyî serdana şîna gerîlayan hat kirin

    Li Amedê bi girseyî serdana şîna gerîlayan hat kirin

    ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 5ê MIJDARA 2025an

    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tehliyeyê were dayîn

    MHP: Dibe ku ji bo Demîrtaş biryara tehliyeyê were dayîn

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

    Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dîcle Muftuoglu: Derdê me parastina heqîqetê ye

Amed /AW

25 ÇILE 2025 - 13:43
Kategorî: ROJANE
A A

Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglu, ani ziman ku ew li ser kevneşopiya çapemeniya azad ku zêdetirî 30 salin berdewam dike, têdikoşin û got: “Bi binçavkirin û girtina rojnamegeran dixwazin rastî û heqiqetê berovajî bikin. Girtina rojnamegeran xizmeta çareseriye nake. Dê têkoşîna me ya ji bo heqîqetê bidome. Derdê me parastina heqîqetê ye.”

Di vê dema ku ji bo aştiyê niqaş tên kirin û hevdîtinên ji bo çareseriya demokratîk pêk tên de, binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamegeran û çapemeniyê zêde dibe. Di 25 rojên çile de li Tirkiyeyê bi giştî 542 kes hatin binçavkirin û ji wan 71 kes hatin girtin. Li dijî çapemeniyê zext zêde dibin. Hesabên weşanên 11 saziyên çapemeniyê hatin astengkirin. Di van 25 rojan de 18 rojnameger hatin binçavkirin û 7 ji wan hatin girtin. Polîsan bi ser 2 produksiyonên çapemeniyê de girtin û gelek alav û amûrên wan desteser kirin. Dîsa polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girt û gelek pirtûk û arşîv desteser kir. Êrîşên li ser Bendava Tişrinê didomin. Di van êrîşan de 21 kesên sivîl hatin kuştin û zêdetirî 203 kes birîndar bûn.

15 rojnameger hatin girtin

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 19ê Kanûnê de li ser rêya Tişrîn û Sirinê êrîşî maşîneya rojnamegeran kir. Di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn jiyana xwe ji dest dan. Piştî kuştina 2 rojnamegeran, li Stenbolê endamên çapemeniya azad xwestin kuştina rojnamegeran şermezar bikin û li Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya daxuyaniyê de polîsan 14 rojnameger binçavkirin û ji wan 7 rojnameger şandin girtîgehê. Ji kesên hatin binçavkirin, Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal, di 22yê kanûnê de hatin girtin. Dozger di der barê rojnameger Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de bi hinceta ku der barê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn de daxuyanî dane de lêpirsîn vekirin. Piştî wê di 17ê Çile de polîsan bi ser malên Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû de girtin û ew binçav kirin. Piştî 3 rojan şandin dadgehê û dadgehê der barê 6 rojnamgeran de biryara girtinê da. Herî dawî rojnameger Eylem Babayîgît di 22ê çileyê de di serdagirtinê de hat binçavkirin û di 24ê cile de ew girtin û şandin girtîgehê. Li gorî daneyên DFGê ji 20ê kanûna 2024an heta niha 15 kes hatin girtin.

Li dijî rojnamegeran rewşa şer heye

Têkildarî zext, tundî, binçavkirin û girtina rojnamegeran, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKPê û wiha got: “Li Tirkiyeyê di mehek dawî de 15 rojnameger hatin girtin. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka kurd ku yek ji pirsgirêka sereke ye, niqaşên çareseriyê tên kirin de, li dijî rojnameger rewşa şer hatiye destpêkirin. Ev rewşa şer ne tenê li dijî rojnamegeran e. Di heman demê de Tirkiye li dijî kurdan şerê xwe berdewam dike. Ev şer û êrîşên li dijî kurdan, hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê ANSê didome didome, hem jî li Başûrê Kurdistanê şer didome. Li hundirê Tirkiyeyê jî bi tayînkirina qeyûman, bi operasyonên binçavkirin û girtinan didome. Di vê dema ku ji bo çareseriyê niqaş tên kirin de, êrîş, operasyon, binçavkirin û girtin, li dijî çareseriyê hewayekî neyînî pêş dixe.”

AKP dixwaze rojnamegeriya li gorî xwe ava bike

Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglu, bal kişand ser nakokiyên heyî û anî ziman ku ew dibînin Tirkiye li aliyekî şer pêş dixe, lê li aliyê din qala çareserî û tasfiyeyê dike û wiha axivî: “Bi taybetî ji aliyê AKPê ve niqaşên tasfiye, çekberdanê tên kirin. Vê pêvajoyê li gorî polîtîka û planên xwe dixwaze têxe meriyetê. AKP dixwaze hişê ku ‘Kurdan winda kir ji ber vê yekê em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin’ ava bikin. Li aliyê din dixwaze geşedanên li Bendava Tişrînê pêş dikeve berovajî bike. Tê zanîn ku Wezareta Parastinê gotibû “Bendava Tişrinê di kontrola ANSê de ye. Lê çapemeniya azad ew berxwedana li wir pêş dikeve nîşan da û bi berxwedana ku li wir pêş dikeve derxist holê ku ev daxuyaniyên wezîr ne rast in. AKP bi van êrîşan dixwaze pêvajoyê li gorî xwe bi rêve bibe. Dixwaze li gorî hişê xwe rojnamegeriyekê pêş bixe.”

Bi OHALê xwest çapemeniya azad tasfiye bike

Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglu, bal kişand ser nêzîkatiya AKPê ya li dijî çapemeniyê û wiha berdewam kir: “Dema em li televîzyonên wan dinerin jî em dibînin ku çapemenî xistine kontrola xwe. Bi taybeti piştî 2016an û îlankirina OHALê, gelek saziyên çapemeniyê bi KHKyan hatin girtin. Dîsa AKPê gelek şîrketên medyayê xistin kontrola xwe. Artêşa çapemeniyê ku li gorî daxwazên desthilata xwe tev digere ava kir. Li aliyê din rastiya çapemeniya azad ku ji bo heqîqet û rastiyê ronî bike têdikoşe heye. Rastiya çapemeniya azad ku dixwaze heqîqetê bigîne gel heye. Îktîdara AKPê hewl dide ku vê çapemeniya azad bi temamî belav bike û tune bike. Girtina rojnamegeran mirov nikare ji vê polîtîka û hewldana AKPê serbixwe bigire dest.”

Girtin û binçavkirin xizmeta çareseriyê nake

Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglu, têkildarî geşedanên dawî jî axivî û ev nirxandin kir: “Îro çareseriya pirsgirêka kurt tê niqaşkirin. Dewlet Bahçelî bi xwe balê dikişîne ser hêza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê. Bahçelî bi xwe dibêje tecrîd didome. Di vê pêvajoya ku Dewlet Bahçelî dibêje li bendê ne ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê bang bike de, hempîşeyên me li stenbolê têne girtin. Di lêpirsîna hevalên me yên Stenbolê de pirsa “Hûn çima tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dikin rojev?”, “Çima hûn bernameyan çêdikin?” dipirsin. Eger çareseriyek pêş bikeve, ev binçavkirin û girtin li dijî çareseriye ye. Hişekî li dijî çareseriyê ava dike. Bi van geşedanan dixwaze rastiyê û rewşa Tirkiyeyê berovajî bike. Ji bo ku rastiyê bi awayekî din bide xuyakirin dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike.”

Têkoşîna kevneşopiya çapemeniya azad dê bidome

Dîcle Muftuoglu, destnîşan kir ku ew şopdarê kevneşopiya ku zêdeyî 30 salin didome ne û wiha lê zêde kir: “Şeva ku Rojnameya Ozgur Ulke bombe kirin, nefikrîbûn ku dê sibê dîsa weşana xwe berdewam bike. Bi armanca ku careke din weşanê neke êrîş kiribûn. Ev awilê ku wisa rojname bombe kiribû, nefikirî bû ku çapemeniya kurd û çapemeniya azad dê dîsa weşana xwe berdewam bike. Lê rojname serê sibê dîsa dîsa bi manşetek nû weşana xwe berdewam kir. Wê demê nêzî 50 kedkarên çapemeniya azad û çapemeniya kurd hatin kuştin. Di serî de Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz, Nagîhan Akarsel ev kevneşopî bi canê xwe berdewam kir. Em jî vê alê ji destê wan dewir digirin. Em li dijî berovajîkirina heqîqetê, têkoşîna parastina heqîqetê didin. Têkoşîna heqîqetê didin û vê kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dikin.”

‘Dengê xwe bilind bikin’

Dîcle Muftuoglu, herî dawi bang li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê û cemaweriyê kir ku li dijî van zextan dengê xwe bilind bikin û got: “Ev binçavkirin û girtin dibe ku me hinekî têxe nava zahmetiyê. Dibe ku em zêdetir bixebitin. Lê kêliyekê be jî me dest ji têkoşîna heqîqetê û ronîkirina heqîqetê berneda. Heta niha me dest ji têkoşîna ronîkiran heqîqetê bernedane, em ê ji niha û şûnde jî dest ji ronîkirian heqîqetê bernedin. Divê ev bê zanîn. Di rewşek wisa ku êrîşên ciddî didomin de, em bang li hemû beşên civakê, rêxistinên sivîl û demokratîk û rêxistinên çapemeniyê dikin ku bêtir li dijî van êrîş û zextan dengê xwe bilind bikin. Em bang li wan dikin ku ji bo têkoşîna parastina heqîqetê mil bidin milê me. Derdê me parastina rojnamegeriyê û parastina heqîqetê ye. Ji bo vê yekê divê piştevanî bê mezinkirin û xurtkirin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

DMMEyê di doza Demîrtaş de dîsa Tirkiyeyê mehkûm kir

Demîrtaş: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

5 MIJDAR 2025
Rojnameger Aykol xistin emeliyatê

Bijîşk: Em nikarin rê li ber enfeksiyona Huseyîn Aykol bigirin

5 MIJDAR 2025
Li Amedê bi girseyî serdana şîna gerîlayan hat kirin

Li Amedê bi girseyî serdana şîna gerîlayan hat kirin

5 MIJDAR 2025
Ji ber Girtîgeha Sîncanê bang: Doza Kobanê têk çûye, hevalên me berdin

Ji ber Girtîgeha Sîncanê bang: Doza Kobanê têk çûye, hevalên me berdin

5 MIJDAR 2025
Ji ber ku li dijî destdirêjiyê rabû derheqê wî de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji ber ku li dijî destdirêjiyê rabû derheqê wî de lêpirsîn hat destpêkirin

5 MIJDAR 2025
Dozger xwest nivîskar Azad Zal bê cezakirin

Dozger xwest nivîskar Azad Zal bê cezakirin

5 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (77)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne