Navenda Nûçeyan – Îro salvegera 32yemîn a Komkujiya Madimakê ye. 33 hunermend, nivîskar, rewşenbîr di vê komkujiyê de hatin kuştin. Tevî ku 32 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî di nav civaka Elewî de nehat jibîrkirin û her sal bi girseyî qurbanî tên bibîranîn û banga lêborînxwestinê li dewletê tê kirin.
Di sala 1976an de li gundê Banazê yê navçeya Yildizeliyê ya Sêwasê Komeleya Pîr Sultan Abdal hate avakirin. Komeleyê bi avakirina xwe re dest bi organîzekirina festîvalan kir. Ev komele tevî gelek komeleyên din di dema derbeya 12ê Îlona 1980î de hat girtin. Di sala 1988an de li Enqereyê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) hat avakirin û dîsa Festîvala Pîr Sûltan Abdal a Çandê hat destpêkirin. Lê di fesatîvala ku di sala 1993yan de li Otela Madimakê hat organîzekirin de hişmendiya faşîst û paşverû komkujiyeke hovane pêkanî. Gelek hunermend, rewşenbîr, helbestvan ên civaka Elewî li bajarên cuda cuda hatibûn tevî festîvalê bibûn. Ev komkujiya ku wek Komkujiya Madimakê hatiye binavkirin di 2yê Tîrmeha 1993yan de li Sêwasê pêk hat û 33 rewşenbîr, hunermend û nivîskar hatin şewitandin. Ev komkujî yek ji rûpeleke reş a dîroka Komara Tirkiyeyê ye. Berî vê komkujiyê jî civaka Elewî li Çorûm, Meletî û Mereşê bi girseyî hatibûn qetilkirin.
‘Ayetên Şeytan’ kirin hincet
Komara Tirk a ku li ser hişmendiya faşîst a yekperest hatiye avakirin, ji xwe re wek netew Tirk, wek bawerî jî Îslama Sunî esas girtiye. Bi salan e vê îdeolojiyê bi hemû gel û baweriyên ku li Tirkiyeyê dijîn dide ferzkirin. Beşek ji civaka Tirk jî ev îdeolojiya ji xwe re esas girtiye û di warê fikrî, olî hyestewarî de li gor vê îdeolojiyê teşe girtiye. Di sala 1993yan de komeke faşîst û paşverû bi hinceta ku Azîz Nesîn pirtûka Selman Ruştî ya bi navê “Ayetên Şeytan” weşandiye û tevî festîvalê bûye bi dirûşmeya ‘Ji Azîz Nesîn re mirin’ li pêşiya Otela Madimakê kom dibe û êrişî otelê dike. Di nav saetan de girseya faşîst û paşverû ya ki ber otelê her diçe ku qelebalix dibe. Di vir de axaftinên provakatîf ên ku di nimêja înê de tên kirin de jî bandoreke sereke dike. Girseya ku li ber otelê kom dibe ber bi saetên êvarê otelê dide ber agir. Di demeke kin de agir bi otelê dikeve û di şewatê de 33 kes tên kuştin.
Kesên ku jiyana xwe ji dest dan
Di êrişê de 33 hunermen, nivîskar, helbestvan û xwendevan, 2 xebatkarên otelê û 2 êrişkar jiyana xwe ji dest didin. Hin kesên ku jiyana xwe ji dest didin ev in: Metîn Altiok, Behçet Aysan, Hasret Gultekîn (22 salî), Asim Bezircî, Muhlîs Akarsû, Nesîmî Çîmen, Serkan Dogan (19 salî).
Pêvajoya darazê
Danaşîna Doza Sêwasê li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Enqereyê hat hat lidarxistin. Bi giştî 124 bersûc hatin darizandin. Cezayê îdamê ji bo 33 bersûcan hat dayîn . Lê ev cezayên îdamê piştre hemû veguhertin cezayê hepsê yê heta hetayê. 37 kes hatin girtin, gelek ji wan pişt re hatin berdan.
Di kumkujiyê de roleke sereke ya dewletê bi xwe bû. Ji ber ku bi saetan kesên paşverû li pêşiya otelê kom dibin lê polîs tedbîr nagirin û midaxaleyî wan nake. Di derheqê tu rayedarên dewletê de ji ber kêmasî û îxmalkariya wan lêpirsîn nehat destpêkirin û doz nehat vekirin. Dîsa rol û berpirsyariya kesên ku di komkujiyê de cih girtin, li derveyî mizgeftê jî axaftinên provakatîf ku gel ji bo kîn û nefretê tehrîk û teşvîk dike lêkolînên berfireh nehatin kirin.
‘Bila ji bo miletê me bi xêr be’
Doza der barê hin bersûcên firar de di sala 2012an de hat taloqkirin û bersûc ji cezakirinê rizgar bûn. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan got, “Bila ji bo miletê me bi xêr be.” Ev daxuyaniya Erdogan jî nîşan dide ku dewlet çawa nêzî civaka Elewî dibe. Ev daxuyanî di nava raya giştî û bi taybet civaka Elewî de bû sedema nerazîbûn û hêrseke mezin.