Amed – Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak ku tev li Komxebata Egîtîm-Senê ya li Amedê bû, destnîşan kir ku ziman stûna netew e û diyar kir ku divê di hemû beşên jiyanê de bi zimanê zikmakî bê axaftin.
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Komxebat di roja duyemîn de berdewam dike. Gelek zimanzan, rewşenbîr, akademisyen nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tev li komxebatê bûn. Yek ji wan jî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak e ku ji Stenbolê tev li komxebatê bû. Cahît Kirkazak li ser polîtikayên bişaftinê û êrişên li ser zimanê Kurdî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ziman têk biçe netew jî têk diçe’
Cahît Kirkazak diyar kir ku her tim di nav gel de nîqaşên li ser ziman hene û wiha axivî: “Ziman di nav civakê de hêz e ji ber vê yekê deshilat her dem dixwaze zimanê xwe têxe meriyetê û zimanên cuda têk bibe. Ev sedsal in gelê Kurd têkoşîna mafên xwe yên bingehîn dike. Û ev sedsal in zimanê xwe diparêze. Ziman ji bo aştiya civakê qeleha yekemîn e. Qedera ziman û qedera neteweyekê yek e. Dema ku ziman têk biçe ew netew jî dê têk biçe. Kîjan gel bê birdozî be, têkoşîna wan a hevpar ziman e. Îro pêvajoyek heye behsa çareserkirina mafên Kurdan tê kirin lê meseleya ziman ne tenê bi pêvajoyê ve girêdayî ye. Îro çareseriyek mayînde pêk were dê ewilî mafê ziman were erê kirin. Mafê ziman ne tenê axaftin e, perwerde ye. Mafê ziman her tişt e. Îro nunerên dewletê jî li vir bûna û cerebeya cîhanê ditîban. Cîhan çawa wan pirsgirêkan çareserkiriye ditîban. Pir zimanî têmîneta civakeke demokratîk e, yek zimanî jî pergal û amûrên civaka serdest e. Ev sedsala civaka serdest aştî neaniye ve erdnigariyê. Pêwistî civaka demokratîk û pir zimanî ye.”
‘Gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derdikeve’
Cahît Kirkazak da zanîn ku divê pêşiya polîtikayên bişaftinê bên girtîn û wiha pê de çû: “Gelê Kurd pêwiste ji dewletê hêvî neke. Bêgûman rewş xeter e. Ziman di civakê de wekî serdest nîne. Zimanê perwedehiyê, bazirganiyê û danûstandinê tune ye. Ji ber di rewşeke xeter de ye. Lê hêvî heye. Zimanê Kurdî di nav gel de bûye zimanê xwedî qedir. Lewma gelê Kurd zimanê xwedî li zimanê xwe derdikeve. Di civaka gelê Kurd de xeterî jî hene lê hêvî jî hene.”
‘Aştiya civakê di ziman re derbas dibe’
Cahît Kirkazak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kesên neteweya demokratîk dizanin, dizanin ku birêz Abdullah Ocalan çi dibêje û ev tişt gotin: “Birêz Abdullah Ocalan diyar dike ku divê her mafê civak û netew yê ziman û çand were afirandin. Ji ber ku di vê bangawaziyê de şert û mercên aştiya civakê di ziman re derbas dibe. Ziman stûna netew e. Bê ziman çareserkirina aştiyê ne pêkan e. Ev di bangawaziya birêz Abdullah Ocalan de gelek zelal e. Divê nûner û pêkhateyên civakê ziman bikarbînin. Dema ziman di nav civakê de bû zimanê zanistî, civaknasî û bazirganî wê deme dê ziman statuya civakî û fermî bîne.”